Paşa Brodirêj

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 



Pasa Uzun, Mehmed Uzun, Ferîd Uzun & hevalên din

 

 

 

 

 

 

O bir dağ çiçeğiydi

 

 

 

 

 

 

Notên Dewranekê

 

 

Dîmenek ji dîroka Gelê Kurd a jibîrbûyî:
Pirtûka "Notên Dewranekê"

Gabar Çiyan

Pistî avakirina komara Tirkiyê, artêsa tirkan çend caran dest danîne ser hikûm û konaxa demokrasiyê rawestandin. Bi hatina cuntayên leskerî, ne tenê konaxa bicîhbûna demokrasiyê li Tirkiyê birîndar bû, lê belê raçavkirin û parastina mafê mirovan û mafê çandên din jî ketin nav piya, civat û medîa tirka ji awira hizirkirina azad ve hate felckirin. Nexwesiya îro a civat û medîayê ji gelek awiran ve bi wan konaxan ve girêdayî ye.

Bi hatina cunta leskerî a 1980 î, bakurê Kurdistanê bû îskencexane. Artêsê û hêza ewlekariyê, ne tenê li Kurdistanê, lê belê li derveyî welêt jî çalakiyên terorî bikar dihanî. Xebatên hêz û kesên welatperwer dihate raçavkirin û tedbîrên vekirî anjî vesartî dihatin girtin.

Cunta leskerî a 1980 î yek ji wan çalakiyê leskerîye ku Kurdistan wêran kir. Kurdistan di bin pêla hêza leskerî de çend salan xwîn giriya. Bi sedan ciwanên kurd di zindanan de hatin îskencekirin, besek seqet ma û hinek ji wan jî ava sehadetê vexwarin.

Amadekariya 12 îlona 1980 î diçe salên 1976-79 an. Wê demê siyarbûnek tevayî li Kurdistanê pêk hat û Gelê Kurd bêhtir li nasnameya xwe, zimanê xwe, çand û dîroka xwe xwedî derket. Hejmarek dezgehên demokratîk ava bûn û hêzên kurda di nava gelê xwe de pistgirî werdigirt. Ciwanên kurda ji bo pêkanîna soresê xebatên hêja dabûn pêsiya xwe. Lê car caran plan û hovîtiya neyaran dihate jibîrkirin.

Istixbarata tirka, hêza leskerî û polîsî, hayê xwe ji siyarbûna kurda hebû. Raçavkirina wan bi sêweyeke sîstematîk li Kurdistanê hebû û hayê xwe ji kesên "kurtçî" hebû. Pistî salên 76-77 an hejmara wan kesên kurdparêst bilind bûbû. Ber bi salên 78-79 an, pirsa netewî, li komele û dezgehên demokratîk vekirî munaqese dibû. Pêsketina erênî, tirsek mezin dixiste dilê neyeran. Ber bi sala 80 î ve, di nava kes û hêzên kurda de nakokiyên îdeolojîk dest pê kir. Pasê, nakokiya cihê xwe da pevçûn û nexwesiyan ûhwd...

Hewildana neyaran ew bû ku, ji bêtecrûbebûna kurda sûd bê wergirtin û bi provakisyona berê hêzên kurda, ji dijminî bêhtir, bide hev. Gelek kesên kurd, bûne qûrbana planên dijminî û êsiyan. Neyaran êrîs bir ser malên welatperwera û gelek kes hatin girtin. Pasê cunta leskerî hat. Û neyarên hov, Kurdistan kir dojeh...

Pirtûka "Notên Dewranekî", muhaseba berî 12 îlonê ye. Besek ji xeletiyên me dihêne zimên. Nivîskarê vê berhema hêja, Pasa Uzun, ji awira hêza xwe pirsê dinirxîne. Ji herêma xwe dest pê dike û li ser çalakiyên organîzasyonên kurda yê berî 12 îlonê agehdariyên giranbûha dide. Xeletiyên hêza dihêne zimên. Nakokiyên nav esîrên kurda û helwêst û lîstikên dewletê besek ji vê xebatê ye.

Uzun bi xwe jî dibe qûrbana derewekê û berî 12 îlonê bi salekê tê girtin. Li hepsa Sîweregê radize. Pasê wî dihênin zindana Amedê.

Rewsa zindana, hovîtita li ser girtiyên kurda a berî 12 îlonê û pistî wê dide ber hev. Li ser sedema êrîsên wan kur dibe û tecrubeyên xwe dide pês. Kêmasiyên hêzên netewî ki zindanê dinirxîne û li ser sedemên wan kur dibe.

12 îlonê û rewsa zindana, bahoza hovîtiya tirka li hemberî ciwanên kurda têra xwe balkês e. Êsa dayikên kurda li ber deriyê zindana û îskenceya serdana girtiyan, bi serê xwe cihê romanekê ye.

Destpêka berxwedanê, bi parastina polîtîk derdikeve holê. Pasa Uzun li ser pirsê, ji nivîskarekî bêhtir, bi çavdêriya xwe, xwe dide berepês. Zaniyariya piralî li ser parastina polîtîk, bilindbûna hejmara girtiyan û çareseriyên li hundir, îskencekirina girtiyan ne tenê ji aliyê neyaran, lê belê ji aliyê kurda jî dide mirovî. Avakirina komunan, pêkanîna yekîtî, hevkarî û berxwedanê li hemberî zilma neyaran, têra xwe bi sûd e û ji bo îro jî mesajan hildigire, dighêjîne me. Xebata Pasa Uzun hetanî roja avakirin û bicîkirina girtiyan di Zindana hejmara 5 an li Amedê didome.

Pir giring e ku kêmasiyên me yê berî 12 îlonê, piralî û ji aliyê tevayê hêz û kesan ve bê nivîsîn. Lîstikên neyeran bê nirxandin ku em tecrube û kêmasiyên xwe yên dîrokî neqlî neslên nû bikin û sûdan jê wergirin. Pirtûka Notên Dewranekî, ji vê awirê ve xebatek hêja ye. Uzun, çend pelên dîroka me ku di tariyê de mane, ronî dike.

Pirtûk bi kurdî hatiye nivîsîn. Kurdiya wî, a devkî û rojane hewildanek nû ye.
Ev helwêsta wî mirov kêfxwes dike. Xebata wî ji 143 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji aliyê Wesanxaneya Wate ve, li Stenbolê, di tebaxa 2007 an de hatibû çapkirin û belavkirin.

Zarathustra News


 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum