Êvar bû, der dor hîna nuh tarî
bûbû. Xelk ji xwe re li malên xwe sîvên
xwe dixwarin. Seroxan jî nuh ketibû hundurû û
hema li ber sîva, ku jina wî dabû berê,
rûnistibû. Feqîrê Seroxan, ji serê
beyaniya vê sibehê, ta vê çaxê êvarê
li Hala bajêr, barên sebz, mêw û hêsinahiyan
hildigirt, datanî ser ereboka xwe ya du têgerî
(tekerlek) û dibir li dikanan belav dikir.
Gava mirov ji ber pencerika mala Seroxanî derbaz dibû,
her dem dengê teyba wî bilind bû û stran
jî bê awarte yan strana Mihemed Arifê Cizîrî,
yan Hesenê Cizîrî û yan jî strana
Îsa Berwarî bû, ku her wisan bilind û bi
tundî bi ser guhê mirovî diket.
Dîsan dengê teybê û strana Mihemed Arif'î
jê bilind dibû, di ser malên nêzîkî
de belav dibû û difûriya. Seroxan hîna pariya
pêsî ji gewriya xwe derbas ne kiribû, ku bi pahînek
hisk û sert deriyê odeyê vebû û sê
polîsên sivîl ketin di nav hundurû de. Polîsek
bi milê Seroxanî girt û wî ji ser sîva
wî rakir. Pê re jî, vê jê pirsî:
- 'Söyle bakalim, bu Handan'lar nerede? Nereye tasindilar?'
Anku: De ka bêje me ev malbata Xandan li ku derê ne?
Bar kirin bi ku de çûn?
Seroxanê feqîr û reben, ku ji ser xwarina xwe
nîvco hatibû rakirin û hîna pariya pêsî
ji qirika wî ne semitibû xwarê, berî ku
bikaribe tistek bibêje, gerek qurtek li gewriya xwe bide.
Xandan ji ber polîsên dewletê ji wir derketibûn,
lê çend xortên gundiyên Seroxanî,
ku ji gundên derdora Qosar'ê bûn, li mala li tenistî
diman. Tistê herî pêsî ku hat bîra
Seroxanî, firandina nûçeya hatina van polîsên
sîvîl bûn. Gelo ew ê çawa vê
nûçeyê bigihanda van xortan?
Pasê jî, xwe li ber polîsan kir rewsek psîkolojîkî
de, ku ew Xwedê gravî, ji ber wê heyacana ku hîna
ji wî dengê xurt, ku ji ber pînlêdana derî
di guhê wî de çing dabû, sas û matmayî
ye. Bi tirkiya xwe ya nîvco li polîsan zîvirî
û gote wan:
- 'Biz bilmiyor wallehî, nereye gitmisler. Bize nereye gittiklerini
demezler hiç' û xwe nêzîkî teybê
kir. Bi Xwedê em ni zanin. Ma qet ji me re dibêjin ku
bi ku de çûne?
Lê polîs çi bawerî bi bersiva Seroxanî
ne hanî û bi tevayiya hêza dest û milê
xwe ew tahn da, ku pista Seroxanî bi hiskî li dîwêr
ket.
Polîsê duwemîn ku li wir li pas rawesta bû,
ruh û wecê asyayîyan li serê bû, î
car ew ket navberê û berê xwe da Seroxanî
û jê pirsî:
- 'Yandaki evde kim kaliyor?' Anku: Li vê mala li tenistî
kî dimîne?
Mîna ku dengê muzîka kurdî lê nexwes
hatibe jî pirsa xwe berdewam kir û gote Seroxanî:
- 'Bu ne müzîgî be, hangî asirdan kalma?
Arapça midir nedir?' Anku: Ma ev çi muzîk e?
Ji kîjan sedsalê maye? Ma erebî ye, çi
ye?'
Ji ber derba ku Seroxan ji dîwêr xwaribû, ew
sewsîbûn û sergêjiya pêsî li
ser wî ne mabû. Sasbûna pêsî êdî
ji ser wî çûbû. Seroxan gotina polîsî
ya li ser muzîka kurdî kire hincet û xwe nêzîktirê
teybê kir û zû berê xwe da hêla jin
û zaroyên xwe yên, ku ji tirsan bizdiyayî
li quncikê, li ciyê xwe mabûn û zû
gote jina xwe:
- Bêje 'zaruyan' ku 'KURÊN MISTÊ ZIBÊ'
li vir in, bila zû xwe bidin alî.
Vê carê Seroxan ji niskê ve tiliya xwe pê
li bijkoja teybê kir û dengê teybê birrî,
berê xwe da polîsê ku disibiya mongolî û
çîniyan, ku bêrawestan jê pirsiyar li ser
pirsiyaran dikir. Bi dengekî bêhtir bilind gote vî
polîsî:
- Polês beg! Bu Kurdçe'dir, erebî degildir.
