KURTEBIREK JI DÎROKA DAGÎRKIRINA KURDISTANÊ
û REWSHA RAMYARIYA ÎRO KU MIXABIN PIR LI REWSHA DEMA PEYMANA LOZAN'Ê DICHE

 

Herêmên li navbera Firat û Dîclê, ku li dîrokê jê re digotin Mezopotamiya, mozaîkek ji mishe gel û milletên têvel ve pêk hatibû. Karguzerî û tesîrek mazin a Mezopotamiya'yê, li ser tevayiya welatên cîhana kevin hebû.

Lêbelê kok û rehê chanda Mezopotamiya'yê, dayika sharistaniyê, herêma ku di dîroka sharistaniyê de jê re "Heyva Bi Xêr û Bêr, Heyva Zêrîn" dibêjin, ku wan herêmên bi xêr û bêr ên li dorhêla Firat û Dîcleyê, wan zozanên Kurdistanê ne. Mirov cara yekê li vir ji xwe re chandinê kirin. Têger li vir hat pevxistin û hunera durustkirina mast û penêr jî li vir derket holê û pêsh ve chû. Li nêzîkê bajarê Hewlêrê nivishtek kevirî hatiye dîtin, ku ev yekemîn menuyê lokantayê / restaurantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê nivishtê tê diyarkirin, ku li dor 5000 salî ye.

Li dîrokê, mishe xanedanî û qeyserî li Rojhilata Navîn ava bûbûn. Weke gûtî yan jî kurtî ku (4000 berî Zayinê), kasît, mîtanî û mad bi hezaran sal berî zayinê li vir serdestî ajotin, ku van qewman bav û kalanê kurdan in.

Kurdistan, ta serdema modern, ta sala 1919'yê jî, di nav împaratoriya pirr-milletî ya osmanî de xwedî otonomiyê bû. Hingê mishe gel û millet bûn xwedî keys û derfet û xwe ji vê "zindana milletan", ji nav destê osmaniyan xwe serbest kirin, bûn gerdenazad.

Pishtî sherê cîhanî yê yekem, di sala 1919'yê de Konferansa Parîs'ê ava bû. Hêzên serdest ên pishtî sherî, li vê konferansê peyman girtin, da ku Kurd û Ermen jî bikaribin li ser bermayên împaratoriya osmanî dewletek ji xwe re ava bikin. Lê belê dema peymana Sewr û Lozan'ê jî, chi kes û dorhêl li gor biryara Konferansa Parîsê helwêst diyar ne kirin.

Ji ber ku delegasyona înglîzan tevlî karguzeriya xebata lobiya dîplomatên tirkan bûbûn û pishtgiriyê ji tirkan re dikirin.

Ji lew re chavê înglîzan di hêjayiyên xwezayî ya Kurdistanê de hebû. Wan bi alîkariya xebata lêgerînî ya shîrketên xwe yên petrolê, ji mêj ve fêm kiribûn, ku binê xakê Kurdistanê ji petrolê dagirtî ye. Di ser de jî, Kurd bela-wela bûn. Chi saziyek millî a wan a xurt nîn bû. Fermana malbatên mazin û giregirên kurdan rabû. Serok û ronakbîrên kurdan hatin girtin, zindankirin û darvekirin.. Yên mayî jî, ji welêt hatin dûrxistin. Rabûnên netewiyên kurdan hatin shikandin.

Hingê Kurdistan di navbera pênc welatan de hat parvekirin. Îran, Iraq, Turkiya, Suriya û Sovyetê.. Chand û zimanê kurdî ji hêla dewleta unîter û pro-fashîst ê tirk ve hat qedexekirin. Kemal Ataturk dest bi vekushtina kurdan kir û bi sedhezaran kurd hatin kushtin û bi milyonan jî hatin dûrxistin ber bi Kapadokiya, Anatoliya û Trakiyayê ve.

Nishtecihê welatê Kurdistanê piranî Kurd in. Her wisan jî gel û milletên kêmhejimar li Kurdistanê hene, weke; ermen, suryan û ereb. Lê kêmhejimar ji tirkan li Kurdistanê nîn in. Ew tirkên ku li bajarên Kurdistanê dijîn, elemanên dewleta tirk ên sivîl û leshkerî ne. Weke polîs, mamûr û serbazan.

Zimanê kurdî ji malbata zimanên Hind-Ewrûpî ye û ji hêla 40 ta 50 milyon mirovan ve têt axiftin. Kurdî û zimanên latînî ji kok û binyadekî ne û xwedî mishe gotinên beshdar in. Gotinên kevin ên di zimanê înglîzî, frensî, almanî û swêdî bêhejimar in. Nimûne : hesp, hêk, lêv, brû, derî, pire, gol. kon, nav (ok ), nav, hwd.

Xelkê cografya Kurdistanê yê geljimar bi tenê kurd in. Ji kurdan mazintir komikên millî li herêmê nîn in. Lê dîsan jî em man bê desthilatdarî û dewlet. Me gel û welatek pir ê pirjimar û naskirî heye, lê em ta roja îro jî, ji bidestvehanîna mafê charenûsiyê bêpar û mehrûm in. Di ser de jî vê serdema dawiyê, hebûn û hêjayiyên milletê me yê mazin û fedakar ên 30 - 40 salan, bi destê xayinên turkofonan hat firotin ji dewleta fashîst û kemalîst re. Her heman wek serdema Lozan'ê, pêshî li hêz û hebûna dîplomatîkî ya gelê me yê li bakurê Kurdistanê dîsan hat birrîn. Chawa ku di peymana Lozan'ê de hin chavkor û xwenenas telegraf li ser telegrafên pîrozbahiyê ji bo avabûna komara Tirkiyê ji Konferansa peymana Lozanê re dihinartin û digotin "kurd û tirk bira ne, em pêshengên kurdan, em dixwazin ku dewletek ji tirkan re ava bibe", her îro jî, van Xwedê gravî serok û merokên kurdan dichin li Parlemanên Ewrûpa'yê û chi daxwazî û xwestekên millî na kin. Di ser de jî wek ku xelkê Kurd sher xwastibe, li ser hin dirûshm û shîarên bêwate ên wek "Ashtiya kurd û tirkan", "biratiya kurd û tirkan" dem lêdidin.

Li vê domanê, gava dewletên ewrûpî dixwazin Tirkiyê bigirin nav Ewrûpa'yê, hingê divê dengê kurdan bigihîje kom û encumenên ramyarî ên bilind ên ewrûpî, ku hingê hesabê kurdan jî bihête zanînê. Lê gava em ji vê rêxistina millî bêpar bin, hingê desthilatdarên Yekîtiya Ewrûpa'yê jî guhdariya komikên bênûner na kin.

Hin hêz û derdorên klasîk ên kurdan hene, ku ta roja îro, li shûna xebatkirina profêsyonal, her tenê xwe bi shirovekirinê ve mijûl kirine. Me hêvî heye, ku îro her kes ji bo avakirina rêxistinek millî, ku daxwaza millî ya kurdan: daxwaza Azadiya Millî ku mafê her milletek e, rojek berê ji Y.E.'yê bikin.

Xwushkino birano, heyf mixabin ku Kurdistan hîna jî bindest e.

2004-11-01

Goranê Cano