REWSENBÎRÊN
KOWBOY

Sêro yekî bejinkurt bû. Lê bi çendê wê bejna xwe yê kurt jî, di bin erdê de hebû. Çi ne hatibûn serê wî ku? Ji ber xezeba azadiyê mala wî wêran bûbû. Dê bavê wî di temenê xwe yê dawîn de ketibûn di nav feqîrî û perîsaniyek mazin de û her wisan neçar jî ji vê dunyê bar kiribûn. Xwusk û birayên wî jî her yek ber bi hêlekê ve rêwî û berba bûbûn. Birayên Sêro wek Sêro bi Sêro re keti bûn zindanê û bi dehan sal hukum li ser wan hati bû birîn. Yên li metropolên Tirkiyê sev û roj li pey bi destxistina nên bûn, hebûn. Sêro jî, ji ser riya Filistînê, Libnanê Iraqê û Sûriyê re hatibû li Swêdê bi cih bûbû. Lê tendurustiya wî ne li cih bû. Ji ber 14 gulleyên di lasê wî de li Swêdê 6 caran emeliyat derbas kiribû.
Sêro yek ji têkoserên herî kevin ê PKK'ê bû. Bi wê nesaxiya xwe jî her roj diçû komeleya PKK'ê li kar û barê komelê xwedî derdiket. Berî ku welatparêz bihên komeleyê, komel dimalt, pak û xawên dikir. Xwarin û çayê jî amade dikir. Kî dihat komelê, nan û çayê Sêroyê nexwes dixwar û vedixwar û pasê jî mafê xwarina xwe didan komelê. Her bi vê awayê jî komel lêçûna kirê, av û elektrîkê dida. Heger ne Sêro bûya, gerek Rêxistin van lêçûnên komelê bida. Bi kurtî ew komel a mazin li ser milê wî Sêroyê bejinbiçûk û pirr welatperwer digeriya.
Rojekê Sêro dît ku çar kurdên bi cil û bergên entîke ketin nav komelê, ji ber civatê derbas bûn bêyî ku slav li civata komelê bikin. Hatin ber maseyekê lingê xwe heman wek kowboyan li lingê sendeliyan xistin, berê sendeliyan ber bi hêla xwe de zivirandin û pasê jî li ser rûnistin.
Sêro wan nas ne dikir. Ji hevalekî xwe pirsî got 'Bi Xwedê dikî ev kî ne?'
Hevalê wî gote wî:
- Ev rewsenbîr in. Navê wan Amîd Dîcle, Qahar Çiya, Alîxan Kizîrî, Welat Botan e. Gava dihên komelê, bi gotina kurdên Qonyê; hem 'hawalî' û hem jî 'poxlî' ne. Tistekî na ecibînin. Lê belê gava diçin derve li ber swêdiyan wek mirîskekê xwe biçûk dikin. Komplêksa xwebiçûkdîtinê ya ku li ser wan heye li ser kesekî din nîn e.
Pistî bi awir û axefên xwe ji xwe re têr û tije qurretî û begnaziyan li der û dora xwe barandin, pasê jî wek li restorantekê bin û bang li garson bikin, destê xwe bilind kirin û ji Sêro re gotin:
- Ca ji me re çar xwarin û pasê jî çay werîne! Heval! Î roj xwarin çi ye?
Sêro rabû hat ber wan. Kurtedemek li wan meyizand. Ew ê bigota wan ku 'de rabin ser xwe kûçikbavino! Ev der komela sehîdan e! Ne ciyê we ye!' Lê dîsan xwe ragirt û bi dengek nizm lê belê pirr bi biryardarî bersiva wan da û gote wan:
- Bas e. Î roj fasûlî û birinc heye.
- Xwes e? Pak hatiye çêkirin?
- Min çêkiriye. Pir xwes e.
Pistî xwarin û çayvexwarinê dîsan wek l'dema ketina xwe ya hundur wisan bi quretî û begnaziyên xwe derketin û çûn. Ne pere dan û ne jî supasiya Sêro'yî kirin ji bo vê xwarin û çayvexwarina xwes.
Sêro di tevaya kar û barê komelê de erkdar ê herî pêsemîn bû. Xwedîxaniyê komelê yê swêdî hatibû ji komelê re diyar kiribû, ku divêt ji komelê derkevin. Sêro pêwendiyên xwe yên bi saziyên dewletê xist navberê û lokalek nuh ji komelê re peyde kir. Ji ber ku Sêro li Swêdê wek gaziyê serê navbera PKK'ê û dewleta tirk dihat jimartin, saziya Xaça Sor û penaberan Sêro'yî bas dinasîn û her karekî wî bi dilxwesî dikirin. Lêbelê ev lokala nuh pirr gemar bû û gelek kêmasiyên wê jî hebûn ku diviya bihata çakkirinê. Diviya ku lokal hem bihata malistin, pakkirin û hem jî rengkirinê.
Sêro bi çend hevalên xwe yên nuh ên, ku hîna destûra rûnistina wan a li Swêdê ne hatibû û pirê caran serdana komelê dikirin, dest avêt van karan û bi giranî û bi serperestiya Sêro'yî kar çû serî û dawî hat. Heger vî karî dabana sîrketekê, bi sedhezaran pere ji komelê dihat girtin.
Komel pirr ciwan û rind dîsan berdest û amadeyê welatperwerên penaber bû.
Roja din rewsenbîr jî dîsan wek berê dest bi hat û çûnê kirin.
Hevalekî Sêro ji Sêro'yî re got:
- Ca bala xwe bidiyê! Dîsan wek her car rewsenbîr jî dest pê kirin û dihên komelê. Dîsan wek berê diçin li herî serî dirûnin. Destê xwe na vêjin çi karekî jî. Me komel ava kir, pak û amade kir, nuha jî ew dihên û li ciyê herî guzîde dirûnin. Her tenê axiftin û soran pev re dikin. Heger tenê bin jî, dîsan bi kedkarên komelê re jî wisan bi hêsanî na din û na stînin. Bi tenê her gava ku birçî bin yan jî tihnî, ji Sêro re dibêjin 'ca xwarinek bîne!', yan 'ca çayek werîne!'. Ev çi mirov in Tu bi Xwedê dikî?
Vê carê berî ku Amîd Dîcle ji Sêro'yî re bibêje 'heval ca çayek werîne!' Sêro xwe nêzîkê Dîclê kir û jê pirsî:
- Çawa dibînî? Komela me ya nuh xwes e gelo?
Dîcle bi awirek mirûzquzandî li Sêro'yî meyizand û bi kurtî gotê:
- Herê xwes e xwes.
Sêro vê carê tam derfet dît ku toleya gelek carên berê ji van Xwedê giravî rewsenbîrên qurre û begnaz hilîne. Sêro çavê xwe girt û devê xwe vekir:
- Ma ev tenê?! 'Xwes e!' Ma ne gerek e ku Te bigota hevalino destê we derd bîne, we pirr xwes kiriye?! Pirr hêja ye?! Pirr bas e?! Tu li ku derê bûyî? Gava me van destê xwe li nav wê gemara vir diedimand Te çi dikir? Nuha jî dîsan wek berê Tu hatiyî li serê gosa herî bilind rûnistiyî û slav jî na dî welatperwerekî! Ma Tu kurê kî yî? Tu ne kurê vî welatî yî?
Dîcle bi bihnek teng gotina Sêro'yî birî:
- Ma heval! Hinek ji me diçin serê çiya û hinek ji me jî dinivisînin. Ma ..
Sêro van klîseyan pirr bihîstibû. Loma dengê Dîclê di cih de birî:
- Rabe ser xwe û ji vir biqesite! Ew tehta kû Te li ser rî, baranê ji zû de ye ku sûstiye. Ev ne komela berê ye. Nuha li vir her kes wek hev e.
28.12.2007
Bavê Barzan