HEMÎDÊ SMAÎL AXA
(Kilinçaslan)
01.03.1948   27.11.2020

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Hemîd Smaîl Axa (Kilinçaslan)

Kurdekî jêhatî, têkoşer û têgehîştî ..
Endamê Koma Xebata Kurmanciyê ya
Enstîtuya Kurd li Parîsê bû.


Hezar heyf û mixabin ku ji ber nexwşiya Covîd-19'ê, li roja 27.11.2020
li nexweşxaneyeke li Anqere'yê jiyana xwe ji dest da.

Hemîd Smaîl Axa ji gundê Dêrika Smaîl Axa ya ser bi bajarê Mêrdînê ye.
Li salên 1970'yî li serokatiya Tevgera Rizgarîvanên Neteweyî ya Kurdistanê ku
jê re bi tirkî digotin KUK, cî girt.
Ji ber kurdperweriya xwe ya zexm, hem gemariyên li nav tevgera RNK'ê
û hem jî pîsîtiyên li nav Tevgera Xapo pir baş dizanî.

Keda wî ya li nav Tevgera Kurdî bi xizmetên mezin û bêhempa bû.

Bo nimûne bi hewildanên wî yên taybet ên li dij şerê navxweyî yê kurd, ku
li dawiya sala 1979'an û destpêka sala 1980yê, ku li navbera RNKê û Tevgera Xapo
bi destê MITê hem hat bi destpêkirindan û hem jî bi rêvebirin, bi dawî hat.
Peymana agirbestinê ya li navbera van her du tevgerên navbirî,
li ser navê RNKê kek Hemîd û li ser navê Tevgera Xapo jî
Semîr (Çetîn Gungor) bi hevpeymaneke bi 11 xalan (maddeyan) hat
şanenav(îmze)kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev çîroka jêrîn gava ku ez biçûk bûm, weke ku jı gelek zarokên kurd ra hatiye gotin, min jî bihîstıye... Lê ez bawer dikim îro pêwîst e ku ne piçûk bi tenê, lê belê kesên din jî wê bixwînin û guhdarî bikin"

İsmail Kilinçaslan


Rasto û Xwaro*


Hebû, tunebû xêr û xweşî li dê û bavê min û we bû.

Dibêjin, carekê ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran jı xeynî tralên li ber dîwaran: du mirov hebûn, navê yekî Rasto û yê din jî Xwaro bû. Weke ku ji navê wan jî xuya dike, Rasto xwedîyê gotina xwe, ji rastîyê û dirûstîyê hez dikir, hevalên xwe ne dixapand. Lê Xwaro çiqas dubare çewtî û tevlihevî hebûya, wî ya qenc ne dikir, rastî ji qirikê dernediket.

Dibêjin, herdu bûne destbirakê hev û tim ji hev ra digotin: "Rast bi rastîyê de û xwar bi xwarîyê de here". Herduwa qîma xwe bi hev anîbûn.

"Ev çîroka jêrîn gava ku ez biçûk bûm, weke ku jı gelek zarokên kurd ra hatiye gotin, min jî bihîstıye... Lê ez bawer dikim îro pêwîst e ku ne piçûk bi tenê, lê belê kesên din jî wê bixwînin û guhdarî bikin"


Rasto û Xwaro *


Hebû, tunebû xêr û xweşî li dê û bavê min û we bû.

Dibêjin, carekê ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran jı xeynî tralên li ber dîwaran: du mirov hebûn, navê yekî Rasto û yê din jî Xwaro bû. Weke ku ji navê wan jî xuya dike, Rasto xwedîyê gotina xwe, ji rastîyê û dirûstîyê hez dikir, hevalên xwe ne dixapand. Lê Xwaro çiqas dubare çewtî û tevlihevî hebûya, wî ya qenc ne dikir, rastî ji qirikê dernediket.

Dibêjin, herdu bûne destbirakê hev û tim ji hev ra digotin: "Rast bi rastîyê de û xwar bi xwarîyê de here". Herduwa qîma xwe bi hev anîbûn.

