Cutyar Tofîq HAWRAMÎ
Le mêjû-y neteweke man da gelêk kes dilsozane le pêna-w bûjandinewe û berewpêsbirdin-î ziman û kultur-î kurdî da têkoþawin û rencyan dawe, ke çî hendêkyan ne jiyannameyan diyar e û ne kurteyek le bîogirafî yan nûsrawetewe. Zor kes-î waman hen lew witar û sî'ranewe ke le govar û rojname kurdîyekan da billaw yan kirdûnetewe, bo man derdekewêt ke çend dilsoz-î willat û neteweke yan bûn, ke çî em ro ême le naw-î xoyan (yan nasnawekeyan) bewlawe hîçî dîke derbareyan na zanîn!
Mihemed-î Mîhrî yekêk e lew rûnakbîr û têkoþere Kurdane-y ke heta kû çend salêk lemew pêþ biyografî û jiyanname-y ba narosinî mabwewe û le hendêk zanyarî-y pirsubilaw bewlawe stêk-î dîke derbare-y ne nûsra bû. Ew kurteyes ke lêre û lewê sebaret be jiyanname-y ew nûsra bû, le hendêk zanyarî-y têkel û pêkell ziyatir hîçî dîke ne bû. Îdî min lêbir awane kewtme soraxgirtin-î jiyan û berhemekanî. Sereta ewî pêþtir le kitêb û govar û rojname kurdiyekan da derbare-y nûsra bû lay xom yaddaþtim kirdin û tawutum kirdin û sercem kurte lêkolîneweyekim lê berhem hêna û salî 1989 le jimare (158) î govar-î beyanda bilaw kirdewe.1 Be awatewe bûm kesêk zanyarî-y lewe ziyatir-î labêt û goþeyekî dîke le jiyanname û berhemekan-î ew mirove dilsoz û pirr xizmete rûn bikatewe. Belam babetêkî lew corem ne kewte ber çaw. Paþtirîþ her be heman mebest û wek yadkirdnewe, le rojname-y Kurdistan-î Niwê û govar-î Sirwe da kurteyekim derbarey jiyan û berhemekan-î Mihemed-î Mîhrî bilaw kirdewe.2 Sal-î 1999 perîme wilat-î Swîd û lewê nîþtecê bûm. Gelêk le nûseran û lêkoleran-î bakurî Kurdistanim le nizîkewe nasî. Bew pêyey ke ewan ziman-î turkî dezanin û agadar in ke le kitêb û serçawe turkîyekan da çî derbare-y neteweke man nûsrawe; Mihemed-î Mîhrîs besî zor-î jiyan-î le Estembul be ser birduwe û her lewêþ koç-î diwayî kirduwe, sebaret be byogiraf-î û berhem û wêne-y fotografî-y ew pirsyarim lê kirdin, belam hîçî ewtom destigîr ne bû. Yekêk lew kesane nûser û lêkoler Rohat Alakom bû. Ew lew bareyewe gutî: Min paþ gerranêkî zor çend wêney degmenim peyda kirdiwe, yekêkyan wêney Mihemed-î Mîhrî ye û pêþkestî dekem. Be supasêkî zorewe wênekem lêwergirt û wa lêreda bo carî dûwem legel em lêkolîneweye da bilawî dekemewe. Herweha Mehmud Lewendî serincmî bo ewe rakêsa ke têkoþerî netewekeman Mûsa Enter le bîrewerîyekanî da çend dêrrêkî derbarey Mihemed-î Mîhrî nûsîwe û xoy ew paragrafe-y bo kirdime kurdî. Kurtey bîografî-y Mihemed-î Mîhrî: Mihemed-î Mîhrî rojnamenûs, þa'îr, nûser, yasanas û kesêkî nîþtimanperwer û runakbîrêkî helkewtû-y netewekeman bû. Salî 1889 le gundî Disey nizîk þaroçke-y Pawe le nawçey Ciwanro, le Rojhelatî Kurdistan hatiwete dunyawe. Mihemed-î Mîhrî kur-î mela Ebdulla-y Miftî, kur-î mela Mehmûd, kur-î mela Mehemed, kur-î mela Ehmedî Gewre û newey Mûzeferxan-î Ciwanro ye.3 Daykîþî kiç-î Seyd Sehabedîn-î Talsî ye. Mihemed-î Mîhrî çend bira û xûþkî hebûwe, lewane: Mehemed Sidîqî Miftîzade 4, Mela Xalîd-î Miftî, Mela Mehmûd-î Miftî ... . 