Amed Tîgrîs

 

 

 


Pirtûka "Licê" û roja danasina wê

Gabar Çiyan

Nivîskarê hêja Amed Tigrîs ronakbîrek pir rengîn e. Bi programên xwe yên tv yî mîna "Rojbaþ Mamoste" û "Dibistana Kurdî" cihê xwe di dilên malbat û zarokên kurda de çêkir.

Weke mamosteyê kurdî û ronakbîrekî kurd di dezgehên kurdî de xebatên hêja û bêwestan kir.

Wî, pirtûkxaneya kurdî ji gelek awiran ve dewlemend kir. Carna bi tenê, carna jî bi nivîskarên din re berhemên hêja pêk anîn. Ken û Girîn, Kurterastî, Nîþan û Dawet û Cografya Kurdistanê beþek ji wan in.

Tîgrîs, demek e dirêj di medîa kurdî de nivîsên xwe belav bû. Li ser gelek mijaran reng da rûpelên kovar û rojnameyan. Hinek kovar û rojnameyên ku nivîsên wî tê de hatine weþandin, ev in: Berbang, Armanc, Kurdistan Press, Avaþîn, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûn...

Hêja Tigrîs wextek e bê deng bû. Lê derket holê ku ev bêdengiya wî sedema xwe hebû. Ew, wextekî dirêje li ser berhemekî nû dixebitî. Bingehek xurt ji vê xebatê re amade dikir. Bi wêneyên ji duhî dirêjî hetanî roja me dibe, xebata xwe zindîtir kir. Ji gelek kesan û awiran ve zaniyarî berhev dikir û bibîranînên xwe û derûdora xwe pirtûk tekûztir kir. Kitêb, valahiyek mezin li ser herêmek ji yê Kurdistanê dê dagire. Bi vê hasasiyetê, bi dehan car zimanê wê kontrol kir. Û pirtûka ku bi salan e li ser dixebitî bi dawî hat. Kete ber çapê...

Bajarê Þewitî Licê, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye. Amed Tigrîs yek ji wan kesan e ku bi vê yekê baþ zane. Ew bi xwe jî ji vê herêmê ye. Bi vê berpirsiyartî û zaniyariyê kitêba "Licê" nivîsî. Weþanxaneya APEC ê ku bi salan e ji çand, ziman û dîroka kurdî re xizmetê dike, gavekî din davêje û çapa vê xebata hêja dike.

Pirtûka giranbûha Licê, li Stockholmê, li navenda Kitêbxaneya Kurdî de, roja 6 ê nîsanê bi nasandinek berfireh dê bikeve destên xwendevanên xwe.

Min û Tirgîs cara ewil, çend sal berê, hev li Instîtuya Kurdî li Stockholmê dît. Wî, bi disîplîna xwe û xebata xwe ya rêkûpêk, bi gavên ji bo xebatên kolektîv, carna bi henek û nukteyên xwe, bi dîtinên xwe yê dewlemend û dostaniya ji dil, hezkirina xwe li cem me tevan çêkir. Bû mamosteyê me.

Mamoste Tigrîs...
Spas ji bo vê xebata te ya nû û hêja. Yezdan jiyanek dirêj û bisihet bide te. Ji bo ku Tu gavên mezintir bavêjî û bi dehan kitêbên din binîvisî.

Spas APEC, ji bo xebata we, ji bo xwedîderketina li çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe...

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se