|
Şeyxmûs
DÎKEN
DÛRXIRAWEKAN-Î RAPERÎN (Dûrxistiyên Serhildanê)
Her wisan jî, berhema nivîsevan Şêxmûs Dîken'î ya bi navê “Sakli Kentin Tarihinin Taniklari” li nav weşanên 'Iletisim Yayinlar' sala 2005'ê bi tirkî derketibû. Naveroka berhemê ji yadaşt û yadgariyên dûrxistiyên serhildanê ya dema Ş êyx Seîd'î, wek xebateke mêjûyî û lêkolînî ya herêmî li jêr navê 'Dûrxirawekan-î Raperîn hat wergerandin ser zaravayê Silêmanî (soranî) û paşê jî weşandin. Li wergera kurdî, pergala rûpelan û ciyê wêneyan qet ne hatiye guhertin û wêne her wek li berhema orjînal, li heman şûnên xwe hatine danîn û çapkirinê. Çapa Dûrxirawekan-î Raperîn’i ya bi kurdiya silêmanî (soranî), li nav van çend mehên buhurî, li Hewlêrê hat çap û belavkirin û ji li sempozyûma bi navê 'Malbata Cemîl Paşa' ku li Hewlêrê hatibû amadekirin, ji beşdarvanên re pêşkêş bû. Şêxmûs
Dîken nivîsevanê çalak ê kurd e, ku ji
kok û binyad ve ji Licê, ji qeza Amedê ye. Şexmûs
Dîken bi xebata xwe ya lêkolînî ya mêjû
û çanda kurdî ve dihêt naskirin. Şêxmûs
Dîken nuha li serokatiya Şaredariya Mazin a Amedê erkdar û
çalakvan e.
|