| Bilbilê Çiyayê Botan Mihemed Arifê Cizîrî 1912-1986 |
Ji
milê çepê ber bi rastê ve: Mihemed Arif Cizîrî,
Seîd Yûsif, Îsa
|
|
Her ku bêhna min teng dibe û xwe di tenêtiyekê de dibînim, ez li kovara Hawar'ê ya nemir Mîr Celadet Bedirxan'î vedigerim, an li dîwana Melayê Cizîrî û yan ez li dengê Mihemed Arifê Cizîrî guhdarî dikim. Bi wiha xwendin û guhdarkirin bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe. Heger bi xwendina Hawar'ê re ez sexletin nû di nivîsandinên pêsengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re, kûr û dûr diçim û pê re ala hezjêkirina Selma'yê bilind dikim, lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re jî, li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û her wiha bîna min fireh û rehet dibe û careke din ez li normaliya xwe divegerim. Îro roj, dilsad û kêfxwes dibim, ku di 19:mîn (17/12/1986) sala koçkirina dawîn ya hunermendê kurd Mihemed Arif Cizîrî de ez van çend gotinan ji xwendevanên zimanê kurdî re berhev bikim û wî bibîr bînim. (Hin dibêjin di roja 17/12/1992 an çûye ber dilovaniya Xwedê). Mihemed Arif Cizîrî (yan Cizrawî) evê ku ji
berî 93 salan ve (Havîna 1912), li bajarê Cizîra
Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dunyê ketiye.
Wî jî wek tevayî zarokên Cizîra Botan,
ji bav û kalên xwe, çîroka Memê Alan
û serboriya mîr Mihemed Arif Cizîrî di cenga cîhanî ya yekemîn (1914-1918) de, wek zarokekî ji bajarê Cizîrê, ji dê û xizmên xwe serwextî misextiya Mehcirên Hesenan û Heyderan bûye, dema ku di Cizîrê re derbas dibûn ber bi desta Hesinan û desta Mêrdînê de, hem jî gelek çîrokên kustin, ferman û bidûrxistina kurd û ermenan bihîstiye û bavê wî yek ji wan kesan bû yên kudi 'Seferberlig'a cenga cîhanî de çûn ser û ne zîvirîn. Di gel ku feqîrî û hejariyek zor mezin dîtiye, di wî heyamê ku xelkê têr nanê garis jî ne dixwar.
Her wiha Mihemed Arif di Cizîra Botan de, di wî hejariyê de, li gor urf û adetên Botan, zaroktî û nasîtiya xwe derbas kir û serwxtî pêmayê bav û kalan bû û pêremezin bûn.
M.Arif Cizîrî di jiyana xwe de, di gelek qonaxên
çetîn û dijwa re derbas bûye, pistî têkçûna
soresa Sêx Seîd bi tewana soresê, çar sal ji
temenê xwe, di zindana Amedê de derbas kirine, ta ku di
sala 1928'ê de, di nav lêborîna gistî de Pistî ku rê li ber teng bûye, di Cizîrê de, berê xwe daye Zaxo û ji Zaxo çûye Duhokê û di herêma Badînan de wek sinetçî kar kiriye û pê re jî stran di koçk û dîwanên axa û began de gotiye ta ku rewsa wî hinekî pak bûye, ji nû ve ji xwe re li Duhokê dikanek wek restorantekê vekiriye.
Di sala 1949'ê de, berê xwe daye Bexdê'yê,
di Radyoya Bexdayê, besê kurdî de li dor 100 stranî
tomar kirine, hem jî çav bi Almas Xan, Hesen Zîrek,
Tahir Tewfîq, Nesrîn Sêrwan, Meryem Xan û Elî
Merdan ketiye û dostanî di nav wan de çêbûye.
Bi baweriya min, bi çûna Bexdayê re qonaxek nû
û berfireh li pês M.Arif hatiye vekirin û nav û
dengê wî di Kurdistanê de belav bûye, nexasim
bi van stranan: Çûme Ûrfa'yê, Bavê Seyro,
Xezal-Xezal, Xerabo, Derwêsê Evdî, Bê guman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin
û dîroka gelan li ser pista navdaran tê nivîsandin,
çi diwarê ser û cengê de be û çi
di warê zanîn û pênûs û xamê
de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên
me ye. Li seranserî 50 salî Xwes tê bîra min di sala 1968'ê de ez di qonaxa amadeyî de bûm dema, ku M. Arif Cizîrî hat Qamislo'yê nav kurdên Binxetê û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand. Di wê sevê de dilmanî ket nav kurd û ermenan de li ser mêvandariya wî û dawî bû mêvanê ermenan, kurdan jî li xwe nexwes anîn û dilê xwe jê girtin. Di wê ahengê de gelek stranên xwes gotin û ew hatina wî ket bîranînên xelkên Qamislo de. Sebaretî min û sehkirina navê M.A Cizîrî vedigere berî vê dîrokê, min navê wî ji bavê xwe sehkiribû, bavê min yek ji evîndarên guhdariya stranên wî bû û bi taybetî strana (Bavê Seyro), car caran wî ev stran ji xwe re distira , ez jî jê fêrî awaz û gotinên wê bûme û hin caran ez ji xwe dinihirînim. Di dawiya gotarê ezê gotinên stranê ji xwendevanên birêz re binivîsim. Di sala 1972'ê M.Arif diçe nav kurdê Libnanê di gel sagirdê xwe Îsa Berwarî, bi Seîd Yûsif re ahengekê di sînemeya Rîvolî de li Beyrûtê ji kurdan re li dar dixîne. Bi baweriya min Mihemed Arif Cizîrî dibistanek bi serê xwe ye, mirov dikare bibêje; Dibistana Mihemed Arif Cizîrî û ji sagirtên wî, mirov dikare van herdû navan berî gelek navan bîne ziman: Îsa Berwarî: (1933 Mûsil - 2002 Mûsil) û Tehsîn Taha: (1941 Duhok -1995 Holenda)
Dengê Mihemed Arif Cizîrî dengekî nêr
e, dengê mêraniyê ye tevî ku stranên evîndariyê
jî dibêje lê mêranî ji dengê wî
difûre. Bilbilê çiyayê Botan û Badînan
bû. Di dijwartirîn rojên çetîn û
dijwar re ku di ser Kurdistanê re derbas bûn, mayin
Ev in gotinên strana Bavê Seyro ya ku bavê min ji Mihemed Arif fêr bibû û car caran ji xwe re dinihirand û di stira, ez jî jê fêr bûm û carnaji xwe re dihirînim:
Li min lo lo li min lo lo Li min lo lo Li min lo lo Bavê Seyro Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê Kum û kolozê xwe xwar kiriye pala xwe daye cencerê Ez terka Bavê Seyrana xwe na kim Heta li ser sînga min karê karxezalê Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo ... Li min lo lo ..Bavê Seyro.. Neqeba min û bavê Seyro tak dîware Pînkê lêxe bîne xware Sîng û berê min karê karxezalê Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo.. Li min lo lo Bavê Seyro .. Wez diçûm sûka van hedada Min dî Bavê Seyro cixare pêça Simbêlê resî qeytanî bada Heçî neqeba min û Bavê Seyro Bi neqencî xeber bide Rebî ne gihêje tu meqseda tu mirada Li min lo lo li min lo lo Bavê Seyro..
Konê Res, Qamislo 7/12-2005
|