ROJ-Î KURDISTAN


Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Roj-i Kurdistan

Roj-î Kurdistan

 

 

Rojî Kurdistan* 1922-1923 (Silêmanî)

Pêþekî

Silêmanî û bi taybetî bajarê Silêmanîyê cêyekî wî yê dîyar heye li peydabûn û peresendin û pêþkevtin û gorîna çapemenî û rojnamegerîtî ya kurd li dawiya salên sedeyê nozdem û nîvê yekemîn ê sedeyê bîstem da.

Li pas dawîhatina Cengê Cîhanî yê Yekem û dagîrkirina bajarê Silêmanî ji layê Îngilizan ve, çapxane li Silêmanî tête damezirandin. Hendêk rojnameyê heftane û çapemenîyê kurdî yê din têne belavkirin.

Rojnameya Pêþkewtin a hefteyî, yekemîn rojname bû li vê navçeyê da hate belavkirin.. Yekem hejmara wê li roja 29ê Nîsana sala 1920 hatiye belavkirin, heta Temûza sala 1922ê berdewam kir, di vê maweyê da 118 hejmarên wê hatine belavkirin.

Her wekî derdikevê da- mezirandina deshelata netewî ya kurd li Silêmanî bû, ji ber wê rojnameyê Pêskewtin radiwestê û li ciyê wê rojnnameya Bangî Kurdistan tête belavkirin. Xwe- dîyê îmtiyaz û birêveberê wê Mistefa Pasa Yamulkî bûye, belam wesana resmî yê hikumetê Kurdistana xwarû bû ku Sêx Mehmud bi navê Melîk Mehmûdê Yekem fermanrewayîya wî dikir. Hejmara yekem a Bangî Kurdistan di 2yê Tebaxa 1922 da hatiye belavkirin, bi tevayî 14 hejimar jê derçûye.

Pist ra ji rojnameya Bangî Kurdistan sûnde, rojnameyeka dî bi navê Rojî Kurdistan ku xwedî îmtiyaz û birêvebirê wê M. Nûrî bû û li Silêmanî derdiçû, yekemîn jimara wê di roja 15-yê Çirîya Pasîn a sala 1922 hatiye belavkirin.

Ev rojname jî ew hende nejîya û bi rastî jî tusî ew tengasiyan bû ku li ser Silêmanî da hat û carêkî dî hate dagîrkirin. Belam raperînên kurdên navçeya Silêmanî li jêr fermandeyîya Sêx Mehmud propagande jibîr nekiribû, ji ber wê li sikevtan jî bûwaya rojnameyê kurdan her belav dikirin, weha bû li pas rojnameyê Rojî Kurdistan li baregayî fermandeyê leskerî Kurdistan, li sikevta Casene, rojnameyê Bangî Heq sê hejmar hatin belavkirin..

Dema ku Sêx Mehmûd vegeriya Silêmanî, rojnameya Umêdî Îstiqlal a hefteyî hate damezrandin û li çapxaneyê hikumetê dihate çapkirin, tenya (25) hejmar di sala 1923 da hatiye belavkirin.

Di sala 1924 da ku bi temamê raperînên kurd li navçeya Silêmanî kip bûn, rojnameya hefteyî ya Jîyanewe di 18yê Tebaxa(Axustosa) sala 1924 da yekemîn jimara xwe belav kirîye.

Ev e di vê kitêbê da em hemû hejmarên rojnameya Rojî Kurdistan bi çapa ofsêtê belav dikine. Rojî Kurdistan yek ji rojnameya hefteyî yê herî girîng e ku bi zimanê Kurdî hatiye belavkirin. Xwedîyê îmtiyaz û birêvebirê wî M. Nûrî û nûserê wî Elî Kemal bûn. Hejmara wî ya yekemîn li roja çarsema 25-ê Rebîûl Ewela sala 1341-ê hîcrî (15-yê Tisrîna duwem a 1922) hatiye belav kirinê. Ji hejmara yekem heta hejmara duyem, li rojên çarseman derçûye, ji hejmara yazdemîn heta hejmara panzdemîn li rojên semîyan derçûye.

