Silêman Demir


 

Pistî bîst salan yan jî “Dil pîr nabe”


Silêman Demir li dû demeke dirêj, bi romaneke êsa evîneke biserneketî ko navê wê “Pistî bîst salan” e derket pêsberî xwendevanên xwe. Ev kitêba Silêman Demirî ji terefê wesanxaneya Dozê ve li Stenbûlê hatiye wesandin û ew ji 152 sahîfeyan pêk tê.

Ev romana hanê bi forma “EZ”ê hatiye nivîsîn ko qahremanê wê yê serke Memo ye. Memo, pistî salên dûr û dirêj, ji Swêdê radibe û dide rê ko seriyekî bide nas û dostên xwe yên li Binxet û Bêrûdê, lê di heman demê de, di qoziyeke hesî wî de hêviya dîtina evîndara wî ya nejibîrkirî ango dîtina Meyremê heye û ji vir û pê ve macera dest pê dike.

Silêmanî ji hêla forma romanê ve, ev romana xwe li gora yên berê (Koç û Sorê Gulê) piçekî guherî ye. Ev him ji hêla bikaranîna teknîkê ve û him jî ji hêla vegotina vebêjeriyê ve weha ye. Her çi qasî di roman û çîrokê de forma vegotina “EW”, yanî forma sexsê sêyem rehetiyekê dide nivîskarî/ê jî forma vegotina “EZ” xwendevanan bastir bi xwe re kas dike û wan dike sirîkên bûyeran ko heta bi dawiyê mîna siya nivîskarî/ê pê re rêwîtiyê dike. Loma jî hilbijartina vê formê ji bona xwendina vê romana Silêmanî tehmeke xwestir dayê.

“Pistî bîst slan” ji fînala çîrokê dest pê dike. Bi gotineke dinê, gava ko mirov besê pêsî dixwîne û di heman demê de wî besî bike besê dawiya romanê jî tistekî zêde ji forma xwe wenda nake.

Çîrok weha dest pê dike. Rojekê, Momo û hevala xwe Paula li hev dikin ko ew here welatê xwe (Brezîlya) û Memo jî ji nisa ve biryara rêwîriya xwe dide. Ji xwe mirov lê hay nabe bê ev bes çawa diqede, bi gotineke dinê, di vî besî de vegotineke rewan, formeke mêxwes ko ew bi tasewas û meraqê ve dagirtî ye, loma jî hew mirov lê hay dibe ko ew qediya ye.

Di vir de, bi tenê pistî ko Memo biryarê dide da ji Swêdê ber bi rêwîtiya xwe ve here, gelek wext û cîh zû tên guherîn da mirov gavekê berî gavekê têkeve atmosfera bûyerê, lê mîna ko piçekî ev proses mekanîk bûye. Gava Memo Paulayê bi rê dike, weha dest pê dike:

“Serê meha temûzê, hema roja ko min Paula bi çavên tije hêsir ji himbêza xwe derxist û li firokeya Brezîlya siwar kir, ez çûm min ji xwe re li bilêtekê pirsî, min wê rojê yeke Samê birî û min roja din berê xwe da Sûriyê. Ez çûm û min gera xwe, wek ko min hîna li Swêdê pîlan kiribû, kir. Ez du rojan li Samê mam. Çend dost û nasên min li wir jî hebûn. Ez bi dû re serekî çûm Qamîslo jî, ez yekî çûm Hilêlikê, ez li tax û kuça mala Meyremê geriyam û raçav bûm, ez bi dû re çûm miqabilî Tirkî û min ji wir têr li Nisêbînê, li taxa ko ez lê mezin bûbûm nerî.

Ez heta wir çûm, lê mixabin ez serekî neçûm Nisêbînê. Min xwest ez herim, lê min newêrîbû, min nikarîbû. Ji ber ko hîna gava ez li Swêdê bûm min li rewsê pirsîbû. Dost û nasên min bi rêya ebûqatekî li rewsa min pirsîbûn. Li gora ko ebûqêt fam kiribû, nav û dengê Tirkiyê wek ê defê ji dûr ve xwes bû, Tirkî hîna ew Tirkî bû, ez hîna kesekî ne azad bûm. Pistî wilqase salan hîna jî karîbûn min bigirin û min bi terorîstiyê tawanbar bikin.

