H
A T I C E 0Z U M R U T

Kurtejiyan
Di 1952an da li Dïyarbekirê hatime dinê. Xwendina
min a seretayî û navîn li Dîyarbekirê
bû. Xwendina min a bilind a li besa Fakulteya Mimarîye
ku girêdayî Unîversîteya Teknîk a
Yildizê bû, nîvcû ma û min ji sinifa
sisêyan sûnda xwendina xwe rawestand. Pistre min cardin
dest bi xwendina universiteyê kir û min sahadetnameya
xwe ji Fakulteya Îktîsadî ya Unîversîteya
Anadolû ya li Eskîsehîrê wergirt. Hêj
di dibistana seretayî da min bala xwe dabû ser wêne
û ev hezikrin û baldarî di unîversîteyê
da jî berdewam kir. Dema min li Fakulteya Mîmarîyê
dixwend, pistî demekê pê hisîyam ku ez ji
siklên geometrîkî û req hez nakim û
ez ê nikaribim ruhê xwe, hestên xwe bi projeyên
mejîyê xwe va bikelînim. Lewra di mîmarîye
da teknîik, di destê yekem da dertê pes û
huner dikeve rêza duyem. Lê di wêne da huner li
pês e û zordayîneke teknîkî tune.
Di dawîyê da ez giham wê bawerîyê
ku ez ê bi wêne karibim tercumanîya hestên
xwe û ruhê hunerî bikim.
Dema ku ez li Stenbolê bûm, di her firsendî da
diçûm pesangehên wêneyan û min serê
xwe li ser pêseroja xwe ya wênesazîyê û
rîya wê diwestand. Di 1992an da ji ber karê kulfetê
xwe derbasî Enqerê bûm û li wê derê
bi cîh bûm. Û herweha serboriya min a wênesazîyê
li vê derê dest pê kir.
Min li Enqerê ji Yalkin Uzan dersên hunandin, boyaxa
neftî, boyaxa avî, pastel, peykersazîyê
stend; Ji Alî Îhsan Gursoy, çar salan dersên
Hunandinê girt; ji Sezaî Kara yê wênesaz
dersên hunandin, peykersazîyê stend; ji Yunus
Ozerdem peykersazi û li Navenda Çandî ya Ataturk
jî perwerdeyîya seramîkê stend. Li Fakulteya
Hunerên Bedew (Universiteya Gazîyê), li ber destê
Doçent Nur Gokbulut, li ser pêsnûmeya bingehîn
(dîzayn) û dîsa her li vê Fakulteyê
li ber destê Prof. Gonca Yayan li ser ebrû (nexsa ser
kaxizan) perwerde bûm. Pistre besdarî qursên boyaxa
darînî bûm.
Ji bo werçerxîn û pêsxistina çanda
wêne, min li Muzeya Lowre ya Parîsê; li Muzeyên
Modern û Klasîk yên Stockholmê; li Muzeyên
Klasîk û Arkeolojî yên Stawangerê
(Norveç) lekolîn û çavdêrîyê
jî kir. Pistî ev serpehatîyên lijorqalkirî
min dest bi çêkirina wêneyan kir.
Di sala 2003an da cardin li Dîyarbekirê bi cîh
bûm. Xebatên xwe yên wênesazîyê
li Dîyarbekirê, li Atolyeya Jîyana Nû (Yenî
Yasam Atolyesî) ya Saredarîya Sûrê didomînim.
HATICE ZUMRUT
Telefona Atolyeyê: 0090 412 224 50 91
Dîyarbekir
|