GORAN
CANDAN : EM Ê ÎMPARATORIYA WESANÊN KURDÎ
AVA BIKIN!
Sêsemb, 18 September

Dergush:
Wesanxaneya Sara'yê 'SARA DISTRIBUTION' ku ev 20 sal in xizmeta
edebiyata kurdî dike, li Ewrûpayê wekî sîrketa
belavkirinê ya herî mezin a kurdî tê zanîn.
Berpirsê Navenda Çap û Belavkirina Wesanên
Kurdî – SARA birêz Goran Candan ji malpera me
dergush re daxwiyaniyeke nivîskî ragihand û diyar
kir, ku ev e 20 salin Navenda Çap û Belavkirina
Wesanên Kurdî – SARA xebata xwe li tevaya
cîhanê dimesîne û di komkirina pirtûkan
de, arsîva wê îro digîje zêdetirî
50 hezar pirtûkî.

Ev
e dirêjayiya daxwiyaniyê:
„Î
sal 20-saliya damezirandina Navenda Çap û Belavkirina
Wesanên Kurdî - SARA'yê ye. Ev e bîst sal
e ku SARA li qada cîhanî bi belavkirina wêjeya
kurdî dirabe.
Î
roj li arsîvxaneya SARA'yê ji ser 50 hezarî pirtûk,
govar, rojname, kasêt, LP, CD, VHS û DVD'yên kurdî
komê ser hev bûne.
Berî her tistî SARA, vê arsîva xwe ya nadîde
dixe ber xizmeta nivîsevan û lêkolînerên,
ku karê wan pêsvebirina ziman, wêje û çanda
kurdî ye.
Deriyê SARA'yê ji kesayetî û xebatkarên
çanda kurdî re her dem vekirî ye. Her bi vê
sedemê, Navenda SARA'yê dîsan dixwaze rabigehîne
We hêjayan, ku heger We wesanek taybet a kurdî pêwîst
be, hûn dikarin bêdudilî vê wesanê
ji Navenda SARA'yê bi dest xin. Her wisan jî em ê
gelekî dilxwes bibin, heger We berhemên kurdî
yên ji bo belavkirinê hebin, Hûn ji çakiya
xwe ew bisînin ji SARA'yê re. Yan jî heger di
kitêbxaneya We de pirtûkên serzêde hebin,
ji çakiya xwe, wan bisînin ji SARA'yê re daku
SARA Împaratoriya Wesanên Kurdî ava bike. Her
wisan jî, ji çakiya xwe, ji her berhemên nuhderketî,
ji Arsîvxaneya SARA'yê re 4 ta 5 nusxeyan verêkin.“
Herweha
di malpera dergush de nivîseke birêz Goran Candan, bi
navê „Kurdistan - Bingeha Saristaniyê
-I-„ jî heye.
Agahî:
Kurdish Book Bank - SARA
www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29
Navnîsan:
KURDISH
BOOK BANK - SARA
Dalag.
48
S-113
24 Stockholm
SWEDEN
|