”Payiza dereng”
ya Firat Cewerî
Husein Muhammed
1. Bi gistî
Payiza 2005ê yekem romana nivîskarê demdirêj rêzdar
Firat Cewerî bi navê Payiza dereng ji Wesanên Nûdem
derket. Roman li ser jiyana kesek bi navê Ferda ye ku pistî 28 salên
li biyanistanê dixwaze vegerre Kurdistanê.
Payiza dereng bi sîvek li mala dostê Ferdayî anku Ferîdê
vebêjê romanê dest pê dike. Ev sîv li êvara
berî birêketina Ferdayî ya ber bi Kurdistanê ve tê
xwarin. Roja din Ferîd Ferdayî digihîne nik kurrê wî,
Cengoyê yekane ku hê ji zarrokiyê diya wî li babê
wî winda kiribû.
Piska romanê ya li mala Cengoyî yekbêjiyek anku monologek
125-rûpelî ye ku Ferda hemî jiyana xwe ya tijî serpêhatiyên
evînî û trajîk li Swêdê radixe ber çavên
kurrê xwe. Keç- yan jinpeydakirin û jidestdana wan ji Ferdayî
re her carê ji ya berê jandartir bû. Taliyê Ferda bi
keçek kurd re dizewice û wê ji Kurdistanê tîne
Swêdê û zarrokek anku Cengo jê re dibe. Lê jina
wî ya kurd jî di civaka swêdî de roj bi roj diguherre
û taliyê Ferdayî dihêle û kurrê wî
lê heram dike.
Birêz Firat Cewerî guherrînên di Ferdayî û
jina wî ya kurd Hêlînê û derdorên wan de
çêdibin bi awayine hosteyane vedihûne û dîmenek
tarî yê tijî bûyerên kitekit yên balkês
lê xemgîn ji jiyana awaretiyê û dûrwelatiyê
diyarî xwendevanên xwe dike.
Pistî 28 salan Ferda vedigerre bajarrê xwe, bajarrokek bakurê
Kurdistanê. Ji hingê ve em êdî bi nameyên wî
yên ji Ferîdî re haydar û agadarî rewsa wî
û welatî dibin. Di ber nameyên Ferdayî re, Ferîd
çîrroka wî ji zarrokiyê ta revîna ji Kurdistanê
raberî me dike.
Ferda pêsî ji guherrînên li welatî peydabûyî
pirr bigazin e. Ew xizm û lêzim û hevbajarriyên xwe
xerîb û sar dibîne û li wir jî xwe biyan hes dike.
Hevdem Ferîd bi serpêhatiyên xwe û Ferdayî jiyana
sorresxwaz ya salên 1970yê li gel xwestek û xeletiyên
çepgiran radixe ber çavên xwedevanên romanê.
Em ji Ferîdî fêr dibin ku Resît û Selîm
jî berî derketina Ferdayî û Ferîdî hogirên
wan yên çepgiriyê bûn. Lê ji nameyên Ferdayî
diyar dibe ku yek ji wan bûye serokê cerdevanan (casan, qoriciyan)
û
yek jî serdarê gerîlayên wê herêmê
ye. Herduyan serrê dijî dijminan ji bîr kiriye lê berberiya
wan ya dijî hev û dijî heval û malbatên hev ti
sinor û dilovaniyê nanase.
Bajarrê Ferda vegerriyayê ji azadî û aramiyê dinyayekê
dûr e. Esker û polîs nahêlin mirov çayekê
jî bi rehetî vexwe. Lê ya gerîla jî tînin
serê gel ne ji ya dewletê kêmtir e.
Ferda bi xwe ji her kesî zêdetir di bin gef û herreseyên
herdu hêzên hov de ye loma ew neçar dibe ji wê cîhana
cinawiran bireve. Lê vê carê ew baznade Swêdê
lê xwe dispêre dilê zeriyek zarsirîn ya ku ne kêmî
wî zilmlêbûyî ye. Ew xwe diavêjin himêza
hev û birînên xwe bi evînê dicebirînin yan
diniximînin ta ku rojekê êdî hay ji wan namîne.
2. Tevnê romanê
Vebêjê Payiza dereng Ferîdê dostê lehengê
romanê anku Ferdayî ye. Li mala Cengoyî Ferda bi xwe bi dirêjî
basa jiyana xwe ya hatina Swêdê, siyasetkirin û sarbûna
ji siyasetê, tenêtî û ramanên xwekujiyê,
peydakirin û jidestdana evînên yek li pey ya din dike.
Pistî Ferda vedigerre Kurdistanê ew nameyan bo Ferîdê
li Swêdê dinivîse. Ev name nedestdayî di romanê
de tên wesandin û rewsa welatî û jiyana Ferdayî
ya pistî vegerrê li wir bi van nameyan arasteyî xwendevanan
têt kirin.
Di navbera nameyên Ferdayî de, Ferîd jî basa zarrokî
û xortaniya Ferdayî û xwe û hinekî jî ya
Selîmê niha cerdevan û Resîtê niha serhildêr
dike.
3. Civak
3.1. Biyanistan
Bi pêskêskirina hin ji bûyerên jiyana Ferdayê
ku bo demek kurt hatiye derveyî welatî lê pistî 28 salan
dixwaze vegerre, nivîserê romanê hosteyane dîmenin ji
guherrînên hêvî, rastî û mejiyên kurdên
aware û misextiyî biyanistanê bûyî di ber çavên
me re diborîne.
Bêguman e ku Ferda bi armanca siyasetkirinê hatiye Ewropayê
lê pistî ew lihevnekirin û nezaniya siyasetvanên kurd
dibîne, li siyasetê jî sar dibe û taliyê bi temamî
dest jê berdide. Ew roj bi roj bi hesreta welatê xwe dijî
lê dibîne ku ev firset her roj ji destî direve.
Hema bêje hemî kurd xerîbî û dûrwelatiyê
zor û zehmet dibînin û nivîskarên me jî
pirr li ser dinivîsin û bi taybetî jî helbestan pê
vedihûnin. Lê belkî tenê Sahînê Bekirê
Soreklî ne tê de, min nedîtiye ku nivîskarek din ya
/ yê kurd karîbe bi nimûneyên kit-kitî anku yek-yekî
û detalî wek Firat Cewerî vê dijwariyê rabixe
ber çavan.
Tevî gelek trajediyên tên serê Ferdayê reben jî,
roman ne tenê xemgînî û bedbextî ye lê ew
jî wek jiyanê carine çirîsk û tîrêjên
hêvîdar dide. Tevî ku Ferda gelek car evîndar dibe jî,
her evîna wî ji yên berî xwe cuda ye û bidawîhatina
wan jî têvel û cihê ye loma xwendevan bi wan nakerrixe
û zivêr nabe.
3.2. Kurdistan
Pistî vegerra Ferdayî bo Kurdistanê, em niha jiyana wir bi
gistî û ya wî bi taybetî ji nameyên wî yên
ji Ferîdî re fêr dibin. Bi kêmî be jî destpêkê,
Ferda li Kurdistanê jî xwe xerîb dibîne û nagunce
rews û rabûn û rûnistina wir. Dewlet bi her awayî
hovîtiya xwe didomîne lê çekdarên serhildêr
jî bela xwe ji xelkê venakin.
Di ber nameyên Ferdayî re, Ferîd ji me re basa jiyana Ferdayî
ya berî revîna ji Kurdistanê dike. Di xortaniya xwe de Ferda
û hevalên wî Ferîd, Selîm û Resît
roj bi roj li çepgiriyê û sosyalîzmê disarin
anku germ dibin û ji ber hindê taliyê dikevin belayan û
Ferda û Ferîd neçar dibin warê xwe bihêlin û
bazbidin Ewropayê. Bi bûyerên di jiyana wan de diqewimin,
nivîserê romanê gelek aliyên çepgiriya salên
1970yê, mentalîteya çepgiran û helwesta wan ya dijî
nistimanperweriya kurdan xuya dike.
4. Evîn
Evîn hêza serekî ye ku vê romanê kelecan û
balkês dike. Roman ne bi evînên abstrakt wek hezkirina ji
welatî yan heval û mirovên xwe lê berî her tistî
bi hezkirinên ji keç û jinan û bêsiûdiya
Ferdayî di wî warî de dagirtî ye.
Lê berevajî lomeyên ku Amed Tigrîs di rexnekirina vê
romanê de dike, têkiliyên zayendî ti carî di romanê
de nêzî pornografiyê nabin lê nivîserê romanê
ji erotîzmê jî nareve. Têkiliyên zayendî
yên di romanê de pirralî û têvel in û ti
carî ne tenê bi armanca provokasyonan lê wek parek bingehîn
ji jiyanê xwe didin pês. Ew têkilî geh sadiyê
û geh jî kovandariyê peyda dikin û her carê ji
hev cuda û taybet in.
5. Xwarin û vexwarin
Bawer nakim ku ta niha ti romanek din ya kurdî wiha bi berfireyî
cih dabe çêjî û teamên xwes. Nivîserê
romanê wisan bi kit-kitî basa çêkirin û xwarina
wan dike ku mirov dikare bawer bike ku ew bi xwe divê miriyê çêkirin
û xwarinê be. Lê xwendevana/ê bixwaze zû romanê
biqedîne belkî bipirse ka çi pêwîstî bi
ev qas vegotina lezetên xwarin û vexwarinê heye.
6. Ziman
6.1. Bi gistî
Belkî Enwer Karahan, Perwîz Cîhanî û Lales Qaso
ne tê de, min bi xwe zimanê ti nivîskarek kurmancînivîs
wek yê Firat Cewerî dewlemend û berfire nedîtiye. Lê
wek ku ji Payiza dereng dixwiye, belkî zimanê birêz Cewerî
ji yê yên binavkirî jî pirralîtir be. Mijar jiyana
gundewariyê, çepgiriyê, têkiliyên nav nivînan,
xwarin û vexwarin, lîstina li gel zarrokan, kom û komelên
kurdên aware yan jî xeyidîna jinûmêran be, zimanê
Firat Cewerî hespek rewan e û bêyî asêbûn
li astengan bi çargavî dibeze û xwendevanan jî bi xwe
re difirrîne.
Amed Tigrîs dibêje ku zimanê Payiza dereng sivik û nisêbînî
(mêrdînî) ye. Lê bi baweriya min sivikiya zimanê
vê romanê ne ji yekalîtî û qelsiya wê lê
ji herrikbarî û kurdîtiya zimanê nivîserê
wê tê. Mêrdînîtiya zimanê hêja Cewerî
ne vesartî ye û nayê hasa- û mandelkirin lê ew
ne ji nivîskarên din yên kurd herêmîtir e. Bi
min gencîneya peyvan ya devoka Mêrdînê wek xezîneya
biwêjan ya Behdînan zengîn e û ji ber hindê pirr
bas e ku nivîskar xwe ji hin peyvên li Mêrdînê
tên bikaranîn nesûstiye lê bi xebitandina wan bi dehan
– ger ne bi sedan – peyvên kêmpeyda tevî wêjeya
spehî ya nivîskî ya kurdî kirine.
Guman jê nîne ku nivîserê Payiza dereng bi kurdî
ramiye û romana bi kurdî nivisiye û ta raman û tistên
biyanî jî xwes li kurdî anîne.
6.2. Rêziman
Sasiyên rêzimanî mînîmal in lê yên
tên kirin mixabin bi berdewamî tên kirin.
Hin ji kêmasiyên rêzimanî ji bandora devoka nivîskarî
ne, wek jibîrkirina pasbendika ”î” ji dû lêkerê
di dema borî ya sade de dema bireser (obje) ”tu” be:
*Min tu dît. (Ku divê ”Min tu dîtî” be ji
ber ku ”Te ez dîtim”.)
*Wî tu girt. (Ku divê ”Wî tu girtî” be ji
ber ku ”Wî ez girtim”.)
Herwiha yek ji sasiyên berdewam jî bikaranîna cînavên
(pronavên, pronomên) tewandî ye li gel lêkera ”çûn”:
*Min çû. (ku divê ”Ez çûm” be.)
*Te çû. (ku divê ”Tu çûyî”
be.)
Nivîser bi sasî peyva ”çay” û ya ”hay”
hingê jî ditewîne dema divê netewandî be:
*Min çayê da ser. (ku divê ”Min çay/ça
da ser” be)
*Me hayê jê bû. (ku divê ”Me hay/ha jê bû”
be.)
Ji bilî van sasiyan, nivîserê romanê herwiha forma arkaîk
ya guherrandina tîpa ”a” yan ”e” bi tîpa
”ê” wek forma tewandî a navdêrên zayendnêr
de bi kar tîne: agir > êgir; neyar > neyêr. Ti sasî
di vê formê de nîne lê dibe hin xwendevanên di
devoka wan de ev form bi vî awayî nayêt bikaranîn biheyirîne
û behitî bihêle û ta belkî têgihistinê
jî hinekî dijwar bike.
6.3. Rastnivîsî
Rastnivîsiya anku îmlaya Payiza dereng ji pirraniya pirtûkên
kurdî gelek bastir e. Lê li vir dixwazim çend kêmasiyên
berdewam dubarebûyî diyar bikim:
Ji nivîserê vê romanê re dijwar tê kengî
”ye / ne” yan ”bû / bûn” ji lêkerê
cuda û kengî pê ve zeliqandî binivîse, anku:
- ”vekirî ye” yan ”vekiriye”
- ”birrî bû” yan ”birrîbû”
Divê neyê jibîrkirin ku nuansek giring ya wateyê di
van herdu sêwazên cuda de heye. Yên zeliqandî dînamîzma
rewsê diyar dikin:
- ”Min pencere vekiriye / vekiribû.” (Min rewsa wê ji
girtîbûnê guherrandiye / guherrandibû vekirîbûnê.)
Lê yên ji hev cuda tên nivîsîn xuya dikin ku rews
statîk e:
- Pencere vekirî ye / vekirî bû. (Vekirîbûn taybetmendiyek
pencereyê ye / bû, wek: ”Pencere mezin e.”)
Bi kurtî: Ger kesekî tistek kiribe, divê ”ye / bû”
bi lêkerê ve bên nivîsîn. Lê dema tistek
bi xwe tistek e yan tistek bû, divê hingê ”ye / bû”
ji lêkerê bên veqetandin.
Yek ji sasiyên berdewam ku nivîskar dike jî ew e ku pasdaçeka
”da (=de)” û ”ve” bi lêkerên li pey
wan ve dizeliqîne:
* ”Min bi serê wî dakir.” Ku divê binivîse:
”Min bi serê wî de/da kir.” ji ber ku fraza adverbiyal
”bi serê wî de” ye, ne ”bi serê wî”
anku ger bêt pirsîn: ”Bi kû de/da?”, bersiv dê
wiha be: ”Bi serê wî de/da”, ne ”bi serê
wî”.
* ”Min berê xwe bi wî alî vekir.” Ku divê
bêt nivîsîn: ”Min berê xwe bi wî alî
ve kir.” ji ber ku fraza adverbiyal ”bi wî alî ve”
ye, ne ”bi wî alî” anku ger bêt pirsîn:
”Bi kîjan alî ve?”, dê bersiv ”Bi wî
alî ve” be, ne ”bi wî alî”.
Nivîser herdem gotina ”we bû” anku ”wer bû,
wilo bû, wisan bû, welê bû, wa bû” bi hev
re wek ”webû” dinivîse. Belkî armanc ew e ku vê
”we bû”yê li gel ”we bû < hûn bûn”
tevlihev neke. Lê ger bixwaze xwe ji tevliheviyê rizgar bike, çare
ne pêkvenivîsîna ”we bû”ya pêstir
e lê dikare awayên wek ”wer bû, wilo bû, wisan
bû hwd” bi kar bîne.
Kêmasiyên rêzimanî û rastnivîsî hema
bêje tenê ev bûn û pirraniya wan kozmetîk in û
tenê ji xwendevanên li rêzimanê û rastnivisiyê
pirr sexbêr re belkî nerazîbûnê peyda bikin.
7. Encam
Payiza dereng yekem romana birêz Firat Cewerî ye lê gihistîbûna
wê encama dehsalên nivîskariyê ye.
Tevî ku nivîserê romanê lehengên xwe dide peyivîn
û çîrrokên wan yên hema bêje sade û
rojane vedibêje, nivîskar bi rêya bûyer û belayên
tên serê Ferdayî dîroka civaka me ya nîv sedsalekê
digel guherrînên derveyî û yên hindirrî
mejiyê mirovekî – ku xwendevan dikare bi gelek awayan xwe
tê re bibîne – radixe ber çavên me.
Berevajî gazinên Amed Tigrîsî ku dibêje hemî
Payiza dereng tenê helwesta subjektîv ya lehengê romanê
ye, di rastiyê de lehengên romanê bi awayek seyr û sosret
rewsê bi objektîvî ji me re radigihînin. Ta carine wisan
objektîv in ku êdî baweriya mirovî pê nayê!
Rêzdar Cewerî bi vê romanê çêjek xwes ya
wêjeyî dide xwendevanên xwe û bi taybetî klasîkên
rûsî Turgenev û Dostoyevskî tîne bîra min.
Lê berî her tistî ev roman dîmenek pirralî yê
xem û xwesiyên civaka me ye.
Nivîserê romanê û lehengên wî peyamek heye:
her awayê jiyanê bi zimanê kurdî dibe. Kêm berhem
wek romana Payiza dereng xwes wê angast û îdiayê rast
derdixin.