ÇIYA MAZÎ

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

Nivîsevan Çiya Mazî

 

 

 

 

 

Çiya Mazî ; di sala 1960'î de li gundê Kufragê yê bi ser Şemrexa Mêrdînê ve hatiye dinyayê. Heta 9 saliya xwe li gund maye, perwerdehiya amadehiyê li navçeya Şemrexê û ya bilind jî li Mêrdînê qedandiye. Di sala 1990'î de li navenda Mêrdînê bi cîh bûye. Ji sala 1993'an û vir ve bi nivîskariya kurdî re têkildar e. Demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. Ji bilî lêkolînan gelek kurteçîrok, helbest û nivîsarên wî di piraniya rojname kovarên Kurdî wekî; Zend, Jiyana Rewşen,Welat, Azadiya welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj, Kevan Rewşenname, Çurûsk, Notos, Peyv, Nûbûn û w.d' de ku ji sala 1994’an heta niha hatine derketin de weşiyane. Di daireyên mîna Şaredarî û Rêveberiya Herêmî de 25 salan karmendiya darayî kiriye, di sala 2007’an de malnişîn bûye, li Mêrdînê rûdinê û 5 zarokên wî hene.

Xelatên wî:

Di pêşbazşiya çîrokan a Tuhayder (Komeleya Girtiyan)'ê de xelata yekemînî (1997).

Di pêşbaziya çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamya li Stenbolê bi çîroka "Agir jî Dîl Bû" xelata hendanê(1997),

Di pêşbaziya NÇM’ê ya çîrokan de bi "Mistek Jiyan Dixwazim" xelata yekem(1999) girtiye.

Berhemên Wî:

"Mistek jiyan"- Çîrok (Weşanxaneya Sî,2003,Stenbol),

"Ferhenga Gotinên Pêşiyan" (Weşanxaneya Elma,2005,Stenbol),

"Ferhenga Gotinên Pêşiyan"(Bi tîpên erebî, weşanxaneya Spîrêz, Duhok,2006),

"Palûte"–Helbest (Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol),

"Mijarên Mîqro"–Çîrok (Weşanxaneya Do,2009, Stenbol)

"Bahol" çîrok ( weşanxaneya Evrensel-2011 Stenbol)

Wergerên wî: "Ahûzîn"–Helbest- Muslum Yucel (Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol)

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum