Firat CEWERÎ

 

 

 

 

 

ROMANA FIRAT CEWERÎ YA NÛ ‘EZ Ê YEKÎ BIKUJIM’

Romana Firat Cewerî ya nû ‘Ez ê yekî bikujim’ di nav weþanên Avesta de derket. Ev romana Cewerî ya duyemîn e. Romana wî ya yekem ‘Payiza dereng’ di sala 2005an de bi kurdî û îsal jî wergera wê ya bi tirkî hat weþandin.

‘Ez ê yekî bikujim’ di karakterên du kesayetiyên kurd de li ser dema nû radiweste. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî û psîkolojiya wan, behsa hêvî û armancên wan û behsa êþ û xemgîniyên wan tê kirin.

Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedîk, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rû bi rûyî hev dike bûye mijara romana ‘Ez ê yekî bikujim’. Gelo wê di romanê de kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma wê kes kesî bikuje, an gelo qatil jî qurbanek e?..

Ji romanê

... Ev bajarê qedîm li min bûye dojeh. Ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wî bûm, niha min dixwe, êþê bi min dide kiþandin. Ev bajarê ku min bawer dikir ez ê rojekê mîna qehremanekê lê vegerim, niha lê bûme qehpik. Bajarê ku min dixwest rûmeta wî ji bin postalên biyaniyan rizgar bikim, niha rûmeta min lê di bin lingan de ye.


FIRAT CEWERÎ

Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyþtêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beþdarî li kovarên kurdî kir. Wî di adara 1992an de dest bi weþandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiþtina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.

Di prosesa weþana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û weþanxaneya Nûdemê ava kir. Wî kovara Hawarê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.

Heta niha F. Cewerî di warên cihê de çardeh kitêb nivîsandine û panzdeh kitêb jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm û piyes.
Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.

 

Ez ê yekî bikujim
Firat Cewerî
Roman
ISBN: 9789944382557
19.5x13, 152 rûpel