Deh
Partî - Lê hukûmetek
Li van merc û doxên nazik a ramyariya îro
li herêma Rohilata Navîn'ê, gelê me, hem
HÊVÎ û hem jî DAXWAZIYÊ dike, ku
her du hukumetên Kurdistanê, di van ROJÊN TENG
de xwe bikin yek. Bibin xwedî du yan deh partiyan, lê ji
vir û pê ve GELÊ ME 1 (YEK) HUKUMETEK TENÊ divê -
ne dudo.
Ev
jî ne tishtek welê zor û dijwar e. Hukumet
ji gelek partiyan ava dibin. Bila HER DU PARTIYÊN ME YÊN
SEREKE yên bashûrî, (heger sedemên ramyarî jî hebin)
bi chend partiyên bichûchik ên din ve jî,
HUKUMETEK XWEDÎ BINGEHEK PIR A BERFIREH dahênin. Milletek û du
hukûmet pir a eyb e. Ji eybê bêhtir jî, jihevdûrbûnek
welê di rewsha îro de PIR A XETER E!
Riya
qezenca millî ya gelê me, riya selametî û ewletiya
gelê me, îro ji vân her du riyan re derbas dibe:
yan zexmkirina helwêsta li ser DAXWAZIYA AZAD Û PIRALÎ ya
bi gelê ereb re rêxistinek FEDERALÎZMê û yan
jî YEKALÎ hilbijartina
riya SERXWBÛNÊ ya gelê me yê li Bashûrê Kurdistanê.
Em
bang li HEMÛ kurdên milletperwer dikin, ku ji bo vê
daxwaziya millî ya AVAKIRINA HUKÛMETEK TENÊ, KAMPANIYAK
ÎMZEYÊ bivekin û encama vê kampaniyê
pêshkêshê serokatiya bashûrê Kurdistanê
bikin.
Dirûshim ev in:
HER BIJÎ YEKÎTIYA KURD Û KURD!
Her bijî Kurd û Kurdistan!
4-4-2004
|