Rojnameya NEWROZ


 

Hejmar a 78an ya Rojnama Newroz


Hejmar (78) Subat 2008 z -2619 k ya rojnamaNewroz Ji wesanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ derket.


vê hijmara nû, ev babetên xwar bi xwe girtin e:
- Sûriyê û roja 21ê Subatê
- Osmanê Dadeliyê çû ser dolovaniya xwe
- Komcivînên Rêxistinî
- Du xewndekar Hatin Giritn

- Pîrozbahî Bi hatina cejna jinan û Newrozê
- NA Ji êrisa leskerên Turkiyê re … Dilsozê Dozê
- Guhestina tîpan …. Rêberê Silîvî
- Pistî 83 salan jî hê asiqê hevdu ne
- Ahenga Dêrika Hemko
- Du xalbalkês di bîranîna Osman Sebrî (Apo) de ... Dr.Ebdilmecît Sêxo
- Sînemxan û resmên ronahiyê
- Serxwebûna Kosofo Rê li pês xebata gelên bindest dûz û hêsan dike ... Xemxarê Kurdaxî –
- Heval Ebdil-mecîd ji nav me barkir

- Wateya Cejna Evînê Çî ye?. … Dîlan Zivingî
- Enstîtuya Kurdî li Kölnê gavek e dîrokî avêt: Kurdên cîhanê bi rêya internetê ferî kurdî dikin
- Danezana Samê li ber gef gurên man û nemanê ye

Sernivîs

Sûriyê û roja 21ê Subatê

Bi xêra xebat û çalakiyên ?sax û komîteyên rêxistina komela gis?tî ya neteweyên yekbûyî (UN) û bi taybetî rêxistina perwerdekirin , zanyarî û rew?senbîriyê ya navnetewî (Yonisko) , gelek rojên giranbuha , bi navnîs?an , bi ?sansoret , bi rêz û hurmet hatine binavkirin û bûye biryar û daxwaz ku li seranserî cîhanê hemî dewlet û milet li wan rojên taybet û pîroz bibine xwedî , mehrecanan lidarxin û bidin nasîn , nirx û wateyên wan rojên hêja ?sirove bikin , bidin ber çav û his?an , da ku cî bigirin , mirov li mirovatiya xwe xwedî derkevin û dewlet li îmzên xwe bi xwedî bin.


Ji wan rojên bi nirx û wate , pîroz û xwe?s :
A- Roja 10ê Berçile bona mafên mirovan ên cîhanî .
B- Roja 8ê Avdarê bona cejna jinan a cîhanî.
C- Roja 21ê Avdarê bona wekhevî û dijî toximperestiyê li cîhanê.
D- Roja 1ê Gulanê , roja kar û kirêkarên cîhanê.


Vêca ji bilî gelek roj û cejnên dî yên ku li cîhanê dezgehên dewletan , partî , rew?senbîr û hunermend , kes û komele bi bîra xwe û derdorên xwe tînin , weke roja parastina mafên zarokan , roja parastina sirûs?tê , roja as?tiya cîhanî , roja pakbûn û paqijiyê , roja li dij çekên tevkujiyê , roja rêzgirtina sîstemên rêkan ….û hwd.
Li vê dawiyê , ya balkês?tir bo min , weke însan , weke kurdekî Sûrî , ew bû ku roja 21ê meha Subatê jî li gor biryara Yonisko – rêz û hurmet ji karmendên wê re – bûye rojeke cîhanî , vêca ji bo çi ?? Ji bo parastina zimanê dê ! Belê , ji bo parastin û lêxwedîderketina herkesî li zimanê gelê xwe , li zimanê xwe yê zikmakî û hew.
Ragihandina fermî digel hinde dezgehên dewleta Sûriyê bi hêrs û ?sewat li ser pirsa bikaranîna zimanê Erebî radiwestîn, didane pê? , dikirine hawar û qîr ku zor pêwîste û divê xelkê Ereb karibe hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibe xwedî , û vaye – xwedêgiravî – rêxistina Yonisko ya navnetewî roja 21ê Subatê bona giringiya vê yekê kiriye rojeke cîhanî, loma jî divê hemî navend , komele û dezgehên Sûriyê li zimanê erebî miqate bin .


Ne xeme mirov karibe bîne bîra xwe, ji ber ku hêjayî gotin û dubarekirinê ye ku, li Sûriyê li dirêjahiya 50 salên borî , gelek biryarên as?kere û yên ve?sartî li dijî bikaranîna zimanê me yê dê derçûne û hatine bikaranînin . Rol û kartêkirina wan biryarên qedexekirina zimanê me yê dê – Kurdî – hê berdewam û li dar in . Eve ne tenê nakokiyeke mezine , lê belê rûres?iya siyaseta ?soven û toximperestî bi xwe ye .


Zanyarê hêja Mîr Celadet bedirxan ji berî bêtirî 70ê salî destê xwe dabû ser birînê , giringî û pêwîstiya zimanê dê bas? naskiribû , bi dil û can jê re xebitîbû , di ber de ?serekî mezin dikir , xwe pir pê mijûl kiribû , dida ser hev , dida ber hev , diponijî û dinivîsî . Ji nivîsarên nemir Celadet nameyeke vekirî ji Mistefa Kemal re bona zimanê kurdî bû , îro jî bo me Kurdan hêjaye mirov lê vegere , da ku em jî weke civat , rêxistin , wes?an û kes li Sûriyê karibin hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibine xwedî û hersal bi hatina roja 21ê Subatê re silavên germ ji Yonisko re bi?înin .