5 Sereta lay bawkî dest-î be xiwêndin kirdiwe înca çiwete þarî Sine û lewêþ lay çend mela-y nasraw xiwêndûyetî, paþan çiwete saroçkey Bîare, înca çiwete Serdeþt û lay Mela Qadir dirêjey be xiwêndin dawe. Paþan berew þarî Hewlêr royþtûwe. Lewê lay mela Ebûbekir (nasraw be mela Giçke) xiwêndûyetî, îcaze-y melayetî wergirtûwe û berew Dise gerawetewe. Maweyek le þar-î Sine biwete mela û dersî be mindalan-î Kurd gûtwe û fêr-î xiwêndewarîy kirdûn. Lew serdeme da çend hoz û tîreyekî dewr û ber-î Sine le naw xoyan da beserr dên, ew bebê ewe peywendî be hîç kam le layene serkerekanewe hebûbêt, lew sereda têwe gilawe û birîndar kirawe. Katêk çak biwetewe birryarî dawe ew nawçeye cê bihêllêt û berew bakûr-î Kurdistan royiþtûwe. Maweyek le þarî Qers bûwe, paþan çiwete þar-î Erzerum, diwayî berew Estembûl royþtûwe û lewê nîþtecê bûwe.6 Ewdeme sarî Estembul bibûwe mekoy lawe azadîxiwaz û têkoserekanî Kurd û jimareyekî zor le rûnakbîranî Kurd lew sareda bekarî rojnamenûsî û çalakî rêkxiraweîyewe xerîk bûn. Mîhrî têkelî ewane bûwe, le ezmûn û sarezaîyan kelkî wergirtûwe û legelyanda kewtwete çalakî. Mihemedî Mîhrî le nêw ew lawe rûnakbîr û husyaraneda zû cêy xoy kirdiwetewe û wek lawêkî wirya û dilsoz nawî derkirdûwe. Le nizîkewe rûnakbîrî nasrawî kurdîsma'îl Heqî Baban, ke ew deme wezîrî me'arîf buwe, nasîwe.7 Be pistigîry ew le kolêjî (hiqûq) wergîrawe û pas çend sal xiwêndin birrwanamey dîpilomî le yasanasîda wergirtuwe û biwete parêzer (yasanas). Salî
1912 xiwêndikar û lawanî Kurd le Estembul civata hêvî
feqêy Kurdan - kird talebe hîwî cem'îtî
dademezrên. Mihemedî Mîhrî be germî hawkarîyan
dekat û çalakane le gelyanda têdekosêt û
le her dû govarekey ew komeleye, govarî Rojî Kurd û
Hetawî Kurd da, gelêk witar û babetî be nirx denûsêt.
Pastirîs yekêk buwe le endamanî destey damezrênerî
Kurdistan t'alî cem'îtî - komeley pêsxistinî
Kurdistan, ke le 17/12/1918 da le Estembul le layen komelêk rûnakbîr
û têkoserî Kurdewe damezrênrawe. Her ew deste
rûnakbîre salî 1918 û 1919 rezamendîy derkirdinî
dû govar werdegirn, sereta govarî Jîn8 û pasanîs
govarî Kurdistan9 derdeken. Mihemedî Mîhrî dekirête
xawen îmtyaz û berêweberî govarî Kurdistan
û be germî hawkarîy Jînîs dekat. Lew dû
govare da gelêk witar û honrawe û babetî siyasî,
edebî, komelayetî û zimanewanî (be kurdî,
turkî, 'erebî) benaznawî: Mîhrî, Kakeheme,
Îrfan, m.m, Dawer Erdelanî, Zehawî Zade- a.m û
çend nawî xiwastirawî d!