Dibêjin rojekê ji rojan Rasto û Xwaro bi hev ra dimeşiyan, herdu destebirak bûbûn rêwî. Rêwîtîya wan gelek dirêj bû. Li deşta bi rê ve çûn, çiya û rûbar li pey xwe hiştin. Riya wan bi bejayakê ket û hêdî-hêdî çoleke dûr û dirêj kete ber wan.

Demeke dûr û dirêj li kerbelayê meşiyan, ji hal de ketin û zêde tî bûn, zimanê wan erînekê kişiyan. Li vê çola xalî, ne tu çem, ne tu cobar, ne sarinc û qolîtk, ne gund, ne şênî, ne avayî tunebûn. Pir çûn, hindik çûn, li ber çavên wan reşve dihat û lîyan û rewrewkê digirt, qırıka wan zuha bûbû, lêvên wan qeşmûşk dıgirt, tav hertim li wan germtir dibû... Ji nişkê ve dîtin ku, sarincek li ber wan e. Li dora sarıncê çûn û hatin, av li kûr e. Ne satil, ne çelt û ne dewl, tiştek tunebû ku pê avê bıkşînın. Pêwîst e ku yek ji wan, ya Rasto û yan jî Xwaro daketa sarincê avê vexwe û bi kulma xwe yan bi destmala xwe bide hevalê xwe jî.

Xwaro gote Rasto:

- Birako, ka dakeve sarıncê em ji tîna mirin.

Rasto yek ne kir didu daket sarıncê, av bi destmala xwe û bi kulma berê da hevalê xwe û paşê têr vexwar...

Piştî têr tîna xwe şıkenandın bêhna wan fireh bû, hişê wan hate serê wan, Rasto ji binê bîrê ban kir:

-De birako ka destê min bigre, min hilkişîne...

Xwaro:

-Birako, xwar bi xwarîyê da, rast bi rastîyê de diçe. Ê min bi xatirê te: tu li halê xwe bigrî... û meşya çû. Rasto çıqasî di binê bîrê de ma, nizanim, êvarekê hin deng bihîst.
Rasto guhdarî kîr, ku şêwreke mezin li ser bîrê civiya ye. Gur û sîxur û rovî li hev kom bûne. Her sê bi kêf û henek û bi ken rûniştine, yarî û tinaziyên xwe dikin. Rasto jî bi bê hêvîtî guhdariya wan dike:

Rovî ji gur pirsî:

-Birakê gur, tu çima hevqasî dikenî, ji kerema xwe bêje ka sebeba vê kêfxweşiya te çiye?...

Gur:

-Ma ez nekenim, wê kî bikene?... Kanîya gundê me çikıya ye. Marekî mezin (zîha) ketiye devê kaniyê, nahêle firek av derkeve. Terş û talanê gundiyan tev tî ne, ava here nêzîk qonaxa 4-5 saetan dûrî gund e. Pez û dewar, gava diçin ser avê, durêzî hevûdû dibin. fiivan diweste, kûçik tûle dibin, pezên, qelew, dûvberdayî li paş dimînin. Ez êrîş dikim, heta şivan kûçikan hay dikin, dikine heytehût, ez meda xwe distînim, bi xweşî nêçîra xwe dibim. Pîrê caran, laşên berx-berindîran li erdê dimîne, ez paşê têm, lê vedîgerîm, têr dixwim.

Rovî ye, ranaweste (nasekine) ji sîxur pirsî:

-Ka birako, ê te tu çima hevqasî dikenî? Va birakê gur a xwe got, ji kerema xwe re tu karibî ji me re bêjî.

Sîxur dest bi a xwe kir:

-Min qîza paşê dîn kiriye. Paşa kurdûnde ye, tenê ew keçık jê maye. Zana û textorên welêt tev anîne, lê nikarin wê sax bikin. Ger hin av ji ava vê bîrê nebın, keçik xwe pê neşo, qet rehet (bijûndar) nabe. Her ku bêhna min teng dibe, ez diçim ba qîzikê, pê henekan dikim. A min jî ev e...