Pistî ez hefteyeke li Qamîslo mam, ez dîsa vegeriyam Samê ba dostên xwe û pistî du rojan jî ez çûm Bêrûdê.”

Dîsa di vî besî de gelek dîmenên bi hisret, bi ês û bi trajediyê ve dagirtî hene. Memo li Bêrûdê, li mala dostê xwe Evdo û jina wî Nefoyê dibe mêvan û bi alîkariya wan dide ser rêya evîna xwe ya nejibîrkirî. Ew pistî çend rojan mala Meyremê pêde dikin. Ew dîmenê pêsî ko Memo û Meyremê çav li hev dikevin, mîna brineke ko qalikê wê biseqite û ji nuh de der bibe, mirovî dike atmosfereke xemgînbar:

”Heta wê bîstikê em nêzîktirî ronahiya lempê bûbûn, rohniya lempê bastir dabû rûyê min. Ez li wir besisîm. Gava rûyê min, kenê min û diranên min derketin ber çavan, Meyremê ez nas kirim û bi qîrînî xwe avêt min û got "Memo ye".. Ez nema zanim bê Meyremê ez wî çaxî çend caran ji herdu aliyên rûyê min maçî kirim. Bi maçîkirinan re dilerizî. Pistî maçan, îcarê gavekê ji min vekisiya û li min nerî. Bi dû re ez birim û li kêleka xwe cîh da min û em rûnistin. Ez bi zarokên xwe dam naskirin. Got ko em li Nisêbînê wek malekê bûn, em cîran bûn, em bi hev re mezin bûbûn û ez û Hesenê xalê wan birayên hev bûn, dêya min sîr dabû wî. Bi dû re pirsa bê ez li ko bûm, ez li ko me û min kî ji xwe re kiriye jin û çend zarokên min hene ji min kir. Min got ez li Swêdê me, ez ji mêj ve li wir im, lê jina min û zarokên min tune ne.

Teva ko zaroyên Meyremê hene û ew bûne xort jî Memoyî ew ji bîr nekiriye û nêteke wî ya vesartî heye ko wê birevîne, lê vê nêta xwe ji mazîbanên xwe re eskere nake. Ji wan re eskere nake, lê pistî ko Memo bi alîkariya Evdoyî mala Meyremê dibîne û Meyremê çav li Memoyî dikeve û pasê dihere ser nanê wê, Evdo û jina xwe li Momoyî gûman dikevin ko ew dikare tistekî wehe bike. Ji xwe, pistî ko Memo piçekî ji wê rewsa hanê bêhêvî dibe û dikeve rewseke aloz, ew bi xwe wê nêta xwe bi xwendevanan re par ve dike:

”Min ê îcarê çi bikira! Revandin ket bîra min, min biryara xwe wilo da. Êdî min Meyrema ko ez bi salan lê geriyabûm peyde kiribû, min ê ew birevanda, rêyeke din tune bû, sik nema bû. Min ê ew birevanda, min ê ew di ber asê kanîkan re serxet bikira û ez ê ji bajaran, li bajarê Diyarbekirê pê re rûnistima û ez nema vedigeriyam Swêdê. Ez giham biryara bi dû re çi bibûya bila bibûya, esil miradê dilê sêrîn bû. Min biryar wilo da, min wilo dikir û min ew bêbextî bi Paula re dikir, min Ewrûpa mewrûpa bi carekê re ji bîra dikir.”

Ev yeka hanê jî bi mirovî dide zanîn ko dil tu carî pîr nabe. Tu divê bila bîst sal, tu divê bila pêcî sal derbas bibin…

Heger Meyremê hêvî bidaya Memoyî, wî dê teva wî halê wê jî ew bi xwe re bivraya. Lê Memo li wir tistekî ciwanmêrî dike ko alîkariya Meyremê dike da ew diranên xwe çêbike û bi vê yekê re nivîskarî bi xwedevanên xwe daye his kirin ko êdî ew jineke navsere yan jî nêzîkî yextiyariyê ye.

Di dawiya vî basî de, Memo digihêje wê qeneetê ko êdî ne mimkun e ko ew û Meyremê careke din bigihêjin hevdu û ji kesera dilê xwe tistek wenda nekiriye, lê evîna wî hîna jî zindî ye. Ew rewsa wî jî dilê mirovî zîz dike ko gava ji Evdoyî re weha dibêje: ”Êdî bes e. Ez vayê bûme çil. Lê xwezî min Meyremê ji nû ve nedîta Evdo. Xwezî min ew ji nû ve nedîta û ev agir neketa nava min. Ez ê dîsa çawa bikim, çilo bikim.”

Dû re, ew polî posman vedigere Swêdê…

Pistî ko vedigere Swêdê, rewsa Memoyî ne bas e. Hevala wî bawer dike ko êdî dilê wî bi wê ne xwes e, lê Memo bi wê dide zanîn ko eleqeya rewsa wî bi wê re tune ye. Ew û hevala xwe Paula li hev dikin ko Memo ji bona demeke kin bi tenê bimîne. Ew dihere baxçeyê xwe û ji nuh de dest bi çîroka xwe û Meyremê dike û vê carê ji seiyê pêsî de dest bi serpêhatiya evîna xwe û wê dike. Ji nuh de me dibe Nisêbînê û di hêwan û dawîkên odeyên tarî de bi Meyremê re dikin pistepist û xurospros.

Di vî besî de jî li gel çîroka wî û Meyremê, çîrokeke din jî heye ko ew ji devê Meyremê tê vegotin ko ew li ser zarê xwesiya xwe qala çîroka qetlîma ermeniyan dike. Bi gotineke dinê, ev romana Silêmanî ji du çîrokên dirêj pêk tê ko di eslê xwe de eleqeyeke rasterast ya herdu çîrokan bi hev re tune ye, yan jî ji bona min weha ye. Çîroka pêsî (ya Memo û Meyremê) mirov bi kêfxwesî dixwîne û herka wê xwes e, lê çîroka dinê herka romanê sist dike.

Baweriya min ew e ko Silêmanî bi çîroka qetlîama ermeniyan neheqî li çîroka Memo û Meryemê kiriye, loma jî min di hevpeyvînê de ji wî pirsî û wî jî li gora xwe bersiva min da. Sedema ko ez gîhastime wê qeneetê ew e ko di sewiyeya dayin û sitendinên hevdîtinên Memo û Meryemê de, ew çîroka ermeniyan mîna dîwarekî ye. Di her cara ko mirov li bende ye ko Memo dest bavêje Meyremê yan jî wê maçî bike, Meyrem li ser devê xwesiya xwe dest bi vegotina wê çîrokê dike. Loma jî herk û heyecana romanê qels dike û mirovî ji bûyera esasî ko çîroka evîna Memoyî û Meyremê ye piçekî bi dûr dixe. Bersiva Silêmanî ji bona vê argumenta min heye, lê a bas em vê yekê ji xwendevanan re bihêlin û bêyî ko em zêdetir jî naveroka wê eskere bikin da xwendvan tahmekê jê werbigirin.

Îcar, min pirsî û Silêmanî jî bersiva pirsa min da; ka em li nivîskarê wê guhdarî bikin, bê wî ji bona vê yekê çi gotiye:

Enwer Karahan: — Çîroka din jî ya qetlîama ermeniyan e ko têkiliyeke rasterast bi çîroka pêsî re tune ye, gelo te çima hewcedariyeke weha dît ko tu vê çîrokê jî li gel evîna Memo û Meyremê di romana xwe de bi cîh bikî?

