Çiya Mazî

 

Pirtûka helbestan a Çiya Mazî bi navê "Palûte" ji Wexanên Do

Çiya Mazî berhemên bi navê "Mistek Jiyan" (Çîrok, Wesanên Sî, 2003) û "Ferhenga Gotinên Pêsiyan" (Wesanên Elma, 2005) pêskêsî xwendevanan kiribû, vê carê jî pirtûkeke helbestan bi navê "Palûte" derxist.

Di "Palûte" de sê besên bi navê "Tu", "Ez" û "Ew" hene û di bin van besan de helbest hatine pêskêskirin.

Mazî di helbestê xwe de geh 'astî' dixwaze, geh wala 'tenêtî'yê dike û carinan qala hatina xwe ya dinyayê dike. Ji helbestên di "Palûte"yê de du jê sala 1998'an de, yên din di navbera 200-2003'yan de hatine nivîsandin. Her wiha helbesteke bi tirkî bi navê "Baharim" (Bihara min) di pirtûkê de cih girtiye, çima cih girtiye, helbesteke bi tirkî di pirtûkeke kurdî de hatiye bi cih kirin tu not nehatiye nivîsîn.

Her wiha Çiya Mazî helbestên Muslum Yucel jî wergerandin kurdî. Pirtûka bi navê "Ahûzîn" a Yucel ku berê bi tirkî hatibû çapkirin, bi wergera Çiya Mazî ew jî ji Wesanên Do derket.

Palûte / Çiya Mazî / Wesanên Do / Helbest / 79 rûpel
Ahûzîn / Muslum Yucel / Werger Çiya Mazî / Wesanên Do / 108 rûpel