Gava sîxur sebeba kêfxweşiya xwe diyar kir, gur û sîxur zîvirîn ser rovî, jê pirsîn:
-De birakê rovî, vaye me yên xwe gotin, ka tu çima hevqas dikenî û kêfxweşî?
Rovî zimanê xwe li dora devê xwe xist û gote wan:

-fiikeftek di berqefê de ye. Di şikeftê de hin zêr û zîv hene, xwedî ez im. Her dema ku bêriya wan dikim, diçim dihejmêrim, pê dilîzim, bêhna xwe bi wan derdixim. Ma ji vî karî xweştir tiştek heye?...

Herduwa bi serên xwe bersiv dan rovî jı wî re mohr kırın. Ken û yariyên xwe ajotîn. Piştî kurtepista wan xilas bû, rabûn ser xwe ji hev bela bûn. Rasto qenc guhdariya wan dikir û digot: "ax!... ax, gelo heye ez ji vir xilas bim?".

Rasto çiqasî di sarincê de ma, nizanim. Dibêjin karwanek hate ser avê. Barên xwe danîn, da ku rojekê-duduwa bêhna xwe derxin. Lewra sarınca ku Rasto tê de, qonaxa wan deveran ya bî tenê bû, av a vexwarînê li wê çolıstanê bî tenê lî wir hebû.

Karwên destbi çadir û xeybet vekirinê kir. Her kesek ber bi karê xwe ve dibeziya. Yên ardû vedihewîne çûn qirş û qala bidne hev, yên singa dikutin rahiştin mîkutan, jinan dest bi hevîr û nanpêtinê (nanpêjanê) kirin, yên ku avê dadigrin çelt û satilên xwe rakirin û hatin ser bîrê. Saqa yê ku avê dıkışînın gava satila xwe dahışt bîrê, Rasto hişk bi satilê girt. Rebenê xulam tirsiya, werîsê xwe avêt, bazda kire qêrîn û hewar, bazirgan lê civiyan...

Xulêm:

-Tiştek di bînê bîrê de ye, satila min girt, hindik mabû ez jî bikışandama ba xwe.
Mêr tev hatin ser devê sarıncê û bang kirin:

-Tu çi tebayî kuro, însanî, perî yî, tu çiyî?...

Rasto:

-Ez jî weke we însan im, ez ketime bextê mêrên çê, ka min ji vir derînin.

Gava Rasto peyivî, rabûn werîsek anîn li newqa mirovekî girêdan û daxistin sarıncê.

Rasto û satila xwe derxistin û Rasto birin ba serbazîrgên.

Serbazirgên ji Rasto pirsî:

-Lawo xêr e, çima tu di vê bîrê de yî? Ka mesela xwe bêje.

Û ban peyayên xwe kir:

-Lawo, ka nan û pêxwerinê ji vî camêrî re bînin.

Rasto dest bi serpêhatiya xwe kir û ji civatê re got. Kêfa civatê tevî ji Rasto re hat, xwarin dan ber wî. Rasto têr xwar, hişê wî hate sêrî, serbazirgên jê pirsî:

-Lawo, em tev hevalên rastîyê ne, ka tu çi daxwazê ji me dikî? Bê şerm bêje, çi tiştê qenc ku ji destê me bê, em bi paş de nadin.

Rasto:

-Sipas dikim, we ez ji bîrê derxistim, bes e, mala we hezar carî ava be.
Serbazirgan:

-Baş bêhna xwe berde, emê hin nan û pêxwerinê têxin tûrkê te, em ê kerîkotekî şûra jî bidin te. Çol e, kerbela ye ji bo tu xwe pê biparêzî. Û çi gava te xwast cihê te li ser seran û ser çavan he ye, de oxira te a xêrê be.

