FERYAD FAZIL OMER

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Zanyarê Kurd Feryad Fazil Omar

Stand: 06.01.2023

Zanyarê Kurd Feryad Fazil Omar ji ber xizmetên xwe yên bilind hêjayî nîþana lîyaqatê ya federal hat dîtin, ku bilinditrîn xelata li Almanya’yê ye. Ev xelat ji bo wan kesan tê dayîn, ku di warê siyasî, aborî, çandî, manewî û zanyarî de serkeftinên mezin bi dest xistine.

Zimannas û nivîskarê navdar ê Kurd Fazil Feryad Omar berê li cem Zanîngeha Azad a Berlîn’ê (Freie Universität) serokê beþa Îrannasiyê bû û îsal ji ber xizmetên xwe yên hêja ev nîþana qedrbilind wergirt.

Di merasîmê de senatora zanistî ya Berlîn’ê Ulrike Gote bi van gotinan xelata dîyarî zanyarê Kurd kir: "Tu di nav civata Kurdî ya Almanya û Ewropayê de dengekî pir bi qedir û hêja yî. Her wiha tu wek dengbêjekî helbestvanî bi rêz î. Dengekî helbestvanî ji bo miletê Kurd wek dengekî ji bo ziman û edebiyata Kurdî. Helbest û gotarên te hene, ku bi Kurdî hatine çapkirin û piþtre ji bo Almanî hatine wergerandin. Ji bo hurmeta xizmetên we, Serokdewletê Federal ev madalyaya rûmetê ya Federal dide we."

Vê heftê Feryad Fazil Omar dibe mêvanê Cosmo Kurdî û em pê re li ser xizmetên wî yên hêya yên di warê ziman û wêjeya Kurdî de bipeyivin. Herweha agahiyên din ên di darberê guhertinên bi sala nû re jî di bernameya me de ne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Feryad Fazil Omar erhält Bundesverdienstkreuz

 

 

 



KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum