Narin OMER


 

Perîxana Min



Pistî demekî dirêj ji kar û xebatê di warê nivîsandinê de Nivîskar u helbestvana me ya hêja Narîn Omer du Pertûkên xwe wesandin yek bi zimanê kurdî bi navê Perîxana Min yek bi zimanê erebî bi navê (hinga bê dengî can dikisîne)u di van herdê berheman de
Narîn omer xwe di de naskirin wek helbestvanek jîr u zîrek Ji ber ko helbestên wê çîrok jiyana wê bi hemî rengê xwe Yê cor bi cor didê xuyakirin çê ji aliyê evînî ve bê an ji aliyê Cinavî u miovanetî bê an ji aliyê giyanî u netewî ve be u Narîn Omer tê ji me re xuyakirin jinek jêhatî u evîndarek Dilpak u hevjînek dilsoz u dayîkek dilovan u dil mezin.

Tista gelekî bas di berhemên wêde ku wê helbestên xwe Yê kurdî bi awayek kilasîkî u pêlewaz wesandine u li ser Ritmekî sazî xwes u nazik.
Ji dil u can em pîrozbahiya mamosta Narîn Omer dikin Em serkeftinê herdem jê re dixwazin.
Li dawî emê helbestên wê diyarî hewe bikin Em bi hêvî ne ku ew bi dilê hewe bin:


Himbêza pira Bafid

Di himbêza pira Bafid

Te çû xwenek belek dan î


Li Seqlanê* te kon raxist

Veda dîlan bi Botan î


Hemî peyvên zelal û ges

Li dora wan te alan î


Keçên dilsoz,ciwanên pak

Bihîstin wan civîn dan î


Memo ritma dilî saz kir

Siyamendo bilûrvan î


Xecê dîlan gelek xwes kir

Dema Zîn sal di bir banî



Cizîri Arifê sazbend

Hesen Zîrek bi Soranî


Kewîz Axa lehengê can

Bi dengê naz xêlo* anî


Hunermend Meryema xanim

Erê Eysê tu sazvan î


Hemî Bircên Pirê* deng dan

Belê Decla tu hozan î


Dixwazin em siwarbin’blez

Liser pêlên melevan î


Bero êvar de’m ser noq bûn

Me dî rojê di loran î


Dema xatra ye wey hawar

Me rastîya xwe nû zanî


Mixabin xewnekî roj bû

Sevê sîhka xwe ser danî


Erê dîsa’msupasdarin

Ji van xewnên bi sadman î.


*- Seqlanê: çemê seqlanê di Indîwerê de ye.

*- Xêlo: Sitrana Xêlo.

*-Bircên Pira Bafid.


Meqamim ez



Bilûrvan im xwes civan im

Newa lser ritma sivan im

Dilê gîtara sevan im

Sirûda lêv û devan im




Ez im awaza newaza

Di afrînim perde saza

Xwedî deng im zîz û aza

Ez im tîrim ez kevan im




Zimanek rast û resen têm

Kevin yan nûjen beden têm

Meqamim ez sîn û ken têm

Li damaran her civan im



Ji jînê helbest dihat im

Huner hîn bingeh helat im

Bizava hestan tebat im

Li min negrin vaye vanim



Hunermend im bange bend im

Revîn ês im jane berd im

B’evîna dilsoz re merd im

Tebata roj û sevan im.



Malzaroka buhistî

Zayîngeha pakrewanî

Dergûs u dergeh zimanî
Zîndan u dadgeh vedanî

Malbat u bingeh deranî

Dêrik çi xemla bi rengî

Havîn u payîz de sengî

Alafekî renge rengî

Hingiv u sîrav giyanî


Tor û huner name ya dil

Bafid* kila çav dike kil

Xeyda* dirazîne res kul

Qub* û Berabeyte* xanî


Xwes tê bi min zengilê as

Kaniya jinabû li bin kas

Wêran kirin tev çemên bas

Ka kaniya eskera nî*


Va Dêrsewî* as li hev da

Xan Nadirê* Buxçe avda

Tûyên Melê* lêv bi lev da

Hacî’mhemed* tisk deranî


Meska dewê Koçera nî

Xwesya mehîrê xuya nî

Kanî Resada dila nî

Ew tûzika taze kanî


Nanê Tenorê ne sarî

Sîrik bi jajî re barî

Gostê qelî zare zarî

Dest û devan tam dizanî


Cejna mezin têre herdem

Mes’el di bî roni ya dem

Zarok vexwin meste zemzem*

Da fir bidin êsên canî


Dêra Betol* xwes mebestî

Qehfên piçûk hê sikestî

Fala dilan min di xwestî

Ka bêje mandam çewanî?!


*-Bafid:pira Bafid,nêzîkî Indîwerê ye.

