Diya Ciwan

 




 

Gotinên Pêsiyên Kurda

Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê wesanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê wek ku ji navnîsana wê tê

xuyakirin, li ser çend gotinên pêsiyan yên hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêskêsî xwendevanan kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo

palpista Birca Belek

Minara Cizîra Botan Sînem Bedirxan”dike.

Her weha, pêsgotina kitêbê ji aliyê nivîskarê Kurd Besam Mistefa ve hatiye nivîsandin. Besam Mistefa di pêsgotina xwe a bi sernavê Gotinê pêsiya, weke binyatê xaniya de weha dibêje: “Her milletek xwediyê kelepor û pasmayeke xwe ya taybet e. Ruh, mentalîte û sêweya bîreweriya wî milletî di riya kelepor û metelok û gotinên pêsiyên wî de tê xuya kirin…..Diya Ciwan bi vê keda xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir dike û çend metelok û pendên jiyana kurdewariyê ya kevin û nuh diyarî xwendevanên kurd dike”.

Ji naveroka kitêbê, evene hindek pend û gotinên pêsiyên kurda:


-Ava xwestî na gihe hestî.

-Betalî xirabmalî.

-Cîranê nêzîk çêtir e ji birayê dûr.

-Çav ji çava fedî dikin.

-Dar ji koka xwe xirab dibe.

-Herzan kirî û heban dirî.

-Êl hemû li hêviya pîrê ma. Pîrê hat û bi rê ket. Li hêviya êlê ne ma.

-Filano ne sar lê tê. Û ne germ lê tê.

-Govenda zana bi nezana digere.

-Herkes li ser miriyê xwe digirî.

-Ji ber dilopa çû ber sirikê.

-Kevanî pir bûn xwarin sewitî.

-Lêv ji dirana pêstir in.

-Masî na bin bê dasî.

-Nû hatin kevin xelat in.

-Pere qirêja destan e.

-Qelî ji serê çûka çênabe.

-Roj diçin, qeza û bela na çin.

-Siwarê xelkê her peyar e.

-Seva res êvarî kifs e.

-Tiliyên destan hemî ne wek hev in.

-Xizanî zingara mêra ye.

-Yê nede naxwe jî.

-Zarok gûz in, nevî kakil in.

 

Wesanxaneya Xanî, Duhok