EGÎDÊ QADIRÎ

1928-1999

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 


 

Egîdê Qadirî 1928-1999

Şaîrê kurdê mezin Egîdê Qadirî sala 1928an li gundê Seyîd Kotaniya Vediya Rewanê ("Ermenistanê") hatiye dunyayê, sala 1999an li Bakûya Azerbaycanê rehma Xwedê kiriye. Malbata wî di navbera salên 1926-1927an de, piştî Şerê Şêx Seîd tevî 1700 malên brûkiyan Çemê Erez derbas dikin, têne Rewanê Ermenistana Sovyetê.


Helbesteke wî:

*** ***

Ez ê bêm

Wekî ez mirim û çûm
Tirba sar da cîwar bûm
Kete çavêm xwelî û qum
Xema neke yara min
Tu bizanibe ez ê bêm.

Tu cara tu negirî
Guliya zirav vegirî
Li ser tirbam bibî sî
Hêviya min be her demê
Tu bizanibe ez ê bêm.

Wekî hat bahara al
Neke axîn nale-nal
Hêviya min be karxezal
Gava bû xûşînya çem
Tu bizanibe ez ê bêm.

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum