Hekîm EHMED
Barana Sevên Rijî
Ciwan Nebî
di bin navê «barana sevên rijî» de ji çapxaneya
el-zeman li sûriyê û bi çapeke bedew dîwana yekem
ya helbestvan {hekîm ehmed} bi zimanê kurdî derket,
hînde ew li ser not û ses rûpelên xwe radihêje
bîst û du hebestan...
«barana sevên rijî» helbestên wê xwendinin
di sevine ku rola tewrî mezin ji hentesiya demê ji wan re bû
û xuya dibe ku "hekîm" pirr caran gund cihek ji van
sevan re hilbijartiye ,û di seqayên gund de dixebite, di tistên
wî de jî da bi wêneyên helbestên xwe û bi
zimanê xweyî sade wan binivîse, zimanekî çendî
bi rambûn û jîrbûn "hekîm" pê
re daye û sitandiye, zimanekî bi rastî ava kirinek bû
ji jîwara "hekîm" re, lewra zimanê kêlîkên
wî bû û ew jî xwes nivsîkar bû ji wan re.
Tistê balkês di vê dîwanê de ew kûrbûna
haye, ku nîgasê mijûl dike,kûrbûneke ber bi nexuyayê
de na gindire bi qasî ku ew xebitandineke di wateya afirîde û
derdorê de, hînde jîwarî bitevî ne jîwariyê
dibe bo di encamê de jîwara grek be erê eve tistê ku
"hekîm" di helbestên xwe de kirî, ev helbestên
ku gereke bi rexin û hezkirin werin xwendin.
L i dawî hêjayî gotinêyê ku ez bêjim: «barana
sevên rijî» bi pênûsa helbestvan "emîr
hisên" hatiye wergerandin zimanê erebî jî û
werger di bin çapê deye.
ji dîwanê em helbesta "sitem" hildibijêrin:
ev sev siyar ma
li benda çirûskekê
lê her kûr dibû tarî dibû
kûûr dibû tarîî dibûû
kûûûr dibû tarîîî dibû
helbesteke kor
destê xwe …
dipelandin
li welatekî..
bi qasî sînga te
lê xaçerêkên tariyê..
ew gihandin..
zindana Memo
sev xilmas dibû..
dixewixî..
berbangeke tarîtir
sevê
tariya xwe..
ji xwe kir
û di nav livîna ehreman de
zarokek wê çê bû
nav lê kir: "sitem".