MÎROYÊ ESED

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

Mîroyê Esed sala 1919'an li Kurdistana paþ Qefqazê, li gundê Elegezê, ku navê wî yê berê Camûþvana Mezin bû, ji diya xwe bûye. Ewî pêþî zanîþtgeha Piþkavkazê ya kurdî ya mamoste amade kirinê, paþê jî fakûltêta hiqûqê ya Zanîngeha Rewanê xilas kirîye.
Ji sala 1937an di gundê xwe da dibe mamoste, paþê serokê dibistanê. Di salên þerê hemcihanê yê dudan da serwêrê têatroya kurdî ya gundê Elegezê bûye, paþê bûye sêkrêtarê partîa komûnîstan ya navçeya Elegezê, dû ra bûye dozgerê navçeyeke paytextê Ermenîstanê.
Ew gelek caran hatîye hilbijartinê wek endamê Komîtêya Navbendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê. Mîroyê Esed, ku bi fermî navê wî Mîroyê Esed Mistoyan bû, endamê Yekîtiya Nivîskarên Soveytistana berê û endamê Yekîtiya Rojnamevanan bû. Ew herwiha xudanê çend pirtûkên hewaskar e, wek ”Sîsê”, ”Ewledê cimaetê”, ”Hesîna dil” û yên mayîn.
Lê karê herî mezin, ku ewî ji bo pêþketina edebîyeta me kirîye, ew pirtûka dersan ya ji bo dersxaneyên 7an û 8an e, ku bi helbestvan Qaçaxê Mirad ra tevayî amade kirîye. Bi dehan salan þagirtên kurd bi wê pirtûkê bi berhemên helbestvan û nivîskarên kurdan yên herî bi nav û deng ra bûne nas, wek Elîyê Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û yên din.
Di wê pirtûkê da herwiha wergerên efrandinên nivîskarên rûsan, ermeniyan û yên di cihanê da bi nav û deng hene, wek Aleksandr Pûþkîn, Lev Tolstoy, Mîxaîl Þoloxov, Mîxaîl Lêrmontov, Nîkolay Nêkrasov, Vladîmîr Mayakovskî. Lê ji kurdan jî yên herî bi nav û deng hatine hilbijartin, wek helbestvan û nivîskar Erebê Þemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Ûsivê Beko, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Þemo û yên din û wergervan Qaçaxê Mirad, Tîtal Mûradov, Baylozê Çaçan Razgoyêv û yên din.
Mîroyê Esed xênji karê rêdaktorîkirina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, gelek efrandinên klasîkên cihanê, xwesma yên ermeniyan wergerandîye kurdî û daye çapkirin.
Ji bo karê serketî ew bi xelatên ”Alaya Sor” û ”Nîþana hurmet”ê va hatîye xelatkirin, layîqî navê karmendê komara Ermenîstanê yê çandêyî hurmetlî bûye.
Lê yek ji karê herî mezin, ku Mîroyê Esed kirîye, ew e, ku bi dehan kadroyên bona rojnamevaniya kurdî daye amadekirin û bi riya rojnameya kurdî, ku ewî salên dirêj serokatî lê kir, rê ber helbestvan û nivîskarên kurd da vekirinê bona berhemên xwe yên nû bidine çapkirinê û ew ji wan ra dibû bingeh, ku xwe li riya pêþketina wêjeya me bigirin.
Rojnameya ”Riya Teze” di hêlekê va jî ji bo wêjemenda hêlîneke xurt bû, ku biryara paþeroja xwe ya nivîsara berheman bidin. Ji ber ku di rêdaksyonê da li ser berhemên her yekî bîr û baweriyên xwe ji efrandaran ra digotin, þaþiyên wan rast dikirin, þimþat dikirin û cihana wêjeyê ber wan vedikirin.
Dikare bi hinekan va wisa xuya bibe, ku karê Mîroyê Esed kirîye, ne karekî pir mezin e. Lê bira her kes bizanibe, ku îro bi saya serê wê rojnameyê em dikarin ji cihanê ra bêjin, ku çend hezar kurdên Ermenîstanê eva weke 80 salan e rojnameyeke xurû bi kurdî derdixin. Eva bersîveke cîwar e di hindava wan neyar û dijminên kurdan da, ku dibêjin kurd nikarin bi serî xwe karên ronakbîriyê demeke dirêj bi rê va bibin.
Û ji bo serketina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, Mîroyê Esed gelek caran rojên hêsabûnê – ango rojên þemiyan û yekþeman jî dihat kar û barê rojnameyê û rêdaksyonê bi rê va dibir. Niha em binihêrin helbestvan, ronakbîrê bi nav û deng Eskerê Boyîk derheqa Mîroyê Esed û rojnameya, ku ewî 34 salan rêdaktorî lê kirîye, di gotareke xwe ya ji bo wefatbûna wî çi nivîsîye:
”Dema navê rojnema Riya teze tê gotin, berî her kesî navê berpirsyarê wê Mîroyê Esed tê bîra mirov, dema navê Mîroyê Esed didin, xebata ”Rya teze” tê bîranîn. Di kar-bar û xweyîkirina rojnamê da emekê berpirsyarê wê pir bû. Dora rojnemeyê û xebatên wê da ronakbîr û rewþenbîrên meye bi nav û deng civyabûn. Gerekê bi helalî bê gotinê, ku rêdaksyona rojnameya ”Rya teze” merkeza rewþenbîrên me teva bû. Di asta zanistyê da jî xebatên rêdaksyonê ne tenê di nava ocaxên kurdî, lê usa jî di nav rojnameyên komara Ermenistanê da li ser asta bilind bûn.
Mîro evdekî pir bi dissîplîn, fesal û berk bû, him berbi xebatkarên rojnameyê û him jî berbi nevsa xwe. Têkstên rojnameyê yên hazire neneþirbûyî heta çend caran ji aliyê hemû xebatkarên rojnameyê û wî va bi hûrgilî nehatina xwendin, rojname nedihate weþendin. Usa, ku degme þaþî karibûn di têkstan da bihatana berdan… Heta rastiya peyvên nenas nehatana zelalkirin, ew peyv nedihatine weþandin. Rastî jî rojnameya ”Riya teze” di salên dawiyê bi saya berpirsyarê xweyî xemxur gihîþtibû asta sitandartiya zimên.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di gel Emerîkê Serdar

 

 

 

 

 

 



KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum