Dîwana Melayê Cizîrî
bi du zimanan


 

 

Dîwana Mela Ahmedê Cizîrî ku hê bîna çapxaneyê jê tê ji alîyê
Wesanxaneya Nûbiharê hate wesandin. Weku xwendevanên edebîyata klasîk
ya kurdî dizanin, ji zûda ye çapa Dîwana Mela li pîyaseyê nemaye û
hezkirên Mela îmkana xwendina vê berhemê nedidîtîn.

 

Kitêba ku edîtorîya wê nivîskar û werger Alî Karadeniz kirîye bi
çapeke delal û bi du zimanan hatîyê hazir kirin. Li ber orîjînala
kitêbê wergera wê ya bi tirkî cî digre. Mîna ku e'yan e ronakbîr Osman
Tunç Dîwan wergerandibû tirkî û ew berî ses mehan ji alîyê wesanxaneya
Kentê ve hatibû wesandin.

Wergêr û edîtorê Dîwanê jibo hazirkirina vê çapa hanê nusxeyên
cihê-cihê dane ber hev û wek "nusxeya krîtîk" ev çap derketîyê holê.

Dîwana Mela ji alîyê Selman Dîlovan ve hatîyê latînîzekirin. Di serê
Dîwanê de nivîseke Alî Karadeniz bi navê "Mîrê Si'rê: Mela Ahmedê
Cizîrî" cî digre. Di vê nivîsê de ew li ser heyat û Dîwana Mela
disekine. Di nivîsa „Molla Ahmed-i Cezîrî ve Divani"de Osman Tunç bi
zimanekî herikbar nûveya xebatên ku hetanî niha li ser Mela hatine
kirin dide xwendevanan.

Di dawîya kitêbê de bi kurdî "Ferhenga Têgehên Dîwanê" û bi tirkî jî
"Meraklisi Için Notlar" cî digrin ku ev îzah dikin ku xwendevan îmkana
bas fêmkirina kitêbê bidest bixin.

Kitêb ji 584 rûpelan pêk tê û ji vê navnîsanê dikare were xwestin:

Nûbihar Yayinlari

Büyük Resit Pasa Cad.

Yümni Is Merkezi, No: 22/29
Vezneciler-Istanbul