Melayê Bateyî
(1689-1755)

 

Navê Melayê Bateyî yê rastînî ‘Husên’ e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê (cild 6 r. 1113") de hatiye nivîsandin ku navê wî ‘Ehmed" e. Her wisan nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Sêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.

Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê wesanxaneya "Firat"ê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê hatiye çapandin. Li ser pista wê çapê "Mele Ehmedê Batê" nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, "Hesenul Ertosî" (Hesenê Ertosî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertos jî navê esîra wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertosiyan e. Nivîskarê “Dîwana Kurmancî” Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: "Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e'
Dibe ku navê wî "Hesen- Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.
Di helbestên xwe de tenê mexlesa "Batî" bi kar aniye. Lê belê di Mewlûda xwe de “Bate” xebitandiye û bi vê mexlesê wiha dibêje:

Bo cemî'ê muslêmîn û salîhe
Bo feqîrê "Bate" yê el fatîhe

Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji esîra Ertosî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn.

Dibêjin ku sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya werza payizê de, ji bo biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîstiye Zozanê Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Termê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê termê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve.Helbest hinek hesifiye, besa ku hatiye xwendin ev e:

Ji çirya pasiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêsa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Cosil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê

Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîsan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê

Melayê Bateyî, hem zanayekî pir mezin bûye û hem jî helbestvanekî sehraza. Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:

1 - Mewlûda Pêxember Eleyhî Selat û Weselam
2 - Bi helbestên hêja xemilandî dîwanek
3 - Destana Zembîlfiros

Ev helbest ji dîwana wî ye:

Sibh û êvarê seva tarî semala kî yî tu
Leyletil Qedr û Beratin nûrê mala kî yî tu
Çîçeka Baxê Êrem soxî bala bejn û bala kî yî tu
Bo Xwedê key bêje min kanê sepala kî yî tu
Dêm ketîbe zulf û hasê serhê xala kî yî tu

Dilbera gerden sefîfî da newa dura eden
Nazik û mewzon letîfî nexlî ya selwa çîmen
Gul lêbasî gul qiyasî gultenî gul pîrehen
Ahoya desta Tetarî rehzena aska xeten
Horiya baxê bihistê çavxezala kî yî tu

Qiblegaha asiqan î sengela ebro zirav
Hate birca sanisînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha seîdî resreyhana ta belav
Filfila Hindistanî zulf û xala kî yî tu

Ew çi dêm e sahebax e gulsena daril qerar
Sed hezaran nal û awazê bilbil çar kenar
Helqe pêda besto hatin eqreb û îlan û mar
Nêrgîza sehla sepalî asemîna merx û zar
Leb xemosî mey firosî dêm piyala kî yî tu

Pêncî salî Sahlewendî kevtime çala resed
Min nizanim çerxî dêm e tê heye birca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hisk û sefalîn min divêt can tê ebed
Sah li textî dilberî fikr û xiyala kî yî tu

Sefhe kêsa katibê xeybê ji nûra layezal
Xaleke wa l gerdenê mislê Berê Res mah û sal
Sed hezaran rekbe hacî tên tewafa zilf û xal
Netrek û setriy û îlan dane ber bayê simal
Layibali çarde xalî çarde sala kî yî tu

Sehkitêbek min divêt behsa muhubet bittemam
Sed tilism û sêhrê tê da pêk ve Suryanî meqam
Ebceda isqê me xwend û eql û winda kiro mam
Horiya baxê bihistê totiya tawus xeram
Xeyrê Batî padisaha min delala kî yî tu

Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bi kar aniye. Wisa dixuye ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtine; his û bîra wi jî di cih de bûye. Di helbestên wî de dixuye ku ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan bas nas kiriye.

Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li gundê Bate hate vesartin. .

Çavkanî:

1) Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, cild 2, r. 418
2) Kurdo, Prof. Qanat; Tarîxe Edebiyata Kurdî, r. 65, Özge Yayincilik, Anqere 1992
3) Islam Ansiklopedisi, cild 6, r. 1113, Stenbol
4) Yûsiv, Evdireqîb; Dîwana Kurmancî, r. 45, 48, 50, 53,56, 137

Not: Ev nivîs ji pirtûka mamosteyê min rehmetî Feqî Huseyn Sagniç a bi navê Dîroka Wêjaya Kurdî hatiye girtin û ji aliyê min ve hatiye analîzkirin