Mihail Semînovic Lazarev

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Prof. Mixaîl Semenovîç Lazarev

(1930 - 7 March 2010)

 

Prof. Mixaîl Semenovîç Lazarev, yek ji zanyarên kurdnas ê herî bi nav û deng ku ji 50 salî zêdetir e derbarê kurdan, dîroka kurdan û pirsgirêka kurdan de xebat kiriye,  di 7ê Adara 2010an de li Moskovayê çûye ber mihribaniya Xwedê.

Lazarev, yek ji rojhilatzanê herî bi nav û deng ê Rûsyayê bû. Wî li Zanîngeha Moskovayê, di beþa Rojhilatzaniyê de serokatiya Kurdolojiyê kiribû.

Prof. Lazarev di gel hin xebatên xwe yên din, derbarê  dîroka kurdan de jî xebatên bêhempa kir; sê pirtûk û bi dehan gotar û nivîsên zanyarî yên li ser dîroka kurdan nivîsî.

Ew, ne bi tenê zanyarekî bû ku li ser dîroka kurdan lêkolîn dikir. Lazarev ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek gotar nivîsî. Di lêkolînên xwe de rewþa aborî, siyasî û civakî ya li Kurdistanê û têkoþîna kurdan a li hevberî kolonyalîstan analîz kir. Lazarev, bi awayekî dostanî nêzî vê têkoþînê bû. Wî dixwast Rûsya polîtîkayekî ku dê piþtgiriya çareseriya pirsa kurd bike, biafirîne. Li gor wî, gerek Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî piþtgiriya kurdan bikirana.

 


Foundation For Kurdish Library & Museum