Yekîtî
Hejmara (1) ji kovara YEKÎTÎ bi zimanê kurdî
Gotina komîteya nivîsgeha YEKÎTÎ
Yek ji biryarên kongirê pêncan yê siyasî Kurdî
partiya me; partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûrî, ko
divê em bixebitin ko belavokek siyasî bi navê partiyê
bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî derxin. Çimkî
gelek kêmaniyê me –wek partî û wek tevger- div
î warî de hene, gerek em wan kêmaniyan çareserbikin,
nexasin wek tê zanîn ziman di rewsek taybet de, wek rewsa milletê
Kurd li Sûrî, ko bi dehê salan siyaseta tunekirina wî
hatiye ajotin û hîn jî berdewame nasname ye.
Ji bo vê sedemê ya serekê û hin sedemên din kongirê pênca yê partiyê li ser vê kêsê rawestiya û ev biryar stand..
Em hêvîdarin ko wê belavok a me «Yekîtî»
bibe find û semalek ji bo vekirina derge-hên roniyê ji gotara
li Sûrî re. û em bawerin ko wê pir kêmani yên
me hebin di avakirina vê belavokê de û bi taybetî ji
hêla teknîkî û giramatîka zimên, lê
em bawerin ko wê xwendeva-nê me li van kêmaniyan bibûrin
ji ber destpêke. Lê em sozê didin ko tae m karibin emê
kêmaniyan kêm bikin.
Armanca me û serkirdayetiya partî ko em di demek nêzîk
de karibin xwendevanê vê belavo-kê pir bikin di nav milletê
Kurd de li Sûrî. Û em rexnên hêzên Kurdistanî
li Kurdistana bakur û Îranê û Sovyeta berê ji
ser xwe hilînin. Ji ber ew rexne di cihê xwe de ne dema ji me re
dibêjin ko ew tistekî li ser helwesta milletê Kurd û
tevgera wî ya siyasî li hember rêjîma Sûriyê
nizanin, ji ber hemû belavokên me yên siyasî bi zimanê
erebî dertên.
Em hêvî dikin ko belavoka «Yekîtî» karibe helwesta milletê Kurd bi zelalî ragihîne, û xwendevanê xwe bighîne rastiya nerînên partiya me ji hemû bûyerên siyasî di Kurduistana Sûriyê, di Sûriyê, û di devereên cîhanê de, û awayê çareserkirina vê doze û alavên tekosînê yên ko partî bikar tine div ê qonaxê de.
Emê bixebitin ko hêza gelê xwe siyar bikin û rûçikên
rêjîma soven û totîlîtar wek heye berçav
bikin, bêdudilî, ko ev belavok mil bi mil bi belavoka «Yekîtî»
ya bi zimanê Erebî re bibe rêçnasa doza netewî
Kurdî û zimanê gelê Kurd di tekosîn û kêferata
hebûnê û mafê rewa.
http://www.welateme.net/erebi/7/yekiti_kurdi1.doc