MIHEMMED-Î MIHRÎ Le Gel Xêzan û malbateke-y (Stanbol, 1940)
Salî 1920 Mîhrî jiyanî xêzanî destipêdekat û legel sazîyexanmda ke jinêkî Qefqasî buwe, debne hawserî yekitr.11 Dwatir sê kiç be nawekanî: (Lemî'e, Suheyle û Leyla) û dû kur benawekanî: (Selaheddîn û Necmeddîn) yan lê pasekewt buwe. Hawînî salî 1956 le sarî Estembul dilî Mihemedî Mîhrî le lêdan dekewêt û le yekêk le goristanekanî ew sare be xak despêrdirêt. Necmedîn Mela le witarêkda wesfî dilsozî û nîstimanperwery Mihemedî Mîhrî kirduwe û nûsîwyetî: Hemîse bîruhosî lelay nîstiman û netewekey buwe. Awatî serberzî û azadî Kurdistan buwe. Zor be awatewe buwe helî bo hellkewê û be azadî bigerrêtewe Kurdistan û le nêw netewekeyda bijî.12 Berhemekan-î Mihemed-î Mîhrî: Mihemedî Mîhrî lepas xoy gelêk
sî'r û witar û lêkolînewey zimanewanîy
bo becêhêstûyn ke lekatî xoyda le govar û
rojname kurdîyekanda bilawî kirdûnetewe. Belam ew ziyatir
le her bwarêk derbarey zimanî kurdî û diyalêkitekanî
û hewlldan bo sazkirdinî zimanî standardî kurdîy
nûsîwe. Bew pêyey ke xoy le gundêkî nawçey
hewraman le daykbuwe û lewê gewre buwe, her le mindallîyewe
be diyalêkitî hewramî peyvîwe. Pasan bo dirêjedan
be xiwêndin gelêk sar û dêhat û nawçey
Kurdistan gerawe û fêrî çend diyalêkit
û sêwe zimanî kurdî dîke buwe. Katêkîs
perîwetewe Estembul û lewê nîstecê bû,
berdewam peywendîy legel korr û komele rosinbîrî
û siyasîyekanî Kurdekanî ewê hebwe û
besdary çalakîyekanî kirdûn. Besî zorî
ew rûnakbîr û têkoserane xellkî sarekanî
bakûrî Kurdistan (wek: Diyarbekir, Mêrdîn, Wan,
Sîrt, Milatîye...) bûn û be diyalêkitî
corawcorî kurdîy peyvîwn. Îdî lewanîsewe,
ta radeyek sarezay diya! Doktor Ewdirehmanî Hacî Marif le kitêb-î
raber-î serçawe le barey ziman-î kurdîyewe le
dû twêy çend lapereda amajey bo zorbey witar û
lêkolînewekanî Mihemedî Mîhrî kirduwe
û puxtey bîrurra û serncekanî ewî xistwete
berçaw. Lebarey zincîre witarekey Mihemedî Mîhrî
ke le govarî Hetawî Hewlêr le jimare 47 ta74 le salanî
1955 -1956da le jêr nawî zimanî kurdî yek core
sêwekanî zore bilawîkirdiwetewe, dukitor Ewdirrehman
nûsîwyetî: le jimare 54ewe ta jimare 70 nawî witar
buwe be zimanî ême yek core sêwekanî zore. Le
jimare 60ewe ta jimare 68 le serû nawnîsanî witarekewe
(yekêtî zimanî kurdî) îs nûsrawe.