Li pey laperên(rûpelên) hejmarên rojnameya Rojî Kurdistan hatiye nûsîn, (15) hejmar jê derçûye, ku çi li rastî da (16) hejmar jê derçûye, çunke hejmara sêyemîn hatiye dûbarekirin bi bê ewê ku di rojnameyê da ev xeletî bête dîyarkirin, hejmara (3) yê eslî, wate yekem di 9-ê Rebîûldawî(meha çaremîn a koçî) ya sala 1341-ê hîcrî (29-ê Tisrîna Duwem a 1922) da derçûye, û hejmara (3)ê duwem li roja 16-yê Ribîulaxir a sala 1941-ê hîcrî(6-î Kanuna yekemîn a sala 1922) hatiye belavkirin. Di vê maweyê da em roja derçûna hemû hejmaran diyar dikin:

 

 

1- Hejmara(1) 15yê Tisrîna duyem a 1922.

2- Hejmara(2) 22yê Tisrîna duyem a 1922.

3- Hejmara(3) 29ê Tisrîna duyem a 1922.

4- Hejmara(3) 6ê Kanûna yekem a 1922.

5- Hejmara(4) 13yê Kanûna yekem a 1922.

6- Hejmara(5) 20ê Kanûna yekem a 1922.

7- Hejmara(6) 27ê Kanûna yekem a 1922.

8- Hejmara(7) 3yê Kanûna duyem a 1923.

(Bi çewtî li rojname da Kanûna yekem hatiye nûsîn.

9- Hejmara(8) 10ê Kanûna duyem a 1923.

10- Hejmara(9) 17-yê Kanûna duyem a 1923.

11- Hejmara(10) 24ê Kanûna duyem a 1923.

12- Hejmara(11) 3yê Subata 1923.

13- Hejmara(12) 10ê Subata 1923.

14- Hejmara(13) 17yê Subata 1923.

15- Hejmara(14) 24yê Subata 1923.

16- Hejmara(15) 3yê Adara 1923.

Rojnameya Rojî Kurdistan bi qeware(pîvan) û ruxsar biçûk bûye, ji hefteyê carêk dihate belavkirin, bi çar rûpel bû, pîvana rûpelan(34 cm x 21cm 5 r.) (têkst 5 r. 28 cm x 18 cm) belam bi naverok gewre bûye, hemû hêvî û amanca wê serdemê neteweyê kurd girtîye nav xwe.

Rojnameyê Rojî Kurdistan, rojnameyeke resmî yê zimanê hikumetê Kurdistana xwarû bûye, hemû dengûbas û hewall(ehwal) û beyannameyê resmî yên hikumetê, bi taybetî ferman û îradeyê Melik Mehmûdê Yekem li ser rûpelên wê hatine belavkirin.

Rojnameyê Rojî Kurdistan, rojnameyêkî sîyasî û diplomasî bûye, gelek bîr û rayê wê serdemê bo çakkirina kar û xebata neteweyê kurd li ser rûpelên wî da hatine belavkirinê, her weha bi brûske hewallê sîyasî yê parçebûna kurd û derveyê welat û pêwendîya sîyasî ya navbeyna dewletan belav kirîye.

Rojnameya Rojî Kurdistan, rojnameyek komaleyatî bû, gelek gotarên komaleyatî yên li derbarê jîyana kurd de, belam naveroka sîyasî jî li ser rûpelên vê rojnameyê da hatîye belavkirin.

Rojî Kurdistan, bayexêkî taybetî bi edeba kurdî daye, sîîr belav dikir, piranîya sîîrên ku li ser rûpelên wî hatine belavkirin, ji sîîrê sîyasî têne hejmartin, ev cûre sîîr li wê serdemê da belav bû.

Çapkirina hejmarên Rojî Kurdistan, amadekirina serçavîyêkî edebî û mêjûyî yê girîng e, bi gistî bo jîyana wê serdemê Kurdistan û bi taybetî jî navçeya Silêmanîyê.

Kargêrîya gistî ya rosinbîrî kurdî, erkê çapkirina hejmarên Rojî Kurdistanê xiste hestûyê xwe, ev karê wan hêjayê sipasê ye. Dîyar e, ev desgayê kurdî yê hêsta pêroke ye, pêwîstîya wî bi yarmetî û harîkarîya hemû rosinbîrên dilsoz ê kurd heye.

25î Mayîsa 1973

Cemal XEZNEDAR

(Kovara Bîr)

 

 

 

 

 

 



Foundation For Kurdish Library & Museum