Kaniyek li Indîwerê ye. *- Xeyda:

*-Qub:quba Elî yê sêr,nêzîkî gundê Tildarê ye
*-Beraeyt:Gundek yê Fileha ye,dêra wan têde ye.
*- Mihemedê dêrsewî xwediyê as.
*-Nadirê:jinek xediya buxçekî bû bi nvê wê di hat naskirin.
*- Melê: Mela Mihemedê Hemdiya Melayê Dêrikê bû.
*- Hacî Mihemed:bavê Hadî xwediyê Tiskê (Hêlanokê).
*- Zemzem:ava Zemzem.
*-Betol: navek ji nav?n Miryema diya nebî Îsa ye Dêra kevin bi navê wê hati ye











Xalxalokê


Xalxalokê sirînê

Reng sorê deq sevînê


Dosta Dildar û Dilber

Berdevka rast evînê


Ritma saza sivanî

Hozanvana d’civînê


Bergotnên* rast tu danî

Ser maseya nevînê


Kerwan dûr çû ne dûr çû

Ka nîsanên revînê



Tilyên hestand’hejînê

Ser perda rû de tînê


Birh û mijgûl dirazin

Fala çavan dixwînê


Xalxaloka gelanî

Gund û bajar dibînê

Bextê manda tu bêjî


Çawa dîrok dijînê


Çîrokek dil Feratî

Cîhana rastî d’çînê.


*-Bergotin Tekhhunat(Bi erebî).




Înan*


Bi înanî me hev nas kir

Kelem pirbûn Me derbas kir

Sedembara Evîn saz kir

Dibêjî min gunehbarî?!



Ne pirbêjî fena* cara

Dinalînî wekî jara

Dibakî min bi sed zara

Te baxêvim bi çend zarî?!


Kenê sêrîn ji bîr kir tew

Sevên sadî hemî çû xew

Xwe digrînî dikî tew tew

Xwedî zar im tu sasyarî!!


Kesan tînî bibin dadgar

Hezar sûnda didî her car

Mixabin wek berê dijwar

Li sûndê nabe guhdarî


Serê min wax te bê his kir

Dilê dengbêj te çû res kir

Nesîbê pir çi zû bes kir

Digazînî Xiniz* yarî?!


Nema ez sa dibim dîsa

Eger Mada te ya pîsa

Tu car nabim Nebî îsa

Bi xaçê nabme dadyarî.

*- Înan: Îman

*- Fena: weke

*Xiniz:Xayîn




xewneroj


Rojekî di sibhê de

Ez tenê çûm bi rê de

Canika Kulîlk têde

Serbikek Milê wêde



Sande min Silav jê re

Pirsekî giring pê re

Heyv li jore yaljêre

Yan ketiye d’vê Rê de



Gotinek tenê gote

Sanesîn xwe kir cote

Lez bi bez re ajote

Ta giheste d’Malê de



Nave roje tav germ e

Hatina me pir serm e

Hizrekî dida ber me

Xweneroje em têde



Na ne Xweneya roje

Wek Buhuste lê Doje

Awira xwe kir tûje

Sermezar e ew têde



Vaye çax li êvare

Lê dikir mi guhdare

Da bi bîne çav yare

Lêdida dilî zêde



Canikê Silav bas e

Ev Serî te kir Ase

Sêweya te pir sase

Ma çi tist dikî Sûde



Gote Lawikê Zane

Vîn bi pêt û lerza ne

Heste vîn ne erzane

Kefte lefte bêrêde



Cane sêre Dilyar e

Merde û helez zare

Yê divim bi bî Yare

Xwes Evîn di xwenê de.


Tilyên hevrîsim




Gava j? xwe radibim ez

Rengê te yê pak dibîn im

Lêvên te keyfê dibarin

Tîpên vejînê diçîn im


Dengê te yê nerm û sazjîn

Ritma dilî jê di xwîn im


Tilyên te hevrîsm e dayê

Ser dêmenê can de tîn im


Çavên xwe digrim de raz im

Rayên mejî dadgerîn im


Yadê buhusta te yan ez

Xwenek buhustî dibînim


Wenda me tarî perês im

Yan ez Emîrê Zemîn im


Çaxê li pêlan disopim

Peyvên te her ez dixwîn im


Çîrok û bîrok li balin

Dîsa bi lez vedgerîn im


Dîdargeha sîreta yî

Lewra xwe zîrek dibîn im


Hestê te Ronî firosî

Konê resîyê d’birîn im


Mesta berê sing vexwar im

Sadî me ez xemrevîn im


Ta ez bi serbest binos im

Saza Zimana b’firîn im


Dîya minî xwes mirov im

Navê te ez pê dimîn im.