Evin CICEK

 

 

Di helbesta Kurdî de hilmek nû:
Awaza Serpêhatiyan

Gabar Çiyan


Sê rêzepirtûkên hêja, ”Awaza Serpêhatiyan I, II, III di 2004 an de li pey hev ji çapê derketin û belav bûn. Ya yekê 120, ya duwê 145, ya sêwemîn jî 175 rûpel e.

Hayê min, ji nivîskartiya Evîn Çîçek bêhtir, ji rojnamevaniya wê hebû. Li welat, pasê jî li Ewropayê rojnamevaniya wê ya lêkolînêrî bala mirovî dikisand. Her wisa li ser pirsa mafê mirovan jî têra xwe çalak bû. Hayê min qet ji helbestvaniya wê tune bû...

Ji xwe ji zû ve di dilê min de hebû ku ji awira helbestê ve berhemên helbestvanên jin bixwînim. Li ser nêrînên wan li cîhanê, jiyanê, evîndarî û girêdana bi nirx û hêjayên welat kur bibim. Nêzî cîhana wan bibim. Hewil bidim ku wan fêm bikim.

”Awaza Serpêhatiyan” hate bi hawara min ve. Ez, ji awira edebî bêhtir li ser hîs û zimanê wê kur bûm.

Helbesta ”Koçerê” ez hejandim. Koçerê bi serê xwe dikare bibe mijara romanekî, bibe fîlmek anjî lîstikek sanoyî. Jiyana Koçerê, besek ji jiyana civata me ye. Bêrîvanî tê de heye. Ked û xwêdana wan, evîndariya li hemberî xwezayê derdikeve pês. Tevayê rengên jiyana wan, peyvên bi jiyana wan ve girêdayî di helbestê de heye. Bi peyvan, ferhengokek li ser jiyana Koçeran ava kiriye. Rola lehenga helbestê Koçerê herku diçe mezintir dibe. Helbest dibe mîna destanekî. Parastina xwezayê û ya xaka welêt dest pê dike. Berxwedana wê derdikeve pês:

Koçerê sivanê berxan bû
Dotvana mîyan bû
Koçer bêrîvan bû

Pezê xwe re diaxifî
Alif belav dikir
Gom paqij dikir
Maf belavan bû

Fîsek li ezmanê Botan govendê de mane
Beden heta kûrbûna navikan tî bûne
Candar hêviya sevanîne
Ciyên ser banan
Xeberdana bi stêrkan
Bayê nîvsar
Havîn dikir weke bihar

Ezê fîstanê Cizîrê li xwe nekim
Dest û piyan hine nekim
Jinmam û mamê xwe re bûkantiyê nekim

Ez mezin nebûme
Teze me
Pîvok im
Naxwazim stêrkên hêviya xwe
Bi xemgîniyê kil bikim
Ez dê girêkên salan vekim
Ez ê konê xwe li ser serê tilikê Cûdî deynim
Suna zêrên zer
Rêxta hêsîn li ser sînga xwe cîh kim…

Di helbestên Evîn Çîçek de, lehengên cihê hene. Bêhtir jin in. Bi kar û barê rojane dadikevin. Lê ”azadiya jinê bi destê jinê”, ”helwesta jinê ji bo cihekî bilind di civatê de” gelek caran derdikeve pês. Ne li benda wê ye ku, ”mêr ji bo azadiya jinê helwêsta xwe diyar bike, xebatê bike”. Bêhtir ji jinê daxwazî dike ku, ”serî netewîne, û serê adet û toreyên pasdemayî bike”. Rola jina servan û serbixwe di gelek deveran de derdikeve pêsberî mirov:

Ez jin im
Ez dayik im
Ez dinîvisînim
Ez xwedî biryar im
Ez ne belengaz im
Ez ne gunehok im
Ji xwe bawer im
Min dil ji xebata der ve
Barê malê hilgirtiye ser milê xwe
Ez berheman diafirînim…

Rêhevalo, helbestek bilind e. Bi hilmek ji stiranên dilan, ji heyranokên jinan ku bi kul û keser in, barkirî ye. Evîna dil û ya welêt bi hevre derdikeve pêsberî mirov. Hezkirinek wisa bi wate bi peyvên bilind mirovî bi xwe re dibe cîhana helbestvan:

Delalê ber dilê mino
Nav bexçeyê biyaniyan de stuxwaro
Ro nedî, bê welat bê waro
Min digot:
Ez ê dilê xwe vebikim
Te re textê zêrîn çêbikim
Tu berçema xwe se ke
Ez ê hemberî te rûnim û seyr kim
Çipilên evîndariyê çîn bikim
Li ezeban belav bikim
Tu serbeta jiyanê vexwe ez ê tijî kim
Ji sahiyê destan hene kim
Ez nizanim min çi kir
Çima min ronî nedî?!
Ji nohdehsaliya min virde dinê li min bû tarî
Ez a birîndar
Ez a xwelî xwarî
Ji êsa dilê min
Çavên min de ewr dibare
Min xwesî hêvî dikir
Diyarî hat bi neyarî…

