Kopiya
PEYKERA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ

Kopiya peyker a herî kevin a cîhanê bi destê hunermendê swêdî Îngmar Lyckhammar'î ve çêbû



Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholm'ê
ava bûye ku berhem kelepûr û bermayên mêjûyî yên li ser û binê
axa Kurdistanê were parastinê.


Ji bo vê armancê, yek ji çalakiya herî pêsî ya Sazendeya Kurdî, bi destê
hunermendekî profêsyonal û jêhatî yê swêdî (Ingmar Lyckhammar),
kopîkirina peykera herî kevin a cîhanê ku li Girê Navokê (Göbekli Tepe)
li Ruhayê hatiye dîtin, amade bû.


Ev peyker li dema lêkolînên arkeolojîkî ya li Girê Navokê li Ruhayê
ku bi serokatiya Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeolojiyê ya Amlmanî
(DAI) dibû, hatiye dîtin. Temenê vê peykerê 11.600 sal e. Gava ev peyker hat dîtin
di her du çavên peykerî de du yaqûtên spî û li ser rûvê wî jî yaqûtek din a spî hebû.
Lê belê î roj kes ni zane ku ev her sê yaqût li ku derê ne û çi bi serê wan
hatiye!


Wek bas dihêt zanîn, dewleta tirk li Kurdistanê çi kelepûrên mêjûyî bi destxe
talan dike dibe û winda dike.


Ji ber vê yekê pirr gerek e ku em xwedî li çanda xwe ya mêjûyî derkevin û ew
li nav avahî û dezgehên xwe biparêzin.

 

SAZENDEYA PIRTÛKXANE Û MUZEXNEYA KURDÎ LI STOCKHOLM'ê

 

TÊBÎNÎ:

Peykera ku li Willendorf'ê (Awusturya) yê hatiye dîtin, her çend dibêjin ji ser 20 hezar salan e, lê belê kes mêjuyê çêkroxên vê peykerê nas na ke.

Venus från Willendorf