Silêman Demir: — Ew ji ber sê sedeman e: sedema yekem ew e ko roman li ser du çîrokan ava bûye. Dibe ko yek ji ya din dirêjtir yan jî “xwestir” be, lê roman wilo ye. Min xwest ez romanê li ser du mijaran ava bikim. A duyem jî ew e ko bi alîkariya çîroka duyem, psîkolojiya mirovan xwestir hatiye ravekirin. A din jî, ango sedema sêyem ew e ko min bi alikariya wê çîrokê, derfeta ko Meyremê bêyî ko Memo raste rast biskîne, xwe zû û erzan bi destê wî ve bernede, ji wê re peyde kiriye. Lê bêguman gava wilo dibe, pêdiviya bikaranîna du zimanan, du forman û du awayên vegotinê derdikeve. Yek jê, di forma “EZ” de bêjer bi xwe ye, ya din jî, Meyremê çîrokeke nas ji me re dibêje.

Enwer Karahan: — Te bi vî awayî piçekî neheqî li çîroka Memo û Meyremê nekiriye?

Silêman Demir: — Mirov dikare wilo bibêje, lê mirov dikare bi awayekî din jî bibêje. Mirov dikare bibêje ko nivîskar ceger kiriye û du çîrok bi hev re gotine, rêyeke zahmet daye ber xwe. Bêguman wê gelekî hêsantir bûya ko min bida ser sopa çîroka evîna Memo û Meyremê û min pirtûk ji serî heta dawî li ser çîroka evîna wan ava bikira. Karekî hêsantir bû û dibe ko gelekan wilo bêtir jê hez bikiraya. Lê metirsa ko roman bibûya romaneke xortan xurt dibû. Roman tev çîroka duyem mezin bûye, fireh bûye. Ez bawer im ko berê karên giran, mezintir e. Û her wilo min bi wî awayî jineke kurd ji xwestinên seksî yên bîstikan parastiye.

Bêguman wê hemû kes ji hemû hêlên wê hez nekin, lê ez bi esehî zanim ko wê hin kes wê hêla wê balkês bibînin û ji wê hêla wê bêtir hez bikin.

Du çîrok bi harmonî didin ber hev û romanekê ava dikin. Ez bawer im ko nakevin ber hev jî. Gava mirov dikeve nav yekê, mirov dixwaze wê fam bike û a din dihêle bi dû re, lê mereqa mirov a di derbarê wê de, her zindî dimîne.

Gotina dawiyê: Ev romana Silêmanî hêjayî xwendinê ye ko ew ji hêla rewaniya zimên ve, ji hêla tehm û lezeta çîroka evîneke têkçûyî ko tesîreke çawa li ser mirovî dihêlê, ji hêla pîskolojiya mirovekî li xerîbiyê ko pistî çend salan jî ew dikare hîna jî hisên wî yên macereyeke xortaniyê tev rabe û bide nav zeviyên bi histirî û qurincok û ji hêla hunermendiyeke ji dûrikgotin û ribabjeniya Evdoyî ko me têxe atmosfereke odeyên li gundên welêt, li dawet û dîlanên bi hilindir û bilindir û deng û awazên asiq û mitribên ko tu carî qîmeta wan li gora hinera wan nehat fahmkirin û hesibandin... Helbet ev bi tenê ji hêla çend xetên qalind ve rismekî romana “Pistî bîst salan” e ko min hewil da nîsanî xwendevanan bidim, lê gelek hêlên wê hene ko ew qabilî minaqase, pesin û rexneyê nin, vê yekê jî em ê ji xwendevan û rexnegiran re bihêlin. Lê min fahm nekir bê çima Memoyî di dema xortaniya xwe de ko ew qasî bi ser Meyremê de dîhn dibû, ew ji xwe re nexwest û rê da wê yekê ko ew here bi yekî dinê re bizewice û dakeve Binxetê?

Meha 10an, sala 2007an

ENWER KARAHAN
enwerkarahan@hotmail.com