Helbestvan Evîn Çiçek weke rojnamevan li ser pirsên penaberiyê têra xwe kur e. hejmarek pirtûk li ser pirsê bi dirêjî nivîsî ye. Wisa xuyanî dike ku, bandora welatê xerîbiyê ne tenê di lêkolînên wê de, her wisa di helbestên wê de jî pir alî cî girtiye. Ês, kul û keserên xerîbiyê û bêwelatiyê besek bi serê xwe ye, divê bêne xwendin.

Awaza serpêhatiyan, giraniya helbestên xwe li ser evîna welat in. Besek jê ji xeyal û hêviyên êvînê pêk tên. Helbestvana hêja Evîn Çîçek carna bi hezkirin nêzî jinan dibe, carna bi nefret. Pirsa azadiya jinê bi giranî di gelek helbestan de eskere, anjî sergirtî derdikeve pêsberî mirov.

Helbestên Çîçek ji awira zaniyariyên herêmî pir dewlemend in. Bi taybetî besek ji herêma Botanê cî bi cî bi nav dike. Li ser esîrên herêmê mirov agehdar dike. Jiyana koçertiyê, asîrên wan, nêzîkbûn û nerîna wan li jiyanê derdixîne pêsberî mirov. Gelek peyvên klasîk, xwezayî û servaniyê diparêze û mîna ferhengokekê pêskêsî xwendevanan dike.

Dema mirov li helbestên Evîn Çîçek dinêre, di helbetsên destpêkê de ji awira edebî û avakirina helbestê de zêde serkevtî xuyanî nakin. Lê Çîçekê di pirtûka xwe ya II û ya III ê ev yek li dawî histiye. Xurtbûna wê piralî derdikeve pês.

Fêmkirina jinê, dîtina cîhana wan ya rengîn, dilên fireh, evîndariya wan ya bilind û welatheziya wan, ji ya mêra pir cihê ye. Têra xwe kur e. Ji bo fêmkirina wan, çend pirtûk têr nake. Nêzîkbûnek ji dil pêwsît e. Parvekirina rêvebirî û xebatê, gavên bingehîn in. Azadî û wekheviya di civatê de dikare me bêhtir nêzî hev bike. Dema wisa bibe û em ji hiskahiya mêr hinekî rizgar bibin, em ê karîbin di sûna wê hiskayîyê de gul û kulîkên rengîn biçînin. Ji helbestên mîna Çîçekê avê wexin, wê wextê em ê karîbin wan bastir fêm bikin…

Dema li welatê me, li KURDISTANÊ, BI TAYBETÎ LI PARÇEYÊ AZAD JINÊN KOLE HEBIN û her meh BI DEHAN JIN BÊNE KÛSTIN, mirov ne dost, lê neyarê dayika xwe ye, anku li kolebûna jinê digere. Mirov ne mêr, lê dostê jina xwe ye. Di rewsek wisa de jin dibin alet, dibin navgîn. Em dayikên xwe, xwîskên xwe bi destê xwe dikin kole. Di mercek wisa de jin, kul û keserên xwe bi intihar û darvekirinê dihênin ziman.

Wê demê helbest jî têr nakin ku em jinê fêm bikin…

Awaza serpêhatiyan di nav wesanên Perî de derketin. Navnîsana têkiliyê ev e: 0090 216 347 26 44, perikitap@mynet.com

Evîn Çîçek ki ye

Bi eslê ji Herêma Koçgiriyê ye, li gundek Sêwasê hatiye dinyê. Bavpîrên wê di serîhildana Koçgiriyê li dijî Romiyan ser kirine. Çîçek, xwendina destpêkê û lîseyê li Stenbolê dixwîne. Di cunta leskerî ya 80 î de tê girtin û ji ber dîtinên welatperwerî tê îskencekirin. Pasê diçe zanîngehê, li ser rêvebirina civakî xwendinê bi dawî dihêne. Di 1983 an de dizewice. Li Sêrtê bi cî dibe. Li ser mafê mirovan xebatê dike. Di ber de rojnamevaniyek aktîf dike. Dikeve bin tehdîtên dewletê û 1990 de xelata mafê mirovan ya HRW digire. 1993 de jê re cezeyên bilind tê birîn. Çîçek derdikeve derveyî welêt. Di zanîngeha Fribourgê de zimanê fransî dixwîne.

Gelek pirtûkên wê derketine: Koçgiri Ulusal Kurtulus hareketi, Seviyorsan savas, Kadinca Yargilama, Tutkular ve tutsaklar besek ji xebatên wê ne…

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se