Gabar ÇIYAN

 

 

 

 

Gabar Çiyan rojnamevan-nivîskarekî kurd e. 1960 î de li Tora Evdînê hatiye dinyê. Bi eslê xwe ji Darê ye. Di navbêra 79-87 an rojnameya herêmî ya Nisêbînê rêve dibir. Di sala 1988 an derket derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî.

Di qonaxa avakirin û pêsxistina Yekîtiya Rewsenbîrên Welatparêzên Kurdistanê. YRWK de besdarî kir. Di kongreya yekem ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê - YRK de, di rêvebiriya wê de wezîfe girt. Di Enstîtuya Kurdî li Stockholmê de xebitî. ji bo avakirina "Enstîtuya Mezopotamya" li Swêdê di gel rewsenbîrên Asurî/Suryaniyan kar kir. Enstîtu niha li ser ziman, çand û dîroka Suryaniyan kar dike.

Birêvebiriya kovarên "Sano û Sînema" û "Cîhana Wesanan" û niwêneriya rojnameya "Yeni Ülke" li Swêdê/bakurê Ewropayê kir. Di Kovara 'Rewsen'ê de xebatên wî çêbû. Nivîsên xwe di gelek rojname û kovarên kurdî de belav bûne.

1993 an de xelata rojnamevaniyê ya Musa Anter girt.

Niha gerînendeyê gistî yê servîca "Zarathustra News" ê dike. Service serbixwe ye. Navenda wê li Stockholmê ye. Tenê bi kurdî dixebite û zimanê tirkî, erebî û farisî bi pêsniyaza wî, di xebatên serwîsê û EuroKurd Human Rights ê de hatiye rawestandin. Serwîs li ser pirsên mafê mirovan û çanda kurdî kur dibe.

Çiyan, di rêvebiriya dezgeha EuroKurd Human Rights ê de jî dixebite.

BERHEMÊN WÎ

Bexçeya Zarokan 1-2, Norsborg: Nûçevaniya Swêd: Istanbul : Rojnameya Welat, [1992]. - 66 s. : ill., kartor. - ISBN 91-630-1453-X
Inceleme: Tarihte Kürd Sürgünleri- Istanbul: Norsborg: Yeni Ülke Gazetesi, [1992] - 51 s. : ill. - ISBN 91-630-1444-0
Sanoyên Zarokan - Stockholm, [1992]. - 32 s. : ill.
Êsa Zirav, "ji kehniya sanoya Brîna Res", Norsborg: Çand-Kültür, [1993]. - 26 s. - ISBN 91-972106-2-5
Melayê Meshûr, (sano), Norsborg: Çand-Kültür, [1993] - 40 s. - ISBN 91-972106-1-7
Pêkenokên Me: ji dîna dîntir : lêkolîn. - Norsborg : Çand-Kültür, [1993]. - 57 s. - ISBN 91-972106-0-9
Pirsa sînema Kurd û Yilmaz Guney - Norsborg: Wesanxaneya Çand, [1993]. - 53 s.
Süryani-Kildani 1-2-3, Asurlar-Asûrî, Norsborg : Wesanxaneya Çand, [1993-95]. - 55 s. - ISBN 91-630-1563-3
Kurdiska Ordspråk och Talesätt, Norsborg: [G. Çiyan], [1994]. - 41 s. - ISBN 91-972388-0-5
Bîrova Çavan, Çapa 1, Hägersten: Jîndan bokförl./Wesanxaneya Jîndan, 1995. - 92 s. - ISBN 91-972436-1-2
Sorbe / Gabar Çiyan, Bekir Yildiz- Norsborg: Çand-Kültür, [1993]. - 36 s.
Dengê jar û evîndaran hunermend Ehmed Salih Silo, jiyana wî, çavpêketin, hunera wî, ed. by Besîr Botanî (Stockholm, 1994), 36 p.
Evîna Sahmeran, îlon 1997, ISBN 91 972338880, Swêd