ERD

 

 

 

Bavê Barzan

Qelsî Ji Me Ye - Ji ber ku Em Na bin Yek

Cirgî me çavê xwe vekiriye, gund di destê axê de ye. Kes dengê xwe jê re ne dikir. Birayê min ê rehmetî rabû deng li ser wî kir û got: 'Malê me ye, lê Ew dixwe! Çima Ew malê me na de me?'

Gotin çû ket di guhê axê de. Lê ji vî guhê wî ket hundir û wisan jî ji guhê din çû der. Lê belê axe xwediyê van gotinên wisan jê re tahl, pirr bas xistibû di hesê sere xwe de.

Ji wê roja ku birayê min van gotinan li nav gund firand, pir dem derbas bûbû. Lê deng ji gundiyan ne hat. Kes ne digot 'filan kes rast dibêje. Axe malê me hemûyan dixwe. Ev bêdadî û bêmafiyek mazin e.'

Birayê min dîsan bêdengiyê çirand. Rojekê rabû çû ber axê û doza erdê me yekser li wî kir. Axe guh li birayê min kir lê dîsan jî bêdeng ma û qet dengê xwe ne kir.

Pirr sal û zeman ji navberê çûn, em hîna wisan bê erd, bê kar û bê debar li nav gund berdest û bindest rûnistî bûn. Axe erdê bav û kalê me dixwar û çi ne dida me. Tapoya me jî hebû, lê tapo pere ne dikir.

Gava me meyizand ku gotina me li nik axê çi pere na ke, em rabûn me li nik dewletê doz û daw li ser axê kir. Pasê me fam kir ku destê axê dirêj e û digehîje her derê. Li dadgehê jî desthilatdariya axê hebû. Pere dabû çend mamûrên dewletê, çi agehî ji wan bixwesta, van mamûran jê re dihanîn. Wisan diyar bû ku axe bi riya pera pêsî li vê riya me jî girtibû.

Di vê heyamê de, birayê min bi qeza trafîkê çû ber dilovaniya Xwedê. Ev jî bû sedemek din ku me dest ji doza erda xwe tam berda. Pirr sal û zeman em li gund bê erd û bê kar mabûn.

Pasê ez ji xwe re hizirîm, ku ev tistek qet ne bas bû. Çima me dest ji doza xwe berda? Çima meriv dest ji dozêk welê diberde û axa jî malê meriv dixwe?

Ez çûm nik çend gundiyên wek min ku xwedî erd bûn lê axe erdê wan jî dixwar. Me di nav xwe de peyva xwe kir yek. Em çend gundî komê ser hev bûn. Me got em çi bikin çi ne kin?

Yekî ji me got 'em muxtar biguherînin. Ev karekî bas e. Wê gavê axe ni kare her karê xwe bi muxtar bide kirinê. Axe diçe malê, lê muxtar her dem li nav gund dimîne.' Me çend muxtar guhartin. Dîsan jî bêker bû. Me temase kir û dît ku kîjan muxtar hat serî, tevan bi pista axê girt dîsan. Axe bertîla dida wan. Pasê muxtarekî dostê me hat ser muxtariyê, lê me karê wî pirr tund û gran kir û ew pirr êsiya û dest ji muxtariyê berda.

Em hîna jî her sal dibînin ku çawa traktorên axê dikevin nav zevî û diajon û havînan jî çinkutok dikevin nav genêm û tev diçinin û dikin bar. Kamyon li ser kamyon dihên nav gund û genimê nav gund tev dibin. Em jî her serê sibehî zû serê beyaniyan ji gund peyatî derdikevin ta bajêr, du-sê seetan rê diçin. Heger me ew roj karekî ji xwe re peyda kir yan ne kir, êvarê em westiyayî dîsan riya gund digirin û vedigerin malên xwe. Salê du sê meh jî karekî berdawamî nîn e. Neh deh meh wisan bêkar û bê debar em li nav malên xwe dirûnin.

Gava me ne karî em peyva xwe bikin yek, diyar e ku em ê ni karibin bi ser kevin. Me deh caran peyva xwe kir yek, lê gava axe bertîlek dihanî ji muxtêr re, muxtêr pista me li erdê dixist û li pey axê diçû. Muxtar qet ne dihizirî û ji xwe re ne digot ku ’van merivana pista xwe bi min ve girê dane. Çawan ez ê peyva xwe ji bîr bikim û van camêran li erdêxim?’

Min meyizand ku bi vê riyê em bi ser na kevin. Heger me hev bigirta wê standina tevaya erdên gundiyan ji bin destê axê pir hêsan bûya. Ji ber ku axe salê carek jî ne dihat nav me. Keyayê wî hebûn. Muxtar hebûn ku li ser malê wî dirawestiyan. Axe ji du, sê, ta çar salan carekê dihat nav gund. Mala wî li Amedê li nav bajêr bû. Li taxa Ofîsê bû. Çend malên wî yên din jî li Anqere, Stanbol û li Îzmîrê hebûn.

Min meyizand ku çavê vî gundî hîna ne vebûye. Loma min di serê xwe de planek ji bo xwe tenê dahêna. Min got heger ez bi tenê herim ser axê û erdê xwe ji nav destên wî derêxim, ev liv û tevgera min dibe rê û guzergahek ji bo gundiyên mayî yên bê erd. Me sê parçe erd hebûn. Ji van parçeyek yek bi hevbesî û sirîgatî bû. Min di dilê xwe de got 'gava ez van her sê parçeyên xwe ji nav lepê axê derêxim, wê hingê hevbesê min jî werin hawara min û em ê bi kêmanî bibin du gundiyên erdxwaz. Dawiyê yên din jî wek me bikin û em tavaya gundiyan, em ê erdê xwe tev ji bin destê axê bi derxin.'

Gava bi serê buharê re traktora axê ket ser zevî, hema ez destvala çûm û min pêsiya traktorê girt. Min got:

- Erdê min e. Na jo!

Keyê axê bi dengê me hesiya hat got:

- Eyb e!

Min lê vegerand:

- Ta kengê? Ta kengê em ê karkerê bajêr bin û hûn ê jî malê me li vir bixwun? Ma ev erd hemû ne yê axê ne?

Got:

- Herê.

- Lê çima axe malê me gundiyan jî dixwe? Ma qey ev erdê wî yê fireh tenê jê re têr na ke? Me tapo jî heye. Çima tapo pere na kin? Ev çi cûre dadimendî û edlahî ye ji bo Xwedê?

Gundî hatin bi ser me de kom bûn. Kirin ne kirin. Min ne hist ku ew roj traktora axê erd biajo. Ez pirr bi hêrs bûm. Min mirin girtibû ber çavê xwe. Min got ez ê ji bo erdê xwe bigrim, heger bivê ez ê bimirim jî.

Traktor ji nav zevî derket. Keya û muxtar hatin nik min û gotin:

- Welleh-billeh tistê ku Tu dikî pirr eyb û serm e!

Hîna wan gotina xwe ne biribûn serî, ez ji ciyê xwe pekiyam û bi ser wan de çûm. Kef bi ser devê min ket û min çavê xwe girt û devê xwe vekir:

- Gava malê gundiyan were dizîn û temamê gund birçî û tazî bin, dengnekirina li vî rewsî serma herî mazin e û guneh e jî! Yê ku divê serm û fediyê bike hûn in, ne ez im.

Min ji bêrîka xwe tapoya bavê xwe derxist û ber bi hewa de hejand:

- Mal malê min e. Ev tapo ye. Ez mafê xwe bi ser kesî de na berdim û mafê kesî jî na xwum. Heger axa mêr e, bila were ji min dîsan bigre!

Min ji wê rojê ve dest pê kir her du perçeyên erdê xwe ajot. Di sûna ku gundî bêjine min 'brawo! Çawa erdê xwe ji nav lepê axê derxist!?', hemû berê xwe ji min guherandin. Di ser de jî gotina gerandin ku 'Yado malê axê diziye û dixwe!'

Min ji xwe re got ku 'madem navê min derketiye ku min malê axê xwariye, hingê li gor navê xwe tevbigerim û sala were, ez ê erdekî biçûk a axê ku li tenista erdê me bû, wî erdî jî ji xwe re biajom û bixwim. Û min li ser wî erdê biçûk jî genim çand. Gundî wisan fam kiribûn ku êdî axa wê rojekê min bide kustin, heger bi destê xwe ne kuje.

Zexel Tirsonek in - Ketibin Ser Dilê Meriv Ranabin

Pistî çend salekê, me sibeyek dît ku kadastro li nav gund erd dipîve. Kadastroyek jîr û dadwer be, axe pê ni kare. Çawa ku ji gundiyan dipirse, her wisan jî dikare ji axê bipirse û jê re bibêje 'begê min ka tapoya xwe derxe nîsan bide!'

Çi dipîviyan tev malê axê bû. Axa ji Keya re got:

- Evdo çi tapo ye, çi hal e lo? Hemû vala ye!

Pasê keyayî sand pey min ku ez werim nik axê. Ez ne çûm. Axe fam kir ku ez hisyar im û ji kesî na tirsim, hat got:

- We erdê me girtiye!

Erd pîvan. Li nîsangehan beton rijandin erdê ku sînoran diyar bikin. Ew erdê axê ya li tenista erdê me ku min çend sal ji xwe re ajot, dîsan ket nav erdê axê. Axe malê min û malê xwe ji hev cihê kir.

Pistî ku karê wan hew bû, min bang li axê kir û got:

- Mihemed! We erdê xwe pîva?

Got:

- Belê me pîva.

- We mafê xwe ji me girt?

Got:

- Herê.

Min dîsan gotê:

- Ca li deftera xwe bimeyzîne!

Berê xwe da deftera xwe lê temase kir. Lê belê dengê xwe ne kir.

- Min got 25 donim li taxa Mezelê Romî heye ku li ser navê Apê min Zinar e.

Temase kir got:

- 'Varsa budur!' Heger hebe ev e.

- Min got:

- 'Evet odur!' Anku belê ew e. Lê belê tu hatiyî behsa çend metroyan ji min dikî li vir. Li wir jî 25 donim erdê me di destê te de ye tu dixwî.

Li ber gundiyan min axê ji rewsekê kir rewseke dinê. Sor û sîn bûbû ji hêrsa, lê ne dida der.

Wê gavê ez û axê me di nava xwe de peymanek bêdeng çêkir. Ez ev erdê axê yê li tenista erdê xwe diajom. Ew jî wan 25 donimên me yên li wir diajo.

Axe ji yê wek min re, ku doza mafê xwe dikin, ni kare tiþtekî bibêje. Ji ber ku maf na yêt windakirin. Gava mafê mirov hebe, hingê mirov dikare li pey mafê xwe yê revandî, bindestkirî bigere. Lê belê gundiyên min ku ew jî xwedî heman mafî ne, li ber axê dengê xwe na kin. Axe jî li sillika stuyê wan dixe û ji destê wan digre dike di devê xwe de û dadiqurtîne.

Ev doza erdê min wek doza welatê me kurda ye. Em ne dibin yek û ne jî em bi serê xwe yek bi yek li pey doza xwe digerin. Bi ya min gava em xwe bikin yek bastir e ji tenêbûnê.

Ez bas dizanim ku gava neheq ên zexel bikevin ser singa meriv, ta tu wan li ser sînga xwe ne kujî ew qet xwe ji ser meriv ranakin! Ji ber ku zexel tirsonek in. Heger merivê tirsonek ketibe ser singa meriv, ew çi car ji xwe ber ranabe. Ji ber ku ew di rastiyê de ni karin bikevin ser singa mêran. Gava keysa vala dikeve destê wan û heger hingê li ser dilê meriv rûnistibin, ta tu wan ne avêjî yan jî ne kujî ew ji ser te bi hêsanî ranabin. Loma ye ku gava bikevin ser meriv, rabûna wan nîn e, heger ku tu ew ji ser dilê xwe ne werkî û na vêjî.. ta ne kujî.

 

Strana diltezînî ya Yado'yî
li ser karker û gundiyan:

Li dunyayê Tu hez çi kî
Sed bar kitêban jî çêkî
Sev û rojê Tu l'warê kî
Dibe toza l'ber vî bayê

Tu na nihêrî li maldaran
Çend em ketin binê baran
Ji serê siban ta êvaran
Dikin na kin tebat nayê

18.1.2008