DIYARDEYEKÎ TIRSINAK

 

 

 

Le kat-î geranewem da bo Swîd, bo mawe-y çend rojêk, le bajêr-î xosewîst-î Kurdistan man, bajêr-î Amed mamewe. Ewe-y ke demewêt lem nusrawe kurte da bas-î lêwe bikem, ewe diyarde diltezêne ye ke min û dostêke-m lew bajêre ke be paytext-î Kurdistan-î Mezin nawzed dekrêt, têda jiyaîn, ew îs diyarde-y be turkî axeftin e!!!


Em roke ziman-î kurdî eger çi le Turkiya be fermî danipêda nenrawe, lê mirov eger bixuazêt detuanêt be ziman-î zigmakî xo-y axewtin bikat. Lê mexabin ku be degmen ne bêt yek mirov na bînît ke be ziman-î kurdî biaxewêt, belkû hemû be ziman-î tirkî ke ziman-î rijêmêkî dagîrker e, diaxewin. Min û ew doste-y ke le gel-m bû katêk deçûyne her bazarêk demanpirsî ” Dezanin be kurdî biaxefin?” bersiv-î yan her dem ev bû, ke ewan kurdî na zanin. Pashan îs, katêk ême be ziman-î kurdî deaxewtîn, ewan be kurdî bersiviyan dedawe.

Pirsîyareke lêre da ev e, ku çima gel-î kurd man le bajêrêkî wek Amed na xuazin be kurdî biaxefin? Ême bash dezanîn ke sîyaset-î rijêm-î Tirkîya le hember mafe neteweyî û dimokrasîyekan-î geleke man çewa bûe, lê wa bo sîh sal zêdetir deçêt, gel-î kurd man le Bakûr-î Wilat xebat-î dest pêkirdûe bo rizgarî-y neteweyî û nîshtîmanî.

Bekarhênan-î ziman-î kurdî le axewtin û nûsîn da pirsêk-î pir girîng e, ji ber ku ziman birbire-y pisht-î pênase-y neteweyî ye. Eger dujmin ziman man le qedexe bikat, pêwîst e ême her bekarî bênîn, çunke tenha ziman-î kurdî ye ême le gelan-î areb û turkuman û faris cuda dekatewe. Wekî din ruxsar û ayin man yek e û coghrafîya-y Kurdistan îsh be coghrafîya-y ew netewanewe lkawe, bo ye ziman-î kurdî ye ême le wan cuda dekatewe û ême s debêt parêzgar-î le zimaneke man bikeyn le rêge-y bakarhênanîyewe. Bekarhênan-î ziman-î kurdî, bastirîn û be hêztirîn mêtûd e bo paraztin-î le tiuandinewe.

Mirov maf-î xo yetî bipirsêt, ta êsta wa bo sîh (30!) sal deçêt ew parte kurdîyane çîyan kirdûe? PKK bîst sal xebat-î çekdarî kird, zêdetir le sîh hezar mirov kujran zêdetir le 4 milyon mirov-î kurd le zêd-î xo yan derbeder bûn, ke çî tenanet ewende hosîyarêt-î sîyasî le naw gel-î kurd bilaw nekrayewe ta weku geleke man be ziman-î zigmakî xo-y biaxefê.

Min dezanim, ke le bajêrekan-î din zêdetir ziman-î kurdî wek le naw Amed be kardehênin, belam hêsta her ziman-î tirkî zor zîyatir le jiyan-î rojane be kardehênrên wek le ziman-î kurdî. Debêt ewe man le bîr ne çêt; ke le pirose-y rizgarî, nîshtîmanî û neteweyî-y Amed bo Bakûr-î Kurdistan, wek Silêmanî wa ye bo Bashûr-î Kurdistan.

Karwan SAÎD JAF
Swîd

 

(Wergera ji tîpên erebî: Goran Candan)