Mihemed Arif Cizîrî'nin 'Xezal-xezal' klamidir. Çarsida
bazarda her yerde wardir. Ma siz Allahtan utanmiyorsunuz, Allahtan
korkmuyorsunuz herhalde? Neden bize bu aksam bu eziyeti bosu bosuna
ediyorsiniz? Anku: Polîs beg! Ev kurdî ye, ne erebî
ye. Strana Xezal-Xezal ya Mihemed Arifê Cizîrî
ye. Bazar û sûk dagirtî ne ji vê stranê.
Ma hûn qet ji Xwedê fediyê na kin, ma hûn
ji Xwedê na tirsin, ku hûn vê zilma bêsedem
li ser me dikin?
Polîsê rû-asyayî bi hêrs gote polîsekî
din:
- 'Çabuk evin etrafini sarin!' Anku: Zû dora malê
bigrin!
- Adama bakin hele! Hiç bir saygi göstermeden karsi
koymasini da biliyor, bak bak? Çabuk alin hergeleyî
arabaya? Anku: Tew lo! Werin li vê helwêsta vî
bêrêzdarî temase bikin ji xwe re! Camêr
dizane li hevberî me jî rabe! Zû vî berdûsî
bigrin biavêjin nav otomobîlê!
************************
Ev bûyer 29 sal berê li Amedê li taxa navdar
a Korxetê qewimî.
Bivê ne vê, me jî li wî alî ji wî
dengê bilind ê ji teyba Seroxanî guhdariya muzîka
kurdî, guhdariya starana Mihemed Arifî dikir. Gava ji
niskê ve dengê strana ji teyba Seroxanî qut bû,
dengê mirovan ên ji nav odeya Seroxanî, bi hêsanî
hat odeya li hêla din a xênî, ku xort tê
de bûn û ez jî li wir mêvanê van xortan
bûm ew êvar.
Me bihîst ku Seroxan bi wî tirkiya xwe ya kêm
û kurt û bi dengê xwe yê bilind dipeyive.
Ev ji me re bû peyamek!! Me qet ne bihîstibû ku
Seroxan bi tirkî bipeyiviya. Em sê kes em zû derketin
hewsê û me xwe ji ser dîwarê li pas ê
hewsê avêt û em ketin nav kuçeyên
taxê û em her yek bi alîyek de beziyan û
winda bûn.
Roja dinê ez çûm min li deriyê mala Seroxanî
xist. Maliya wî derî li min vekir. Min dît ku
Seroxan li malê ye û ne çûye kar. Min fam
kir û ez pir tirsiyam, ku sikenceyek mazin pê kirine.
Her wisan jî çêbûbû. Ta serê
sibehê li qereqolê li Seroxanî dabûn û
her derê lasê wî bi derba ço û darên
feleqê terisandibûn. Heger gostê çîp
û çaqên Seroxanî ji ber vê sikenceyê
xirab ne terisîbûya, digot ku ew ê ji xwe re biçûya
kar dîsan:
- Ma ez we bi wan diguherînim birazê, heyrano? De ka
em dîsan ji xwe re piçek guhdariya vî zalimbavê
Mihemed Arifê Cizrawî bikin. Ev bêbav kezeba meriv
diperritîne û dihêne xwarê. Ji ser wî
dengbêj li Kurdistanê nîn e û wê çi
car jî ne be, welleh looo.
************************
Pistî 25 salan cara yekê vê havîna sala
2006'ê ez vegeriyam warê bav û kalan, bajarê
Amedê. Gava seva dereng hema ez ji balafirê peya bûm,
ez yekser çûm wir. Mixabin ku min kesî ne dît.
Dengê Mihemed Arif Cizîrî û wan hozan û
dengbêjên bêmirin ên din ji teyiba Seroxanê
xwesmêr û ciwanmerd, dizî-dizî ber bi guhê
min ve diketin. Li der û dor dengê ew tirkiya ku dihat
peyivtin tew ne dihat ber guhê min jî. Min tenê
ev dibihîstin; Mihemed Arifê Cizîrî, Hesenê
Cizîrî û Îsa Berwarî...
Rojtira dinê ez dîsan çûm ber pencerika
Seroxanî. Ew pencerika ku sibe û êvar hela-hela
'Xezal-Xezal'ê, 'Metran Îsa'yê jê dihat.
Xelk gotin Seroxan çûye Îzmîrê tevlî
malbatê. Hêsir ji çavên min barîn
xwarê.
Min bajarê xwe dîsan dît. Supasî ji Xwedê
re! Ew bajarê rind û ciwan Diyarbekr, bajarê xwedî
keleha herî mazin a dunyayê, bajarê xwedî
wan zebesên hût, bajarê xwedî erdê
herî bi xêr û bêr, bajarê mirovên
wisan rind û ciwan, ku ciwaniya wan wisan bi peyvikan bi hêsanî
na yêt ser zimên.. bi kurtî buhusta ser zemîn,
buhusta ber dilê min..
12.11.2006
Bavê Barzan
|