Min ev çîroka gelêrî kurdî ji bavê xwe Xwedê wî bi dilovaniya xwe þa bike; Hemîdê Cano bihîst û nivîsî. Ez vê pêþkêþî zaruyên kurd ên li dibistanên tirkan dikim. 2003 Stockholm SWÊD ÇOLO
Çol û çolistan - Ber û
beristan
Hebû ne bû pîrejinek hebû. Ew û kurê xwe li taxek li kenarê keleha bajarê Amîdayê li xaniyekî yekçavî diman. Navê kurî Çolo bû. Pîrê û kurê xwe rojê sê caran diçûn li bexceya Hewselê ya li biniya bajêr, ji xwe re êzingan berhev dikirin. Rojekê barên xwe sê carên zû birin nav bajêr û xwastin berî, ku roj here ava û deriyê keleha bajêr bêt girtin, barek dinê jî bibin nav bajêr. Ew sev seva Newrozê bû. Ji lewre wê agirê Newrozê bihata vêxistin û ji ber vê yekê jî xelkê bajêr pir pêwîstiya wan bi êzing û qal û qirsan hebû. Pistiya çara jî li ser qantirê xwe jidandin û bi lez û bez berê xwe dan deriyê keleha bajêr, deriyê bi navê Deriyê Mêrdînê. Lê belê vê carê dereng mabûn. Ta gihan ber derî, ro çûbû ava û dergevan jî derî girtibûn. Diviya ku pîrê û kurê xwe ew sev li derveyê bajêr, li biniya kelehê, li ber deriyê bajêr seva xwe derbas bikirina. Nêzî nîvê sevê, pîra dê ji ber sermê ni kare ku razê. Wan çi agir jî nîn e, ku xwe pê germ bikin. Çolo kurkê xwe ji ser xwe dike û li ser pîra dê datîne, lê bêkêr e. Pîrê ji ber sermê bi kare razê. Hingê Çolo barê êzingan ji ser pista qantirê datîne xwarê û li dewr û berê pîrê kom dike û li ser wê jî qal û qirsan datîne, ku serme xwe ne gihîne pîra dê. Çolo jî, li ber diya xwe çok da erdê û darê destê xwe kir biniya heniya xwe û wisan ponijî û di xew re çû. Ew seva Newroz’ê, perî û ferîsteh ava pîroz li kaniyên mihîniyan, li kaniyên mezin belav dikirin. Bû nîvê sevê, ji ser ew ciyê ku pîrê û Çolo xwe telandibûn, refê ferîsthan ji ser wan derbas bûn. Çolo jî wê gavê ji ber dengek siyar bûbû û ji xwe re li stêrên ezmanan temase dikir. Çavê Çolo bi ronahiyek sor û zer dikeve. Ev ronahî ji ser serê wan de, bi hêz ber bi xwarê ve dikeve û her ku dihere nêzîkê ser serê wan dibe. Gava wan ji ser pîrê û Çolo difirin, ronahiyek ji ber dilê dikeve xwarê. Agirê periyek ji ber dilê wê dikeve û zû têt ber bi xwarê ve. Periyê keç xwe berdide xwarê pey ronahiya xwe û tam ew ê destê xwe bavêjiyê, ku agirê dîsan ji xwe re bigre, Çolo vê dibîne û ditirse, ku eva gir bikeve ser wan qal û qirsên li dora pîra dê û wê bisotîne. Loma Çolo ji jêrê ve çoyê xwe bilind dike û li nîvê êgir dixe û ew agirê ku ronahiyê dide ji hev perçe perçe dike û diskîne. Agir li tavayiya der dor belav dibe. Dilê Çolo pir xwes dibe, ku agir na keve ser koma qal û qirsan û diya wî ji agir rizgar dibe. Bi dilxwesî diya bang li diya xwe dike û dibêje rabe ser xwe ez ji te re agirek vêxim neha. Diya wî dirabe ser xwe, xwe nêzîkê êgir dikin, dimeyzînin ku ne agir e. Ne germayiya wî heye û ne jî destê mirov diêsîne. Tistek sor û zer e ku jê ronahî dertê. Diya wî lê dimeyzîne û dibêye, ’ev bivê ne vê yaqût û almas e.’ Pîrê hema dest pê dike û wan dide hev û dixe nav pêsmala xwe û devê pêsmalê girê dide û dîsan dikeve nav qirsên xwe. Ta serê sibehî li wir ditelin û gava roj hil têt, dergevan deriyê bajêr divekin, Çolo û pîra dê jî zû ji derî dikevin nav bajêr û diherin mala xwe. Pîrê destmala xwe diveke û yek du perçe ji wê kevirê bi ronahî dike nav tûrikekê û bi kurê xwe Çolo’yî re ji malê derdikevin û berê xwe didin çarsiyê ji bo firotina van kevirên bi ronahî. Dikevin dikana yekî zêrînger û dibêjin: - Tu vê ji me re hûr na kî? Zêrînger li keviran dimeyzîne, dibêje: - Evna kevirên pir granbuha ne. Ma bêhtir li nik we nîn e? Zêrînger dîsan dipirse: - We ji ku derê van peyda kir? Pîrê bersivê dide: - Me ew li erdê dîtin Pîrê na bêje wî, ku êdî bêhtir li nik wê hene. Zêrînger dibêje: - Van kevirên we yên gewherî, ne yên vî zamanî ne. Evna nadîde ne. Loma ez ni karim buhayê wê tam bi we dim. Lê belê ez dikarim ev qas tenê bidim we û Zêrînger hema ji kîsê xwe perena derdixe û dide pîrê. Pîrê her kêmasiyên malê dikire û vedigere malê û mala xwe xwes dike. Ew pereyên ku zêrînger da wan, têrî lêçûna xwedîbûna wan a salan dike. Loma êdî nema diçin baxçeya Hewselê ya li biniya biniya bajêr, ku qal û qirsan bidin hev. Çend perçeyên wan yaqûtên mayî jî difirosin û ji xwe re xaniyek mazin jî dikirin û rewsa jiyan wan ji binî diguhere û her rojên ku diçe xwestir jî dibe. Rojek ji rojan lawê pîrê jê re dibêje: - Dayê dibêje, madem ku van yaqûtên me wisan pir û pir giranbuha ne û em pê wisan dewlemend bûne, divêt ku tu herî qîza pasê ji bo min bixwazî! Pîrê jî gotina lawê xwe na sikêne û dihere qesra padîsahê ku keça padîsahî ji kurê xwe re bixwaze. Lê padîsah ne li sûna xwe ye. Padîsah bi wezîrên xwe re derketiye çûye nêçîrê. Her xwazgînên ji bo banûyê dihêne qesrê, ji bo vê mebesta xwe diyar bikin, li ser textê xwazgîniyê dirûnin. Pîrê jî bêyî destûr wergire, hema yekser xwe li textê xwazgîniyê digre û hildikise ser û li ser dirûne. Pawanên qesrê ji pîrê re dibêjin ’xelet eö xelet. Ev ne ew ciy e ku xelk lê dikarin birûnin. Ew ciyê xwazgîniyê ye.’ lê pîrê qet guh na de kesî û bi berdewamî li ciyê xwe dirûne. Ji pawanan re dibêje: Ez hatime ku banûyê ji kurê xwe re bixwazim.
Colo bû kurê pîrê.
Berdewam dike..
|