ROJNAMEYA KURDISTANê
Tidningen KURDISTAN
No1, 22.04.1898

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Prins Miqdad Midhat Bedir Khan
Grundaren av Tidningen Kurdistan

Yekemîn rojnameya kurdî bi navê KURDISTAN: li 22 Nîsan 1898 ji hêla prens Medhat Bedirxan li Qahîre'yê hat derxistin.

Tidningen Kurdistan är den första kurdiska tidningen som publicerades den 22 april 1898 i exil, i Kairo. Grundaren och utgivaren är Prins Miqdad Midhat Bedir Khan.
Senare blir hans bror Prins Ebderrehman Bedir Khan ägare och ansvarig. I tre olika länder, Egypten, Storbritannien och Schweiz, har totalt 31 nummer publicerats. Även om den kom ut i utomlands distribuerades och lästes den också inom landet trots att de islamistiska kalifatets ottomanska härskare förbjöd det och lät inte det spridas i Kurdistan.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

İslam fetihçiliğinin ve işgalciliğinin kan ve kılıçla yasaklayarak tamamıyla tahrip ettiği bir kültür.
.. ve her yönden geciktirdiği, gerilettiği ve ilk gazetesi 1898 gibi çok geç bir tarihte çıkan bir halk: kürdler:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

"Kürd Milletine olan sevgimden ötürü ben bu gazetemde kürdlere doğru yolu göstermeye çabalıyorum.
Osmanlılar, türkler için büyük okullar inşa ediyorlar. Hükümet, kürtlerden vergi toplayıp türkler için harcıyor."

M. Bedirxan, Kurdistan Gazetesi, 1898

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rojnameya Kurdistan, No1, 1898, Qahîre

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1. Kovara Zend hejmara 21an

Gotara Umîd Demîrhan a di gel birêz Misefa Baqrî Aşina li ser "kurdên lek û zaravayê lekî"
Sipasî ji bo hemû hevalên ku ked dane weşandina vê xebatê!


 

 

 

Sed hezar şukir û hemd ji xudê tealî re em misilman xelq kirin. Û zanîna îlm û meirifetê re hiş û zika da me. Derheqa elimandina ilim û meirîfetêre gelek ayetên celîle û ehadîsê şerîfe henin, dinyayê de çiqas misilman hebin, gund û bajarên hemiyade mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe çi nabe cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zika ne, camêrin, dînên xwe de rast û qewîne, xurtin û dîsa, weke qewmên dî nexwendane, ne dewlemendin. Dinyayê de çi dibe cîranê wan musquf çaveye, wî çi bike nizanin. Luma rêya xudê dee min ew cerîde yaha nivîsî bi izna xudê teala paş niho her pazde roja de carekê ezê cerîdekê binivîsim. Navê wê min kiriye (Kurdistan) wê cerîdeyê de ezê behsa qenciya ilim û meirîfeta bikem. Li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese û mektebên qenc hene ezê nîşa kurda bikem, li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çava şer dikin, ticaret çawa dibe, ezê hemiya hikat bikim. Heta niho kesê cerîdekî hulê ne nivîsiye. Ew cerîdeya min a ewiliye luma wê gelek kêmayî hebîtin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêmin paşî, hinekî diçe dikeve rê de, ewe êdî ezê dest meqsedê bikim. (We minellahê tufîq).

Hezretê pêxember eliyhel selewat û elselam gotiye: (El ulemaê weresetel enbiya), anku ulema warisên enbiyane ji terefê xudê de meimurin weiz û nisîhetê biden xelkê, riya qenc nîşa wan biken, luma gelî ulmayên kurda, çawa ewin weiz û nesîheta nimêjê didin welê divê ewên mîr û axa û kaurmancin dinasin wan teşwîqa zanîna ilim û meirifetê biken. Riya qenc nîşa wan biken, heke evên wê neken gunehê hemiya stuyê we ye.

Dîsa hezretê pêxember eleyh elselam gotiye: '' El ilim ilman ilim elebdan we ilim el edyan'' anku, ilim du du ne, yek jî bidnaye, yek jî ilim, dîn û îmanêye, ilim bedena hekîmiyê ye. Gelî mîr û axanao heya niho kî ji we guh daye wî emrê pêxember? Kî ji we zaroyên xwe, birayên xwe, mirovên xwe rê kirine dane xwendin? Kî ji we gundê xwe da, bajêrê xwe da mekteb, medresek daye çêkirin? Gelî elmano ûn çire wan hedîsa ji mîr û axa re naxûnin? ûn çira cerîdeyên erebî naxwînin, da ûn bizanin dinyayê de çi dibe.

Dîsa hezretê pêxember eleyhe el selam gotiye: ''Elkasib hebîb ellah'' anku mirovê kesb û karê bike xudê teala hej wan dike. Ew mirovê nexwenda be nizane cerîdeya bixwîne, ew mirovê cerîdeya nexûne nizane li kuderê ticaret qenc dibe. Cerîdeyên niho tên nivîsandin behsa hemî tişta diken , mirovên wan bixûntin wê bizanibe malê destê wî de li kuderê pera dike.

Wan salên hade İstanbulê mektebek hatiye çêkirin, navê wê mektebê mekteba Eşîraye, xeyirî zaroyên eşîra zaroyên kesê qebûl naken, ji Bexda û Şamê, ji Yemenê, Şimir û Enzê hemî zaroyên xwe rêdikin İstanbûlê wê mekteba eşîra de dixwînin. Her sal du heyva diçin malên xwe paşî dîsa tên şeş, heft sala de alimên qenc ji wan derdikevin. Paşî dên diçin gund û bajêrên xwe dewlet her heyva pere dide wan dibin meimûr, hêdî hêdî dibin muteserif, dibin walî. Gelî mîr û axano gunehê zaroyên we stûyê we be, ûn jî zaroyên xwe rêkin bidin xwendin, dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya xudê de xêra bikin.

Dîsa hezretê nebî eleyhe elselam gotiye: '' Elherb xidet'' gelî mîr û axa û kurmancino, dinya zane kurd camêrin li wî zemanê ha de şer bi camêriyê tinê nabitin, top û tifengên we ecêb derketine, hevqa dûr diçin, cîhê mirov dengê wan nebihîsit gule di berikên wan diçin mirova dikujin.

Ji tîpên Aramî: Dêrsim Oremar

 

 

 

 

 

 

BEDIR KHANS

 

SERBESTI

OLD MAGAZINES ABOUT KURDS & KURDISTAN

 

 

 

KURDISTAN - 1898, by Mikdad Bedir Khan, Cairo

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum