Li xeribiyê windakirina herdu welatan
Payîzeke dereng

Rohat Alakom

13/11/2005

Romana Firat Cewerî ya bi navê Payîza Dereng di vê payîzê de, berî çend heftan hate wesandin (Nûdem, 2005). Li bergê romanê jî payîz heye. Belgên (pel) daran yên zerîn û ew mirovê nîvco ku di nav van belgan de serê xwe hildaye diçe, wek rûpelê dawî yê romanê babeta windabûnê û tunebûnê tîne bîra mirovan. Payîza Dereng, romaneke hacimfireh e, ji 407 rûpelan pêk tê.


Firat Cewerîyê ku bi helbestan ve dest bi nivîskariya xwe kiriye, pasê bi kurteçîrokên xwe ve hatiye nasîn, vê carê bi romana xwe ya pêsîn bi navê Payîza Dereng ve derdikeve pêsiya xwendevanan.


Di romanê de serpêhatiya kurdekî koçber, penaber bi navê Ferda ku demeke dirêj, 28 salan li Swêdê maye, heye. Di rojeke payîzê de hatiye Swêdê û dîsa di rojeke payîzê de jî li ser rêya vegerê ye, koçberî welatê xwe dike, welatê ku bîst û heyst sal in nedîtîye. Cîhê ku bûyerên romanê yên ku pistî vegera Ferda li welêt pêk tên, ne zêde zelal e. Di hin cîhan de qala Mêrdînê û Nisêbînê tê kirin. Belkî jî Ferda kesekî mêrdînî be.
Di para yekem de Ferda li Swêdê ye, di para duwem de ew êdî vegeriyaye welatê xwe. Para romanê ya yekem wek monologeke dirêj dikare bê hesibîn. Di vê parê de Ferda ji kurê xwe Cengo re bi dûrûdirêjî qala jiyana xwe ya Swêdê dike.


Mêrxasê romanê, Ferda ye. Ferda li ser rê ye, çend seetên wî hene ku balafira wî rabe. Zû dike. Bi lez û bez e. Di van çend seetan de ji kurê xwe yê ku bi salan nedîtîye jîyana xwe ya Swêdê vedibêje û hundirê xwe dirêje. Kurê wî Cengo, ji ber problemên malbatî heta niha li bal diya xwe maye, mezin bûye û di romanê de niha îmkana hevdudîtinê ji bav û kur re peyda bûye an jî nivîskar peyda kiriye.


Ji gotinên Ferda tê famkirin ku wî li Swêdê gelek tist winda kirine, welatê xwe winda kiriye, heval û hogirên xwe, jina xwe winda kiriye, kurê xwe winda kiriye û gelek tistên mayin. Di dawiya romanê de em çawa dibînin ew bi xwe jî bêsop winda dibe. Di romanê de her windakirin heye. Wek wan belgên daran yên zerîn ku payîzê yek bi yek diwesin û pistî demekê dibin xwelî, winda dibin. Di esasê xwe de babeta windakirinê, çawa em dibînin bingehê problematîka xeribiyê, dûriyê û penaberîyê pêk tîne. Kesekî an jî keseke ku bi salan li xeribiyê maye û winda nekiribe li rûbarê dinê tune ye. Mirov her winda dike, her winda dike.


Bûyerên para romanê ya duwem li Kurdistanê derbas dibin. Ferda êdî vegeriyaye welatê xwe, nas û pismamên xwe dîtine, li mekanên ku zaroktiya wî li derbas bûye, geriyaye, xwariye-vexwariye... Lê belê çawa em dibînin, Ferda li welatê xwe jî xwe xerîb(!) dihesibîne.
Di nav van bîst û heyst salan de gelek tist guhirîne. Welat guhiriye, Ferda guhiriye, her tist guhiriye. Li her derê welêt xwîn dirije, zordestî, lêdan, ezîyet û îskence heye. Mirov van hemû xeberên nexwas ji wan nameyan fêr dibe ku Ferda disîne ji Ferîd re; ji wî hevalê xwe re yê ku li Swêdê maye.


Di para duwem ya romanê de nivîskar stîla vegotina romanê diguhirîne. Di besekê de nameyên Ferda, ku ji Ferîd re disîne hene, di besên din de rojên berê hene. Di van besên kurt de jî nivîskar vê carê xwendevanan dibe zemanekî din, salên rabuhurî, salên zaroktî û xortaniya Ferda a li Kurdistanê. Besên nameyan wek besên raporkirina rewsa welêt, besên din wek besên bîranînên salên berê ne. Di besa van bîranînan ya dawî de em dibînin ku Ferda derdikeve derva û cara pêsîn ku diçe Ewrûpayê. Bi gotineke din dema mirov ber bi dawiya romanê tê, mirov Ferdakî ji du Ferdaya pêkhatî dibîne: Ferdayek seferî Swêdê dike, Ferdayê din ji Swêdê vegeriyaye. Bi saya vê stîla “hat-çûnên zemanî” ve nivîskar xwastiye belkî jî jiyana Ferda temam bike, portreke edebî ya rêk û pêk biafrîne. Roman ji van besên çerxbûyî û zivîrî pêk tê. Duh û îro bi hevra hatine girêdan. Ev beskirinên romanê ji alîkî de jî bîna xwendevanên bîngteng hinekî diguhirîne, firehtir dike.
Pistî vegerê Ferda rastî keçeke bi navê Dilnarîn tê. Lê belê dilê vê keçikê yê narîn jî skestandine. Pistî hevnaskirina Ferda û Dilnarînê dilê wê zêdetir diskê, vê carê bi destê polîsan. Ji ber ku têkiliyên wê bi Ferda re hene, polîsên Tirk ezîyet û îskenceke mezin lê dikin. Hêdî hêdî çavên Ferda ji aliyê polêsen Tirk de tên tirsandin, êdî enînivîsa wî jî hêdî hêdî dîyar dibe.


Di dawiya romanê de beseke ji du rûpelan pêkhatî bi navê Gotina Nivîskar heye. Nivîskar li vir kêlekê lêdixe, bi vê dirûnê ve xwe entegreyî bûyerên romanê dike. Di vê besa romanê ya nedor de em fêr dibin ku nivîskarê romanê xwastiye ku di derbarê babeta vegerê de romanekê binivîse, bi riya kartekê ji Ferda alikarî xwastiye û dil kiriye here welêt li wir lêkolînan bike. Lê belê pasê ji Ferîd ê ku li Swêdê dimîne fêr dibe ku Ferda ev mehek e winda bûye, kes nizane çi hatiye serê wî. Li Swêdê li mala kurê wî sîn heye. Nivîskar dev ji planên xwe yê çûyîna welêt û nivîsandina romaneke ser temaya vegerê berdide. Li suna vê temayê ew biryar dide ku di derbarê temaya windabûna Ferda de romanekê binivîse. Romana Payîza Dereng bi van çend xetên nivîskar ve diqede. Belkî jî nivîskar bi vê têkilîbûna xwe ve, li dijî zilm, zordestî û cefayê derdikeve, windabûna Ferda ya bêsop û bêîz rûres dike. Belê, ev notên nivîskar yên dawî wek protestoke edebî jî dikare bê hesibîn.


Di romana Payîza Dereng de her kesê / kesa ku li xeribîyê dimîne, dikare di vê romanê de xwe bi rehetî bibîne. Di para romanê ya yekem de Ferda vekirî behsa meceraya xwe ya xeribiyê dike. Firsendeke bas ketiye destê wî, qala hemû jan, ês û kederên xwe dike. Di vê parê de bas tê xuyan ku xerîbî wek jinxaseke straneke kurdî ya xeribîyê dibêje:” dilê minî bi kulî bi merezî bi birîn e”. Li xerîbîyî giyanê (ruh) mirovan gelek caran dikare birîndar bibe. Ferda kesekî zane û ronakbîr e. Lê belê zanebûn, entelektuelî, xwandin jî têrê nake. Bêgavî û bêçaretî mirovan diêsîne. Ne li wir, ne li vir e. Belê, bi kurtî li xeribiyê mirov gelek caran herdu welatan jî winda dike.
Dema min romana Firat Cewerî xwand, kurteçîrokeke Kurdo Baksî ya bi navê Guhên Dîwara hene (Väggarna har öron, Svartvitts förlag - 1994) û romana Lales Qaso ya bi navê Ronakbîr (Pelda, 2003) hate bîra min. Di van herdu berheman de jî du ronakbîrên kurd hene ku li biyanîstana Swêdê ketine ber destan, bi jan, ês û bi keder in. Ji tistên hezkirî, nas û nêzîkên xwe bidûrketine. Xerîbiyê hertim ji wan re xemên teze peyda kirine. Rol û statûya mirovan, zêdetirîn jî yên mêrên kurd li van welatên dereke guhirîne. Zarokên wan bûne “bavên” wan, jinên wan bûne reîsên malê û ew bi xwe jî bûne xerîbên xwe, gelek caran xwe nas nakin!


Firat Cewerî, babeta xeribiyê kurdên Serhedê negotî bas qefilandiye (girtiye) û tê da kûr bûye. Nivîskar ew problemên ku li xeribiyê (bi taybetî serobinobûna rolan) bi zimanekî zelal, cihêreng û edebî ve raxistiye ortê. Romana Payîza Dereng di derbarê babeta xeribiyê de mirovan gelek ronî dike û edebiyata kurdî ya xeribiyê jî dewlementir dike. Berhemeke balkês e.