Le jimare 71ewe ta jimare 74, tenya sernawî (yekêtî
zimanî kurdî) mawe, em zincîre witare 23 bese û
le jimare 47 ta 74 î govarî Hetaw (cge le jimare 49 ta 53)da
billaw kirawetewe. Mamosta Mihemedî Mîhrî le Estemûllewe
nardiwêtî. Nûser lem zincîre witareda be sêweyekî
dûr û dirêj le barey diyalêkitekan û bese
diyalêkitekanî kurdîyewe diwawe û ! Dukitor Ewdirehmanî Hacî Marif le heman kitêb da derbarey ew zincîre witarey Mihemedî Mîhrî nûsîwe ke le govarî Kurdistanî Estembul salanî 1919-1920 benawî xiwastirawî m.m ewe bilawî kirdiwetewe. Lew rwewe nûsîwyetî: Eme zincîre witarêkî Mihemedî Mîhrî ye benawasasewe le jimare (2,4,10,15,16,18,19) î govarî Kurdistanî Estemûllda, salî 1919 - 1920 bilawî kirdotewe û basî rêzimanî kurdî ye. Le jimare 2da hendê ray gistî lebarey rêzimanî kurdîyewe xistote pês çaw û înca delê: Hewlî lêkolînewey rêzimanî kurdî dekirê be dû besewe - Rojhelatî û Rojawayî. Rojawayî zûtir destî pê kirawe. Le jimare 4da wa radegeyenê, ke ewey derbarey rêzimanî kurdî le Rojhelat nûsrawe zorbey çap nekirawe. Ewey le layen (Hacî Fixr Almimalîkî Erdelanî nazrî malyey Êran)ewe nûsrawe, çap kirawe. Em kitêbe ke 30 salêk lemewber çap kirawe min ta êsta nembînîwe... Le kotayî em beseda dête ser basî kitêbekey xoy û delê: min ke basî sêwekanî kurdî dekem û nimûneyan lê dehênmewe m! mebestim yek xistinyane. Le jimare 10 da basî çonyetî dananî kitêbekey deka û delê: Herçende pêwîst bû karêkî wa le layen lîjneyekewe bikrê, egerçî eme bo Kurd hellnekewtuwe, belam minîs dirêghîm nekirduwe. Pasan basî gîr û girfitî nûsînî kitêbekey deka û betaybetî ewey ke neyzanîwe kam sêwe bika be binaghe. Le jimare 15 û 16 da basî çawgî kurdî kirduwe û beser çend corêkda dabesî kirdûn. Ewey le jimare 18daye derbarey kirdarekanî êsta û kirdarî fermaneweye.14 Dukitor Ewdirehmanî Hacî Marif le heman kitêb
da derbarey ew zincîre witaresî nûsîwe ke Mihemedî
Mîhrî benawî xiwastirawî 'rfanewe le rojnamey
Kurdistanî Estembulda, salî 1919 - 1920 bilawî kirdiwetewe
û derbarey nûsîwyetî: Emes dîsan zincîre
witarêkî Mihemedî Mîhrî ye be nawî
'îrfanewe le jimare (1,2,4,10,15,16,18,19)î govarî Kurdistanî
Estembûllda, ke rêkewtî salanî 1919- 1920 dekat
bilawî kirdotew. Le besî jimare 1 da lewe diwawe, ke ewey
lelayen zanayanî Rojhelat û Rojawawe lebarey zimanî
kurdîyewe nûsrawe bo mebestî siyasî buwe. Le nêw
ew karaney Rojhelatda basî berhemekey Yûsif Ziya Pasay haldî
kirduwe û legel ewey be karêkî basî danawe, rexney
tund û têjîsî lê girtuwe. Le besî
jimare 2da rexne le Yûsif Ziya Pasa degirê û delê:
Ew 'erebe û wîstûyetî Kurd bika be ereb. Nûser
lêre da çend nimûne û belgeyekî mêjûy
dênêtewe bo nîsandanî ewey ke Kurd mîlletêkî
resene û ne 'erebe û ne farse. Le jimare 4 da wa radegeyenê
k! Cige lew witare û berhemaney ke le govar û rojnamekanda bilawî kirdûnetewe, çend kitêbêkîsî çapkirawe û billawkirawnetewe, ême zanyarîman tenha derbarey ew diwaneyan heye: 1 - Miqdimeal'erfan, salî 1919 le Estembul çapkirawe.
Em kitêbe derbarey destûr û rêzimanî kurdîye.16 Le mangî novêmberî 1952 da mamosta Goran
debête berpirsî rojnamey Jîn le sarî Silêmanî.
Nizîkey dû sal legel ew rojnameye xerîk debêt
û deybûjênêtewe û hewl dedat nûseran
û sa'îranî derewe û nawewey wilat le dewrî
kobikatewe. Mihemedî Mîhrîs, le Estembulewe naw be naw
sî'r û witar bo rojnameke denêrêt. Be pêy hendêk zanyarîy sî'r û berhemî dîkesî hebûn û be destinûsî mawnetewe. Umêdewarîn nefewtabin û le derfetêkda destibxirên û billaw bikrênewe. Lewanese bîrewerîyekanî xoy nûsîbêtewe û legel destinûsekanî dîkeyda kewtbine lay kur û kiçekanî. Eger kesêk bigate lay kur û kiçekanî, gumanî nîye ke nusîn û wêne û name û bellgenamey benrixî desgîrdebêt.18 Gîw Mukiryanî le jimare 75î govarî Hhetawda nûsîwyetî: Zanay beriz û asina û pisporrî mezin mamosta Mihemedî Mîhrî ke le Estembulewe destî yarmetî bo Hetaw dirêj kirdibû û be sîrîntirîn sêwe û rawêj kelênî (Yekêtî zimanî kurdî) le hetawî jimare 47ewe ta 74 pirr kirdibwewe, daxî giranim rojgarî çepgerr ewîsî pê rewa nedîtîn û behoy pîrêtî û nexosî pênûsî le dest derhêna û meydanî neda ke xizmetî zimanî kurdîyekey bigeyenête ser.19 Musa Enter le bîrewerîyekanîda zor tarîfî lêhatûyy û dilsozîy Mîhrî kirduwe û ewey dûpat kirdiwetewe ke çend zimanî zanîwe û sarezay diyalêkite corawcorekanî kurdî buwe. Pasan nûsîwyetî: Le 1948 da destiman be derkirdinî heftenamey dîcle kaynagî (çavkaniya dîcle - çawgî dîcle - serçawey dîcle) kird.20 Mihemedî Mîhrî hewt witarî be turkî bo nardîn û lew heftenameye da bilawmankirdewe.21 Salî 1952 Eladîn Sucadî kitêbî Mêjûy edebî kurdî bilawdekatewe. Katêk Mîhrî ew kitêbey destdekewêt û deyxiwênêtewe, belayewe zor benrix debêt û nameyekî ciwan bo Eladîn Sucadî denûsê û destixosî lêdekat û kitêbekey beriz denrixênêt. Le kotayî namekeyda bem core nawî xoy nûsîwe: Le mihamî û miderîsanî Estambul: Mihemedî Mîhrî kurî merhûm Mela Ebdullay diseyy 1. - 9 - 1954 22 Nimûney çend sî'rêkî Mihemedî
Mîhrî : Le 25/12/1913da runakbîrî kurdîsma'îl Heqî Baban le katî wane witneweda dilî le lêdan dekewêt û koçîdiwayî dekat. Mîhrî bew koçe lenakawe zor ghembar debêt û hestî dilî xoy le sî'rêkda derdebirrêt ke le seretakey da delêt :
Henasey sardî (teyrî) le xak takû (eyrî)
ê çu Le tem serposî ghem posî serapa qametî
kêwan Be resmî te'zye her newnemame befrî Kurd came
Xudaye rojî hhesre wa cîhan yekser serubin
bû Cewanî newcewan hheqî beg, begizadey Kurdan Leber koçkirdinî derdane êmrro, rojî
derdane Mîhrî le honraweyekî dîkeyda beyadî ew rojanewe ke le Serdest feqê buwe, delêt : Erzî berzî merzî serdest behestî
rwî zewîn Astanî asmanî pirr le estuney zerre
Perawêzekan: 1.Cutyar Hacî Tofîq, Mehemed mîhrî
hêja û nemir, govarî Beyan jimare 158, abî (agustî)
1989, L 27, 29. Derbare-y birwane: 1- Baba Mirdux Ruhhanî, Tarîx misahîr
Kurd, clid duem, Tehran, 1366. S. 161,163. Derbarey jiyan û berhemekanî duktor Mehemed
Sidîqî Miftîzade birwane: Derbarey birwane: 1- Muhmid Amîn zikî, Tarîx alsilîmanye,
niqle Alî allghe al'rbye: almila Cimîl Ahmid alruzbyanî,
Bghdad, 195 s 243. 10. Newsîrwan Mistefa Emîn le kitêbî
çend laperreyek le mêjûy rojnamewanîy kurdî
1898-1918da zanyarîy wird û dirûstî derbarey govarî
Hetawî Kurd nûsîwe û amajey bo nawî nûserekanî
kirduwe. Lewêda nûsîwyetî: pêm waye (Zehaw
zade a.m) û (benî Erdellanî a.m) naznawî Mihemedî
Mîhrîye ke Kurdêkî sineyy buwe, le Estemull qanûnî
xiwênduwe, pasan biwete parêzer û rojnamewan, diway
birranewey yekemîn cengî cîhanî le Estemull îmtyazî
govarî Kurdistanî wergirtwe. {Newsîrwan Mistefa Emîn,
çend laperreyek le mêjûy rojnamewanîy kurdî
1898-1918, bergî yekem , Silêmanî, dezgay çap
û pexisî Serdem,2001,L134}. sukur Mistefa ew besey em kitêbe ke derbarey Mehemed
Mîhrîye kirduwe be kurdî û le rojnamey hawkarî
jimare 862, 23/10/1986, l6da bilawîkirdiwetewe. 18. Le gelêk rêgawe hewlimdawe peywendîy
be yekêk le kur û kiçekanî Mihemedî Mîhrîyewe
bikem. Name û îmaylim bo çend kes û dezga le
Turkya narduwe, belam ta êsta ew peywendîyem bo dirust nebwe.
