Maruf YILMAZ

 

 

 

 

 

 

 

Berhemên Marûf Yilmaz

 

 

 

 

Maruf Yilmaz kî ye?

Maruf Yilmaz di sala 1958an de, li gundê Xosorê, nêzîkê Lîcê ji dayîka bûye. Gundîyên Xosorê bi tevayî tevê tevgêra Þêx Seîdê Pîranê dibin. Ji ber vê yekê, di sala 1925ê de Xosor hate wêrankirin û þewitandin. Dêûbavên Marufî revîyan çûn Farqînê. Maruf li Farqîné mezin bûye, herçendî ew Xosorî be, ewqas jî Farqînî ye. Ew mirovekî pluralîst û pedagojê perwerdeya zimanê zikmakî ye. Di 13 salîya xwe de, ji ber xebata siyasî hate girtin. Ew ji alîyé polîsên tirk ve hate hêþandin û îþkencekirin. Polîsên tirk ew birin dadgeha Diyarbekiré, lé ji ber ku emiré wî piçûk bû, wî berdan. Di 1980î de piþtê ku Maruf ji zindanê dihê berdanê, derdikeve derveyî welêt û ji wé salé û virde li sirgüné dijî. Ew hê 17 salî bû, xwe li sirgúné dît. Ew li Baþurê Kurdistanê ma, paþê hate Swêdê û li Swêdê ji sifirê dest bi xwendina dibistana destpêkê kir, wê xwend kir û paþê jî Lîsê kuta. Bêle, Maruf dibistana destpêkê(grundskolan) û lîsê, beþa perwerdeya zarokén 1-6 salî ”Barnskötare-linjen“ li Swêdê” kuta kir. Paþê, hindava zarokan, ciwan û hewcedarîya taybetî ya alikarîyé ji bo mezinan ”Barn, ungdomar och vuxna i behov av särskild” xwend û piþtî lîsê jî “Kvalificerad Yrkesutbildning” kuta kir yanî Maruf birêvebirîya zarokxaneyê li sazîya Belediyê jî xwend. Maruf Xwendegeha Bilind a Mamostetî û Universitê kuta kir. Ew Fil.Kand û Magisterand e. Wî Examen wergirt û ji bilî examena akademîkê jî, beþa perwerdeya mamosteyên zimanê zikmakî xwend û niha ew li UNIVERSITETê wekî lêkolenêr û xwendekarê “MASTER-ê” ye. Ji bilî xwendekarî û lêkolînê jî mamosteyê zimanê kurdî ye. Maruf ji sala 1990é ta niha wekî mamosteyê zimanê kurdî kar dike.

 

 

 

 

 

Maruf Yilmaz