LI
SER PIRS Û GELSHÊN ZIMANÊ KURDÎ
|
Van
demên dawiyê, ji hêla kurdan ve kampanîne ji bo
Zimanê Kurdî divebin.
Em
serkeftinê ji bo van kampaniyan dixwazin û me hêviyek
xurt heye, ku van kampaniyan bikaribin bigehîjin armancê û
piraniya wan kur û keçên me yên ji nifsên
nuh, ku li ber xetera jibîrkirina Zimanê xwe yê Dê
ne, bikaribin hisyar bikin.
Bêguman
Kampaniyên wilo ji bo Zimanê Kurdî, me pir gerek in.
Ji lew re wek dihêt zanînê; hîna li seranserê
Kurdistanê ew gels û astengên li ber pêsveçûna
zimanê kurdî ji holê ne rabûne. Bi taybetî
jî, ji ber ew xetera ku bi riya mediya hewayî yên kanalên
televîzyonî yên wek zimanên bi tirkî, farisî
û erebî, zarokên me dikevin ber pêlên asîmîlasyonê
û Zimanê xwe yê Dê ji bîr ve dikin!
Ji hêla din ve jî, ew gels û pirsên rojane yên
li jiyana me kurdên li dûriya welêt, her wisan ew jî
kargêriyek neyînî (menfî) li ser derfetên
bikarhanîna zimanê dayikê dike. Wek me pirî caran
dîtiye û hay jê bûye, ev xeter jî dikare
Zimanê Dê hem qels û lawaz bike û hem jî
bi gistî bi meriv bide jibîrkirinê!
Pir rast e: Ziman Hebûna Milletek e. Heger ronakbîr, siyasetmedar,
avahî û dezgehên pêsde yên milletê,
xwedîtî li zimanê xwe ne kin, hingê ew ziman dikeve
ber xetera asîmîlasyon û windabûnê.
Ev nêzîkê sed salan e, ku dewlet û dolîwgeriya
tirk kampaniyên cûrbecûr li ser zimanê kurdî
digerîne û na hêle, ku zimanê kurdî jî
wek zimanên din pês ve here. Lê hezar supasî û
sukur, ku Zimanê Kurdî xwe gihandiye ta vê rojê
û ji nav ne çûye.
Li Basûrê Kurdistanê, her çend nakokiyên
ramyarî (siyasî) di navbera kurd û dewleta Baasî
de hebûn jî, dîsan serdestên Iraqê çi
car gels û astengên wek serdestên Jön-Türk
û Kemalîstan li pêsiya Zimanê Kurdî ne derhanîne.
Wek em bas pê dizanin, li basûrê Kurdistanê, li
bin dîktatoriya desthilatdariya Baasî jî, her dem Wesan
û Rojnameyên bi kurdî hebûne. Radyoyên Kurdî
programên bi kurdî wesandine. Pir hindik li Rojhilata Kurdistanê
jî her wisan bûye. Radyoya Kurdî ya li Kermansanê
ta ji hêla me kurdên bakurî ve jî dihat guhdarkirinê.
Mafek sembolîk be jî - hebû!
Pistî kadkirina mêjûyî, em vegerin ser rewsa îroyîn.
Dirûsma me gerek ev be: Welatîno Bi Kurdî Bipeyivin!
Gava ku du kurd werin nik hev, pir serm û guneh e, ku bi zimanê
desthilatdaran bipeyvin.
Em ji bîr ve ne kin, ku ziman hîmê netewebûnê
ye. Piraniya nirx û hêjayiyên netewebûnê
di nav zimanî de vesartî ye.
Hin kes carina hebûn û cudatiyên zaravayên kurdî
ji xwe re dikin hincet û sedem û dibêjin, ku "em
bi zaravayê hev ni zanin, loma em bêgav dimînin ku bi
zimanê tirkî, erebî yan bi farisî bipeyivin."
Ev kes jî ronakbîr in (!) Me bersivek ji van kesan re heye:
Heger tu mirovek bêperwerde û kesek ji gundek li bin quntarên
çiyayên Kurdistanê bî, hingê em pê
dizanin û dipejirînin, ku tu çima zaravayên kurdî
(=zimanê kurdî) nas na kî, lê heger tu ronakbîrek
bî, wê gavê em qet fam na kin, ku ji ber çi sedemî
ye tu zimanê kurdî (=zaravayên kurdî) nas na kî!?
Bi kurtî pirs, pirsek rewsenbîrî ye. Formula wê
ya hêsan jî ev e: Gava ku tu bi zaravayê xwe bas bizanibî,
tu bi otomatîkî ji zaravayên din ên kurdî
jî têdigehî. Lê gava ku tu zaravayê xwe
BAS NAS NE KÎ - wek nimûne em bibêjin gava zaravayê
te bi kurmancî be - tu hingê bi soranî yan bi dimilî
qet jî ni zanî, zaravayên din ên kurdî di
guhê te de dikare wek frensî yan rûsî bêt
bihîstin! Lê gava ku me zaravayê xwe bas nas kir, em
bêguman hingê ji zaravayên din ên kurdî
jî pir û pir bas têdigihên. Hingê yên
bi dimilî, soranî û kurmancî dipeyivin, wê
bêyî astengek bi hev re bipeyivin û ji hev xwes têbigihên.
Gava
tu bi kurdî bipeyivî, hingê tu bi her kurdek dinê
re jî bi kurdî didî û distînî. Bêguman
bi zarûyan re jî...
Bersiva me ev e ji bo vê pirsa ku; "Tedbîr û gavên
pratîk dikarin çi bin ku axaftin, xwendin û nivîsandina
kurdî di nav kurdan de belav bibe?"
Ronakbîrê Welatî! Gerek ronakbîr zaravayê
xwe bas nas bikin û di nav hev de bi TENÊ bi kurdî bipeyivin!
Gava ronakbîr pêsengiya vê paradîgmayê bikin,
wê hergîz (muhaqqaq) gel û millet jî bêdudilî
li pey ronakbîrên xwe herin.
Ronakbîrên
welatî! Bi kurdî bipeyvin! Bikevin pês û rê
vekin ji xelkê re, ku gel û millet li ser sopa we herin!
Ji axiftina bi kurdî pratîktir û hêsantir tistek
din nîn e.
Bavê
Barzan
|