EV
NAMEYA rind û ciwan,
ji hêla dostekî hêja ve hatiye nivîsîn,
ku kurdî ne zimanê wî yê dê ye.
Wî, di temenê xwe yê sere de, xwe hînî
vê nivîsîna rind û ciwan a zimanê kurdî
kiriye.
Me vê nameyê, ji bo wan kurdên, ku ji ber sedemên
dijwar a dagîrkeriyê, ni karibûne
zimanê xwe hîn bibin, weshand, ku ew dîsan jî,
hewlê didine xwe, da ku vê erka ser shanê xwe rojek
berê bibine serî.
Em hêvîdar in, ku ew di vê armanca xwe ya
grîng de, ji xwe re hinek îlham û înspîrasyonê
ji vê nameyê
werbigirin.
______________________________________
Tu
çawa yî? Bash î? Ez hêvîdar im ku hûn
bash û dilshad bin. We cejna sersalê çawa derbas
kir? Heke tu bipirsî ez jî bash im; dinya, nemaze shevê,
hindik sar e û îro li vir cejin e:
Sê Keyên Pìroz hatin bajêr û ji hemû
zarokan re diyarî anîn. Bash e, dibêjin ku ji zarokên
xerab re bi tenê komir tînin, komira ku ji shekir hat çêkirin...
Niha
çend roj in ku min hewl dida ji te re peyameke pîrozbahiyê
bi rê bikim, lê ez bawer
dikim ku qutika te ya hotmailê tijî bû û nehat
hinartin.
Li
ser Arshîvxaneya Kurdî ji min re biaxîve, Gorano.
Gelo te hîn Pirtûkfiroshiya Sara
heye; tu jî pirtûkan difiroshî an bi tenê pirtûk,
hwd kom dikî da ku berhemên kurdî û yên
li ser kurd, zimanê kurdî û Kurdistanê biarshîvînî?
Bila
ez ji te re mizgîniyekê bibêjim. Tu zanî, te
hertim ji min re digot,
“ma çima çîroka minî Shamaranê
naqulipînî zimanê katalanî”,
ne wilo? De bash e,
min wergerand û nuha li meha nîsanê dê bê
çapkirin, shalla. Pirtûk dibe bi navê
“Shamaran, qiraliça maran - çîrokên
Kurdistanê” (Xamaran, la Reina de les Serps
–
Contes del Kurdistan) û mîna antolojî ye
û pirtûka tê de min di gel rojnamevanê
katalanî Jordi Tejel çend çîrok û metelok
wergerandin zimanê katalanî; Jordi ji zimanê
frenseyî, ez jî ji zimanê înglîzî
û kurmancî.
Hevalekî
min heye ku xelkê bajarê Adanayê ye, û ji min
re got ku wextê ew zarok bû
wî gelek çîrokên Shamaranê dibihistin.
Hevalên min yên ku xelkê navçeya Deryaya Resh
in,
bash jî bi çîrokên Shamaranê dizanin.
Dibe ku mirov bikarî bêje Shamaran ne bi tenê ji
toreya kurdî ye; herweha, kurdî jî ye, ji bo vê
yekê di antolojiya me de ye. Bash e. Ji
bilî Shamaranê, di antolojiyê de çend çîrokên
din hene, mîna “Bextiyar û Bedbext”
ya
Tewfiq Wahbî; çend çîrokên
ji pirtûka Îshak Tepe ya bi navê “Apê
Kal” e, çend metelokên
Ordîxan û Celîlê Celîl. Min ew wergerandin.
Jordî, li milê din de, çîrokên ku di
kovarên
Hawar û Roja Nû de hatin
çapkirin wergerandin. Ez pirr dilshad im, çinke cara yekemîn
e,
lo, ku çîrok-metelok ji zimanê kurdî tê
wergerandin zimanê katalanî! Min bi axaftinên xwe
yên li ser pirtûkê tu betilandî, bibore, bira.
Tu jî li ser projeyên xwe ji min re bêje ji
kerema xwe re... peywendiyên te li gel kitêbxaneyên
cîhanî çawa ne?
Ez
nemaze ji mîzaha çîrokên folklorî yên
kurdan hez dikim, carina wek surealîst û
absûrd e... pir balkêsh e. Min digot, dive antolojiyekê
çanda surealîst yê kurdan çêke,
wergerine; ne ji bo zarokan lê belê ji hemû cure xwendevanan
re...)
min peyama te nuh dît lo. Berî her tishtî, ji bo bavê
te derbasbûyî be! Bavê te
çawa ye? Ez bi hêvî me ku her roj ew bash û
sax û selîmtir bibe.
Wisa
ye ku Karin çûye birûskserdan Barselonayê!
Li mala min, ne teliwîzyon ne mobîl
hene, hezar mixabin me nekarî hev bibînin. Ma bi te telefona
min tuneye? Hijmara min ev
e: 00 34 00 00 00 00. Divê hûn hinik berê telefonî
min bikin ji bo ku ji min re bidin
zanîn! Karinê ew roj çawa rabuhartin? Bi baweriya
min Barselona zêde hose ye û vir û wir
gelek berîkbir hene... Mirov dikare bêje ez bûm ji
sedî sed gundî. Karin jê çi dibêje?
Ne,
di sala dawiyê de min nekarî biçim Stockholmê;
di meha Gulanê de ez çûm Stenbolê û
pishtre li vir dimam.
De
bash e, nuha bihêle ez bizivirim zimanê swêdî...
Du
får ursäkta min kurdiska, det är svårt att få
någon bukt på den! Det var synd att
jag inte kom att läsa ditt mail tidigare. Hoppas att Karin kan
locka med dig nästa gång.
S...s ligger en halvtimmes resa från Barcelona och det går
fyra tåg i timmen, så det är
värt ett besök.
Jag
tänkte be dig om lite hjälp, om du har tid. Det är med
den här boken jag berättade om
tidigare. Texterna är redan färdiga, men förläggaren
ville även ha några originella (= ej
europeiska) svartvita illustrationer. Jag har försökt men
eftersom det inte får kosta något,
så är folk inte särskilt intresserade av att samarbeta.
Nu har jag bara en vecka kvar att
komma in med förslag. Jag har samlat några bilder ur tidskriften Sirwe och andra
tidskrifter som kanske får duga. Jag tänkte be dig om tillstånd
att använda din
Shamaran som du har som omslag till dina Shamaranböcker (vem är
illustratören?).
Kanske du har bilder på flera Shamaran, eller någon bild
på någon Shamaranbonad
som man kan finna i hem?
Dessutom skulle jag behöva något som kan illustrera följande:
Mam
Rezgo, eller kurdiska rövare i bergen;
Temo och Çeleng;
Zeng och Beng, två små killingar och deras moder som utmanar
vargen som har ätit upp
killingarna;
En jesid och en mullah tillsammans;
Räven och mjölnaren;
Räven och storken;
Räven och tupparna;
Skorpionen och paddan som tar sig över en flod;
Kurd som plöjer med oxe;
Åsnan och kamelen...
Känner
du någon kurdisk tecknare som redan har material som skulle kunna
illustrera
något av det här? Eller om du kunde bläddra lite i några
kurdiska tidskrifter, skolböcker,
eller barnböcker, och sedan scanna eller fotokopiera av, du som
är som Djamisab i en rik
brunn av kurdiska böcker, tidskrifter, bilder...
De
bash e Goran, ez benda bersîva te dimînim; heger tu arîkariya
min bikî ezê bibim
kêfxwesh, lê heger tu nekarî, xem mexwe, ez benda
xeberên te jî dimînim.
Di
xebetên te de serkevtin û di xweshî û dilshadiyê
de bimîne, bi xatirê te,
Hevalê
te li Sicestanê,
Mikael
Frölund
Nameyek din.. |