Navenda Arþîvxane & Lêkolînê - S A R A

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 





- Navendeke ferhengî ye ji bo Lêkolîn û Bi Nasîndana MÊJÛ, FERHENG A CIVATA KURDISTANÊ.

 


Navenda Arþîvxane & Lêkolînê - S A R A, di sala 1987ê de hat damezrîn.

Armanca yekemîn a Navenda Arþîvxane & Lêkolînê -S A R Ayê, armanca parastin û bi nasîndana wêje û ferhengê Milletê Kurd e. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARAya "biçûk" ta nuha karên watedar û mazin bi rê xistine.

Navenda Arþîvxane & Lêkolînê - S A R A di nav van 25 salên xwe yên çalakiyê de (2012), ji bo parastin û li dunyayê belavkirina ferhengê vî milletê hêja û mazin, bi civandina li ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav wan pênc navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Ji sala 2003'yê vir ve SARA projeya bi nasîndan a 'Kurdistan - Welatê Pêþemînan' daye pêþ xwe.

Navenda Arþîvxane & Lêkolînê - S A R Ayê, di hewildanên hem bi nasîn- û hem jî bi hezkirindana ev ferhengê milletê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz dane pêþ xwe. Ev erk û delametek e li ser þanê me her milletperwerekî.

Hewildanên
S A R Ayê, yên ji karên lêkolînî ya li ser Kurdistana Mêjûyî - Niþtimanê Genim û karên hem bi nasîn- û hem jî bi hezkirindana kevintirîn ferhengê aþpêjî ya cîhanê - metbexa kurdî li nav rûpelên govara payeberz a zaniyariyê ya bi navê Idétidskriften C ya swêdî û govara popular zanistî Mjölkspegeln û mezintirîn û lukstirîn govara ferhengê xwarinê ya li Swêdê, ya bi navê ALLT OM MAT: bixwînin û rêz û girîngiya kevinbûn û bikokbûna ferhengê kurdî, careke din di vir de bibînin!

Her wisan ev kar, parçeyek ji Projeya hem bi Nasîn- û hem jî bi Hezkirindana Ferhengê Kurdî ye. Ev kar, her ku dihere, weke
aþîtê mazin û berfireh dibe. Heman maqale li govara naskirî ya li Îngîltere'yê, li Govara Waitrose FOOD Illustrated de û li yek ji mezintirîn govara ferhengî ya hindî, li Hindistanê (!) jî,
tête belavkirin. (Kurdiya vê nivîsê, hûn dikarin li govarên: Berbang 128/2003, Tîroj, Sêrta Azad, Pênûs 16/2003, û Gzingê 39/2003ê bixwînin. (Her weha li Înternet'ê jî, li vê malpera SARA bixwînin).

Bi alîkariya lêkolînên antropolojîkî, etîmolojîkî, fîlolojîkî - morfolojîkî û mîtolojîkî; me hin kod di zimanê kurdî de kif
þ kirine. Li gor van kodan, dîroka heyvankirinê (mayekirinê) pir bi zelalî tête ber çavan. Me li ser çar peyvan ( þîr, mast, hevîrtirþ û þerab) lêkolîneke biçûk kir. Her wisan jî, em tê gehîþtin, ku di hin zimanan de ji mêst re dibêjin: kurd (!).

Dîsan me fêm kir, ku peyva yogurd'î peyvek ji zimanê ermenî ye û tê de vegotina (taswîra) peyva kurd heye: yough = rûnê rohn + gurd / kurd. Anku: rûnê kurd (=xiltê lorikê). Li vir peyva kurd tête wateya xilta mêst. Xilta mêst, di domana hilberînê de pa
þê dibe lor (penîrê teze=penêr).

Vê teza me, ku di govarek zanistî de belav bûye, hûnê di nêzîkî de li vir hem bi înglîzî û hem jî bi kurdî (kurmancî/soranî) bixwînin.

Van nivîsan bixwînin, da ku bizanin, þaristanî bi destê jinên vî welatî zaye, jinên vî welatî erd ajotine û nan cara yekem li vî welatî hatiye lêdan (Þoreþa Çandinê / Agrar Revolution), cara pêþîn ajel li ser vî xakî hatine kedîkirinê (Kedîkirina Ajelan / Domestication of Animals), zanebûnî û têgehîþtina hunera heyvankirina þîrî, cara yekê li vî welatî bi dest ve hatiye (Heyvankirina Þîrî / Pastoral Revolution) û hunera durustkirina mast û penêr li ser vî xakî pêþ ve çûye. Yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn Þoreþa Teknîkî ya Zanistî ya Pêþîn / The Scientific Technical Revolution - jî her li ser vî xakî hatiye pevxistin.

Her wisan, bi xebata zaniyarê hêja Dr Claus Schimidt jî hat piþtrastkirin ku kevintirîn þûnewarê avabûna mal, gund û bajaran jî, li ser xaka Kurdistan a mêjûyî ya Pîroz e: Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê ya li Xerabreþkê, Girê Navokê ('Göbekli Tepe') xwedî dîrokek bi 13 hezar salan e.

Tevayiya van komponentên mêjûyî yên dîroka pêþdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser erdên Kurdistana Mêjûyî (Ancient Kurdistan) digehînine hev. Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de (1983-2003) li dor 100 zimanî li komputerek civandine ser hev û piþtî
lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin! Neha li pey vê encamê, em tê digehin, ku çima miþe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.

Bi kurtî; KURDISTAN a mêjûyî = "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" - ew welat e, ku
þaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên bi taybetî jî desthilatdariya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yêt naskirin. (Ji bo agahdariyên kûrtir, fehke vêrê)

Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û þaristaniya Mezopotamiyayê û tevaya cîhanê ye:

Bi kurtî: Kurdistan, Welatê Yekemînan, buhuþta li ser ser erdê bûye.

Ji bo bi kûrahî têgehîþtina vê mijarê, li van spartek û belgenameyên li jêrê nimandî binerin:

1 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê)

2 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoreþa Çandinê - Agrar Revolution)

3 - Hin teorî û belgeyên zanistî nîþanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, þûn û warê heyvankirina þîrî bûye: Þoreþa Heyvankirinê - Pastoral Revolution, anku çandina bakteria û her weha durustkirina mast û penêr. Bi vê þoreþê jî, þaristanî li ser ruyê erdê belav bûye.

4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

5 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960, (
çavkaniya derbareyê Þoreþa çandina Genêm û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals)

6 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt.)

8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn têger, dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê).

9 - The origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia

10 - Kevintirîn þûnewarê Avabûna mal, gund û bajaran - Perestgeha Herî Kevin a Cîhanê di gel mal, gundên 11 000 sal kevin li Xirabreþkê bi naveke din jî Girê Navokê ('Göbekli Tepe'), li Ruhayê (Urfa).

11 - NATURE, Autumn 2003, (çavkaniya ku hemû zimanên Hind - Ewrûpî ji Rojhilata Kapadokiyayê têt).

12 -
Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.


 

 



www.saradistribution.com