Piştî bêhna wî baş hat ber wî, Rasto xatirê xwe xwest, rahişt şûrê xwe û tûrıkê xwarînê û bi rê ket.

Dibêjin: "Rasto pir çû, hindik çû, gihîşt wî gundê ku gur digot zîha ketiye kaniya wî. Rasto berê xwe sererast da kaniyê, bi şûrê xwe dora kaniyê veda, zîha serê xwe bilind kir, kulora wî ya mezin li hev zîvirî, lê Rasto mefer nedayê.

Rasto bi hemd û hêl şûrê xwe avêt serê zîhê, serê wî jê kir. Gulofîtka wî hêdî-hêdî ji hevûdû vebû, sist bû, wê gavê kanî der bû. Lê xwîn û av bi hev re diherikî.

Saloxê kuştina zîhê gihîşte gund. fiahî kete nava gund, ku kaniya wan der bûye. Lê Rasto ne hîşt tu kes avê ji kaniyê vexwe, av û xwîna zîhê hê jî diherikî. Heta ku av zelal bû, Rasto jı nû ve destûra gundiyan da. Pez, dewar, însan û terşê gund tev kişiyan ser kaniyê. Gundî gelek kêfxweş bûn, baskên wan tunebûn ku pê bifiriyana. Êdî ne ma diçûn ava dûr, gur ne ma terşê wan dixwar, terşê wan ne ma ji tîna telef dibûn û nexweşî nediket nava piçûk û zarokên wan.

Gundî di nava xwe de civiyan ku qenciya vî mirovî dê çawa lê vegerînin, ango xelatekê (diyarî) layiqî vî ciwanmêrî bibînin û bidinê.

Gundiyan piştî çûn şêwra xwe kirin, rîsipî hatin ba Rasto çavên wî maç kirin, sipasî wî kirin û jê re gotin:

-Xortê hêja, birayê delal, te em û terşên me ji belayeke mezîn xilas kir, em çi bêjin hindik e, em çi bidin te wê hindik be û cihê qenciya te danagire.

Rasto got:
-Na xêr, ev ne tiştek e, min tenê karê xwe yê merıvantiyê kir. Lê ku hûn karibin, ez ji we tiştina dixwazim. Kerekê, têrekê, kun û dewlekê bidne min, ev ji bo min baştirîn xelat e.

Gundiyan yek nekir didu, xwestinên wî wê gavê cîh anîn û jê re gotin:

-Dibe ku tu rojekê têkevî tengayê, haya me jê bike, em gundî tev ji bo her alîkariyê amade ne.

Rasto kera xwe da ber xwe û ji gund bi dûr ket. Lê dûr û dereng dengê dahol û zirnê, dengê heytehûta gundiyan dihate guhên wî.

Rasto kera xwe ajot û berê xwe da wê bîra ku ava wê ji bo qîza paşê a dîn, derman e - ew a ku sîxur saloxê wê dabû. Gava ku Rasto gihişt ser sarıncê, barê kerê danî, bêhna xwe berda, di pey re dewla xwe dahişte bîrê û kun tijî av kir, kun xiste ferek têrê û fera dî jî kevirek xistê ji bo ku berberî hev bibe, tim bi milekî ve nekeve û xwar nebe.

Rasto bi rê ket û berê xwe da şikefta ku rovî saloxdana wê dida. Pir neçû Rasto gihişt şikeftê, dît ku, bi rastî di şikeftê de gelek tişt û miştên hêja hene. Barê kera xwe danî û dîsa bêhna xwe berda, nan xwar, av vexwar, êm da kera xwe.

Pıştî bêhnvedanê Rasto ew kevirê ku di hêlek têrê de bû, derxist û avêt, li şûna kevir zîv û zêrên ku di şikeftê de hebûn, xiste guhê têra xwe, li kerê kir û bi rê ket, berê xwe da bajarê paşayê qîza wî dîn bûyî.

Dibêjin Rasto li nava bajêr kolan bi kolan, cî bi cî digerîya û bang dikir:

-Hê! hê, hê! ez im, ez bêhişan bi hiş dikim, dînan bi aqil dikim...

Rasto çend denga bang kir û bêhneke xurt geriya. Saloxê wî li nav bajêr belav bû. Bi kurtepistê, xelkê li hev gerandin ku yekî derwêş dînan biaqil dike, bêhişan bi hiş tîne.
-Lawo ma ev dîn bûye, ê ne niha wê paşe bibihîze. Ma ne qîza paşê bi aqil nebe, wê rebeno bê kuştin...

Bi vî awayî yek kirin çar, çar kirin çardeh peyv li hev gerandin û berdevka peyv gihandin paşê.

Gava ku paşê bihîst, derhal ferman kir ku ew ê dînan biaqil dike, bigrin û bînin. Nexweşiya kaçikê paşê pir bêhnteng kiribû. Dibêjin du leşgerê paşê bi dû Rasto ketin ew zû dîtin, bê peyv destên Rasto girtin û birin dîwanê. Paşê gote Rasto:

-Xortê hêja, saloxên te ji min re dan ku, tu dînan biaqil dikî, bêhişan bi hiş tînî, ma rast e?

Rasto lê vegerand:

-Belê paşayê min, rast e.

Paşê got:

-Xorto, qîza min nexweş e, tim di hindur de ye, yên ku qîza min di wî halî de bibîne û qîza min sax neke, ez serên wan jê dikim. Min du xanî ji serî û cendekan dagirtine. Qîza min cilên xwe diqetîne û pirê caran tazî ye. Eger tu bi xwe ne bawer bî, ez zorê li te nakim, tu serbest e.

Rasto got:

-Ez qîma xwe pê tînim, paşayê min. Ez ji ewên ku serên wan hatine birîn ne çêtir im. Xwedê temenê te dirêj bike, paşayê min, yan ez ê bi ser şopa yên berê dim, yan jî ez ê qîza paşê sax bikim, fermanê bide da ku min bibin ba nexweşa min.

Dibêjin paşê ferman kir û leşgeran Rasto birin ba keçikê. Qîza paşê weke hercar kincên li xwe tev zîtol-zîtolî kirî bûn. Laşê wê tev li wê rastê xuya dikir, dilê meriv bi halê wê dişewitî. Gava ku Rasto kete hindur, keçikê êrîşî Rasto kir. Rasto tasa ava xwe berî ku here hindur amade kiribû, bi êrîşa keçikê re Rasto tasa avê bi ser ser û laşê keçikê de reşand. Gava peşkên avê gihişte keçikê, lerizî, çavên wê fireh bûn, xwe da hev û cardin êrişî Rasto kir. Rasto tasa avê ya diduyan jî reşand ser û cara sisiyan keçik ji nû ve li hal û perîşaniya xwe hay bû, qêrîn pê ket û xwe avêt erdê û got:

-Ez ketim bextê mêrên çê, ez ketim bextê te, sitarekê bavêje ser min, min biparêze...

Keçik bêhiş ket, Rasto ew nixumand û mizgîn şand ji paşê re ku keça wî sax bû...

Gava mizgîn çû ji paşa re, paşê ferman kir ku herkes ji bo şahiyê serbest be, kî çi dixweze bike, ji dest neyê girtin û alîkarî pê re bê kirin.

Dibêjin ku kêf û şahî di nav bajêr û tevaya welêt de, belav bû. Bê jimar pez û dewar hatin serjêkirin, govend hatin gerandin, şahıyê bî xwarin û vexwarin heta çil roj û çil şevan dom kir.

Rasto di van rojan de mêvanê herî dilovan bû (ezîz bû) û li kêleka paşê rûniştibû. Daxwaza wî bê guman pêk dihat. Piştî kêf û şahiyê, paşê ji Rasto pirsî:

-Xortê hêja, te dilê min yê pîr xweş kir. Ez heya mirinê dî bin vê qenciya ku te bi min kirî, dernakevim. Ez çi bêjim wê kêm be, ez çi bidim te wê hindik be, ka tu çı jı mın dixwaze, ez amade me ku ji te re her tiştî pêk bînım.

