MUHTEREM BİÇİMLİ

Farqîn 1944 - 21 Hazîran Xarpût (Elazığ) 1978

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Muhterem Biçimli (1944-1978)

Mêrxas hebûn, ber bi Rojê hinartî.
Merxas hebûn ku niha,
Di hêlîna dilê me de veşartî..

Muhterem Biçimli û 30 saliya wî

• Di 21 Hezîrana 1978 de hevalê dilsoz, dostê biwefa, şoreşgerê doza kurdperwerî û Kurdistanparêziyê Muhterem Biçimli bi qezayek trafîkê li ser riya El-ezîzê li qerexê gola Sîvrîceyê wefat kir.

Muhterem li gundê Qere-Eliyan ê bi ser Farqînê di 1944 de hate dinyayê. Zarokê dawî yê Hecî Evdilmecîd û Sultan Xanim bû ku bi eslê xwe Kanikî bûn. Hecî Evdilmecîd gundiyekî têr halxweş, rûspiyê Badikiyên herêmê û wekî dinê jî xwendayek dînî bû.

Di payîza 1952 de dest bi xwendina destpêkî kir. Xwendina destpêkî û ya navîn li Farqînê xwend. Ji bona xwendinê herçend xwe li lîseya Ziya Gökalp a Diyarbekirê nivisand jî ji ber sedemek malbatî dest pê nekir.

Wek xwendina dînî Qur-anê carî kiribû. Di pey xwendina Qur-anê de hin klasîkên kurdî yên wek Aqîda îmanê, Nûbara piçûkan, Nehc-ul enam, Rewdet-un neîm xwendibû û hin beşên ji wan û wekî dîtir hin şi'rên edebiyata klasîk jî jiberkî dizanî.

Piştî erka mecbûrî ya leşkeriyê Muhterem di nav tevgera TİP (Türkiye İşçi Partisi /Partiya Karkerên Tirkiyê) -ku ji aliyê cûnta 12 Adarê ve bi destê mahkema “Anayasa”yê hat girtin- bi awayek aktîf cih girt. Di mîtîngên partiyê de (1965-69) bi xwendina şi'rên kurdî yên nûjen mîna yên Cegerxwîn û Qedrîcan beşdar bû. Ji ber xwendina yek ji van li Licê çendekî hat girtin û di girtîxanê de ma.

Muhterem di navbera 1965-71 de di şaxa TİP (Türkiye İşçi Partisi) ya Silîvan, PDK-T ya partiya Dr. Şivan û D.D.K.O de bi awayek mîlîtaniya aktîf xebitî. Di 1970 de bû endamê partiya Dr. Şivan. Di serê 1971 de li Silîvan D.D.K.O. (Devrimci Doğu Kültür Ocağı) hat danîn ku ew jî yek ji avakerên wê bû. Bi ragihandina îdareya awarte ya 26/27 ê Nîsan 1971 de tevî hevalên xwe Mele Evdilkerîm û Mele Mehmûd derbasî baregeha partiya Şivan a Kurdistana jêrê bû. Li ser qisûmata Seîd Elçî û Dr. Şivan ew ji wê derê derketin bi riya Sûriye, Lubnan û Fransa ew û Mele Mehmûd derbasî Almanyayê bûn, heta lêbûrîna giştî ya 1974 li Almanyayê man.

Di pey vegerê de Muhterem û hevalên wî yên Şivanperwer partiyek danîn. Pê re jî 1976 an D.D.K.D. hate avakirin.

Xîretkêşiya wî ya Kurdperwerî û şoreşgerî dîwarên di navbera kom, grûb, hêzên siyasiyên kurdhîm, navçe û herêmên dûr an nêz nedinasî. Gava hêzên tarî yên dewletê faşîstên xwe li Mûşê berî ser welatperwerên hêja yên wek avûkat Şerafeddîn Kaya û xwediyê otêla Zengokiyan didan(1974/75), ziyanên canî û madî digihandin wan; Muhterem tevî komek hevalên xwe yên berbiçav bi mînîbusek ji Silîvan li êlama wan diçû, piştgirî, hevalbendî û xemxwariya xwe di çavberê dost û dijminan de dida nîşandan. Herwisa dîsa gava muhendîsek Şernexî li Bîngolê ji aliyê faşistan ve hat kuştin, Muhterem bi mînîbusek tije hevalên xwe ve beşdarî şîna malbata wî bû, bi wan re keser û xemgîniyê parvekir.

Di meş û mîtîngên Diyarbekir, Wîranşar, Sirûc û w.d de Muhterem bi qefla şoreşgerên Silîviyan ve di serê çalakiyê de bû. Herwisa li meydana Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê roja ku fitirên Türkeş hate xweşkirin dîsa ew li wê derê di nav rêzên raperîna neteweyî de bû.

Muhterem piçûkek rêzgir, mezinek dilovan, nasekî qedirzan birakî dilsoz, hevalkî rast, dostekî bi wefa, şoreşgerek bêtirs û welatperwerek bi baweriya ber bi qîbleya Kurdistanek rizgar û azad bû. Di rêza li eniya cengaweriya Kurdistanparêziyê ji bona serbilindî û serbestiya gelê kurd bêrawestan têkoşî.