Bew pêyey ke Selahhedîn Hîlav (kurî Mihemedî
Mîhrî) nûser û wergêrr û kesayetîyekî
nasrawî Turkya bû zyatir hewllmida peywendîy bewewe
bikem. Belam bedaxewe le rojî 12/5/2005 da le Estembul koçîdiwayî
kird. Selahhedîn Hîlav salî 1929 le Estembul ledaykbuwe.
Nûser û wergêrrêkî benawbangî turkya,
derçûy zankoy Sorbun, sarezay felsefe û sosyolojy û
saykolojîy bû. Çendîn kitêbî çapkirawe
û bilawkirawetewe. 19. g.m. Gîwî Mukiryanî yekêtî
zimanî kurdî, govarî Hetaw, j 75, salî sêyem,
çwarsemme 1956-10-10,L1. (cêy sernce ke le ser bergî
j75î govarî Hetaw nûsrawe çwarsemme rezber 10
aylul1956, keçî le yekem laperrey ew jimareyeda çwarsemme
rezber 10 (tsirîn)1965 nûsrawe! Wekû lêkimdawetewe
debêt jimare 75î govarî Hetaw le rojî çwarsemme
10-10-1956da derkirabêt û be helle rêkewteke bew core
nûsrabêt! Askirase ke helley lew core le mêjûy
rojnamenûsî kurdî da nimûney zor 20. Dîcle kaynagî (serçawey Dîcle): heftenameyekî siyasî buwe, le Estambull be zimanî turkî derkirawe. Le jêr nawekeyda nûsrawe: rojnameyekî siyasîy serbexoye - hemû stêk bo gel. Mûsa Enter û Husên Dîkîcî deryankirduwe. Yekem jimarey le yulî 1948 û jimare 30 le1949-3-17da derkirawe. Renge ziyatrî lê der kirabêt. {derbarey birrwane: Le Kurdistana bakur û le Turkiye rojnamegerîya kurdî,L99-102}. 21.Musa Anter Hatiralarim Istanbul-2000p.76 Çend rûnkirdineweyek : Yekem - ewendey min agadarim çend sa'îr û nûserêkî dîkesman hebwe ke naznawî Mîhrîyan hebuwe, wek: Mehemed serîf kurî mela Îbirrahîm Hhenefî ke xellkî sarî Hewlêr buwe. Le 1911 ledayk buwe û le 1942-11-7 da koçîdiwayîkirduwe. Derbarey birwane : 1- Mîhrî Hewlêr, govarî Hetaw,
j49, salî duwem, 1955-11-10,L9-10. Birwane: M. Resull Hawar, Kurd û Kurdistan le diway
serrî yekemî cîhanyewe, bergî duwem, Silêmanî,
çapixaney xak, 2002, L87-88. Çiwarem - em lêkolîneweye le binerretda le mangî martî 1989 le sarî Beghda nusîwme, diwatir le kat û swênî cyacyada ewendey be pêwîstim zanîbêt gorrankarîm têda kirdiwe û zanyarîy niwêm pe zyadikrdwe.
|