Rasto:

-Paşayê min, min qet malê dinyê navê. Ez jîyaneke dirêj û serbılındayê ji te re û kêfxweşî û azadıyê ji gel û welêt re dıxwaz im. Min karek ji karê mirovatiyê pêk anîye. Heger paşayê min ferman bike ez ji bo rêwîtiyê azad bibim, daxwazên min tev pêk tên. ..

Dibêjin, paşê gelek dan û sitandin kir, bi şêwrdarên xwe şêwirî. Bi qîza xwe û dayika wê re axivî. Piştî van bîserhatıyan teva paşê dît ku ji lêmarkirina qîza xwe pê ve tiştên qenc ku bi Rasto bike tune ye.

Dibêjin ev biryara han ji Rasto re jî gotin û Rasto qîma xwe pê anî, bû zavayê paşê.
Ji Rasto re qesrek ava kirin, mal û zînet ji dest ne girtin. Lê Rasto, bi kar û barên xwe yên durist, baweriya gel û dewletê bi xwe anî. Ji Rasto gelek hate hezkirin. Ji ber ku kurên paşê tunebûn, bi çavên lawê paşê li Rasto hate nerîn.

Paşa bi nav salan de çûbû, roj bi roj ji hêz de diket û ne ma karibû serokatiya welêt bike. Di saxiya xwe da paşê ferman kir û got:

"Gava ez bimrim, Rasto dîkare darê min bigre". Piştî demekê, roja paşê hat û ew çû ser heqiya xwe. Rasto li şûna paşê rûnişt, bû paşa, bi rast û ronî karê xwe meşand.

Gava Rasto darê gerandına dewletê girt destên xwe, hevalê xwe Xwero ji bîr ne kir. Rasto nîşaneke ku hevalê xwe pê nas dike û hevalê wî pê wî nas dike, li dergehên bajêr daliqand û dergevan pê serwext kirin ku "kî hat li van nîşana nerî û keser kişand, wî bigrin û bînin dîwana paşê".

Çend roj, meh, sal derbas bûn ez nizanim, dibêjin rojekê ji rojan dergevana bi situkura yekî girtin anîn dîwana paşê û gotin:

-Vî kesê ha li nîşana paşê me nihêrt û keser kişand, weke ku paşa ferman kiriye, me jî ew girt û anî...

Cilên Xwaro zîval-zîvalî bûbûn, rû û simbêlê wî hatibûn û di halekî gelek pejmûrde û perîşan de ma bû. Rasto dîsa ew nas kir, lê belê Xwaro, Rasto nas ne kir.
Paşê (Rasto) ferman kir:

-Zû wî bînin avgermê, pak û delal bişon, ez bawer im ku birçîye jî, xwarinê bidinê, kincên paqij û nû lêkin û paşê wî bînin vir.

Dibêjin piştî fermana paşê pêk hat, Xwaro anîn ba paşê. Lê Xwaro ne ma zane ku çi bûye, devê wî ji hev çûye û li der-dora xwe bi tirs dinêre. Di tevaya jiyana xwe de Xwaro guhdaneke bi vî awayî qet ne dîtibû.

Xwaro dane rûniştandin. Paşê jê pirsî:

-Birako, ma te ez nas kirim?

-Na ez benî, ma ez rebenê Xwedê ji ku cenabê te nas dikim.

Rasto:

-Ez im, ez birakê te Rasto me.

Hate bîra Xwaro ku Rasto di sarıncê de hiştibû, ji nû ve tirsiya û lerizî.

Rabû ser xwe, xwe avêt dawa paşê û bi hêvî û lava got:

Ez ketim bextê te, min di te kir, tu bi min meke. Min nebaşî kir ez poşman im, li min bibore...

Rasto got:

-Xwaro, min destbirakitiya xwe ji bîra ne kiriye, ez ji te ne xeyidî me. Ji ber ku em hevdu nas dikin, min qîma xwe bi te aniye û ez te dîsa baş nas dikim.

Xwaro dît ku hate azad kirin, ji nû ve hişê wî hate serî, dîsa li dora xwe nerî. Erêêêê... nas kir ku hevalê wî, destbirakê wî Rasto bûye paşa û ew jî bi zikê têr û bi kincên nû li dîwanê rûniştiye.

Xwaro ji Rasto pirsî:

-Birayê min ê hêja, ez karim bipirsim; tu bi çi awayî gihaşt vir?
Rasto:

-Belê. Gava ez di wê bîrê de bûm...

Û Rasto serpêhatiya xwe bi dirêjî ji Xwaro re got heta ku Xwaro anîn dîwanê.

Piştî serpêhatiya xwe tev, ta bî derzıyê vekır, Rasto ji Xwaro re got:

-Birakê min, ez te ne ma berdidim. Ezê qesrekê ji te re li vir ava bikim. Ez zanim, tu bi serê xwe li ku be, tu yê tim di nava kêmasî û xirabiyê de be, lê em karin hevdu ragirin...

Xwaro dengê xwe ne kir, lê tim û tim dida ber çavên xwe ku çawa hevalê wî ji sarıncê derketiye û gihiştiye vê dewrana han.

Xwaro diket nava xewn û xiyalan da ku rojekê biçe û ew jî têkeve wê bîrê, belkî ew jî bigihîje tiştekî. Bi van xeyalan û bi hêviya dewlemendbûnê, Xwaro rojekê bê deng rabû bi rê ket. Berê xwe da wê sarıncê û çû.

Pir çû, ne çû Xwaro gihişt wê sarıncê, dakete bînê wê û tê de ma.

Xwaro di sarıncê de ma. Rojekê dîsa gur û sîxur û rovî hatin ser sarıncê, şêwra xwe lı dar xıstın. Lê belê hersê jî bê kêf bûn. Hersiya dest bi gazînên xwe kirin.

Rovî:

-Hûn zanin! Hin kesan çûne ew mal û zêrên şikefta min tev birine. Ez nizanim hinan li me guhdar kirin, an we yekî ji devê xwe revandiye ku ev tişt bi serê min hat?

Gur:

-Bi Xwedê, hin kesan çûne ew zîhayê kaniya gund jî kuştine. Ez ne ma wêrim bi rexê keriyan kevim. fiivan kûçikên xwe hay min didin. Ez li zenga diranan mame, newqên min gihiştine hev.

Sîxur:

-Hûn zanin ku qîza paşê jî sax bûye? Ez bawer im hinekan li me guhdarî kiriye.

Hersiyan bi hev re li hindurê sarıncê nerîn, dîtin ku du çav tê de dî zuırînın. Bi hev re gotin:

-Waaaa! Va ye, yê li me guhdarî kiriye, dîsa di sarıncê de ye. De werin em ser wî bi keviran dagrin.

Û dibêjin hersiyan çiqas kevir û berên wan dora hebûn tev anîn û avêtin sarıncê. Ser devê sarıncê qûç kirin û Xwaro di bin keviran de ma.

Rast bi rastiyê de, xwar bi xwariyê de. Çîroka min çû diyara, kêfxweşî û azadî ji bo xwendevan û guhdara...

_____________________
* Ev çîroka dî sala 1984an de dî kovara Kulîlk`ê de, bî navê Jêhat Dîyar hatîyê belav kîrîn ku mîn carîna ev naznav lî xwe dîkîr. Mîn jî nû ve dî ber çavan re derbas kîr û pêşkêşî we xwendevanan dîkîm.

Hamid Kilinçaslan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li ber Pira Delal Zaxo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Stockholm Swêdê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Dergaha Pîroz li Laliş

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Başûrê Kurdistanê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum