Hozan BADILÎ

Li Welatê Me


Pertûkek helbestî nuh ji helbestvan Hozan Badilî re bi navnîsana (Li Welatê me) hate çapkirin, ev pertûka helbestî karê yekem ji helbestvan re di biwara nivîsandinê de ku dikeve nav destê xwendewaran ku, bi sêweyeke nûjen û zimanekî resen û zelal hatiye ristin, pertûk ji 29 helbest û 100 rûpelî biserhevhatiye, ji hin navnîsanên helbestan: Devê min, Guhar, Gustîlk, Bazin, Pîrek, Li welatê me….

Hozan Sêxmûs Badilî li gundê Sorê a rojhilat ji dayikbûye, niha li bajarê Hesekê dijî, helbestê bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne.

Ev herdu helbest ji naveroka pertûkê ne:

Devê min
Li gundê me
dema sibeh tê
û ez bê devim
napirsin kanî devê te
lê ew zanin
ku min devê xwe
li ser sînga te
jibîrkiriye ....

Azadî
Azadî
çira jiyana xwe
ji serjêkirina
welatfirosan

dadide.