Welatparêzê têkoşer, şoreşgerê bêtirs, rêxistinsazê zîrek Muhterem Biçimli 30 sal berê di 21 Hezîran 1978 de di dawiya qezayek trafîkê de li navçeya Sîvrîceya El-‘ezîzê çavê xwe li jiyanê girt û ji nav me çû.
Roja ku Muhterem dinya xwe guhart li pey xwe çar zarûk hişt: Laleş, Romedî, Şivan û Tevger.

Kurdistan xweşwelat e: Mêrxasên mîna Muhterem di pêşa xwe de hêşîn dike, digihîne, di warê mêranî û camêriyê de dike numûneya xwezîbijiya mirovaniyê û rojek ji nişka ve dike mêvanê paşila xwe ya cawîdan û bi dilovanî wan hembêz dike..

Hezîran 2008
Rojen Barnas (Mehmet Gemici)


nivîs ji:
www.silivan.org

 

 



 

Bi tiliyan nîşan didin û dibêjin ''Ev erd Kurdistan (namûs) e'' û vê wêneyê digrin.

 

Muhterem Biçimli
(Silvan 1944 - 21 Haziran Elazığ 1978)


Saygıdeğer bir kişilik olarak anılan Muhterem Biçimli; babamın arkadaşı olduğun için Amcam, ben ve benim jenerasyonum için Öğretmen, insanlık adına yapılabilecek davranışlarından dolayı benim için, rol model ve Kürt toplumu içinde her davranışı, her konuşması ve her ilişkisi gelecek yaratmaya yönelik olduğu için unutulamayacak bir kişiliktir.

Muhterem Biçimli ile yakın çalışma şansı yakalayan insanlardan biri olduğum için kendimi bir çok dostlarından şanslı sayıyorum. Çünkü o insan; ne "Che", ne "Castro" ne de "Ho" ile karşılaştırılamayacak kadar ülkesi, insanı ve toplumunu seven ve bu sevgisinin sorumluluklarını en ince ayrıntılarına kadar yerine getiren bir kişilikti.

Ulusunun çıkarlarını hiçbir zaman ve hiçbir yerde ne kendi, nede bir başkasının çıkarına peşkeş çekmedi çektirmedi. Farklı düşünen insanları küçük görmedi, Kürtlük ruhuna işlemiş olan bu kişilik, hiç kimseye kin gütmedi, aksine Kürt halkı içinde zaman zaman çıkan aşiret kavgalarında, o genç yapısı ile etkileyici, hatta belirleyici oluyordu. Muhterem Biçimli bir makale ile izah edilebilecek biri değildi, olamaz da. Muterem Biçimli'nin kişiliği, özverisi ve kısacık ömrüne sığdırdıkları, bir araştırma, bir tez, bir akademik çalışma gerektiren bir şeydir. Muhterem Biçimli hakkında duygularını ifade eden dostları ve çocukarının yazdıkları elbette çok değerli ve önemlidir, ama hiç birinin Muhterem BİÇİMLİ'yi anlattığını, ifade ettiğini düşünemiyorum.

Bizler klasik Solculuk yaparken o, ulusal meselenin çözümü konusunda bizi yönlendirip ve öğretici söylemler ve davranışlar sergiliyordu.

Silvan'da dedemin evinde kaldığımdan birde komşuluğumuz vardı bu değerli insan ile. O dönemde otomobil sahibi olmak pek mümkün olmadığında, muhtarlıklar adına (aynı jenerasyondakiler hatırlar) gümrükten alınabilen arabalar vardı. Muhterem Biçimli çalışmalarını sürdürebilmek için bir muhtarlık adına resmi plakalı bir araba temin etmiş ve bu arabayı siyasi çalışmalarının emrine vermişti, araba kullanmayı da yeni yeni öğrendiğinden bir çok şehirler arası yolculuğunu birlikte yapardık. O dönemde defalarca, Batman, Kozluk, Sason, Siirt ve bir kez de Hakkari'ye birlikte gittik, Her gidişimizde farklı şahsiyetler ile görüşür, bazısına görevlendirmeler, bazısına dostluk, bazısına da örgütlenme çalışmaları yürüttüğüne tanık oldum. Kürt ulusal meselesi hayatının merkezinde yer almıştı ve bir Kürt aşığı olduğu kadar mücadelenin yöntemleri konusunda da oldukça çağdaş bir yöntemin izlenmesi gerektiğinide bilecek kadar mantıklı davranırdı. Ulusal Meseleyi terörize etmeyen, terörize edenlere karşı sert durmayı bildiği gibi, ulusal meselenin pasifize edilmesine de bir o kadar sert durabilen bir pratisyendi. Bu insanın özellikleri anlatılarak bitmesi mümkün değildir.

Kendisini ve yürekten mücadelesini saygıyla anıyoruz.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NAVDARÊN KURD

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum