Ciwan NEBÎ


 

Sar weke tirsê - berhema yekem ya ((Ciwan Nebî))



Can Bapîr

Sar weke tirsê Navnîsana berhema yekem ya xortê ciwan((Ciwan Nabî)), ez dibêjim : germ weke xwînê, cem min helbestên wî weke xwêdana du destên evîndaran

di silavê de zû derin, lê dereng bîranînên wê germayê di hest serê tiliyan de dimînin û dimînin û ew pê çi delal dibin parçemok di bin seva kerasê yarê de,
wiha ciwan rêbazek ji sîbera hevokên xwe re dibîne:

(( wê sevê û dema gundê me
kûçikek bi sermê Ketibû
...................................
.................................
Li der dora wê sevê
Kulmek mêsên hingiv hildifiriyan))
Wiha Ciwan bi destê Pirtûka xwe nazik, hisk digire û tiliyan ji ser hev radike û dîsa dighîne hev.
Wiha dixawze bi helbestên xwe re xewke wek jinek
jê hezbike û bi wê bêhinvedanê me dûrî nûçeyên rojnamê sibê xe, û me têxe nav berî behnek û sanepirsan û xal û cote xalana, li pês û pas peyvê me deyne .
Ciwan li tistekî nediyar digere
((Wey xwelî li serê min be
ez xwedanê Sîka ku di qurçikên
xanî de
Li hev diherbile
dema perewtên rojê
wê dinivîsênin))
Wiha xewnê Zarotî di berîke xwe de vedisêre li ser rû kolanan û carna ew û lingên xwe jî ji hav dixeydin û wan dikuje û li ser rê rexan pêvana tengavbûna me dibêje,
û ji bêhna xwêdana sevê re dibe sivanek bas, û ji girî ramûsaneke ne wek kesî din diyarî yara xwe dike:
(( Ez ramûsaneke sor
di helbestên xwe de
diyarî te dikim
qena tu zanibê ez çqasî digirîm))
lê ez di bêjim :Gelo çiqasî peyvê ((Ciwan)) diyarin û dilerizin wek guharekî dûv dirêj di guhê Keçek
di dîlanake kurmancî germ de .
Ji mijarê derbasî zeviyekî din dibe yê malê ... bav, biran, xuska yek, ta dayikê, evan hemî babetin nik (ciwan),nerînên yadeyî sor û gotinên bav yên bedew û hinek gotinan dixwaze ji paxila birayên xwe bidize, vêra çarsem newroze.....
bi pîjekî nazik ezmanê xwedê ((neqis)) dike.
di temenê xwe yê biçûk de ((Ciwan)) dixwaze
bi rêkeke evraz û dijawar de derkeve bêyî kesî ji xwe re
bi gopalkê, lê dibe em bi dizî di guhê wî de bêjin wek dostekî; dayik her dem kuran nayînin...
lewra xwe rêk û pêk bike û cil û bergê xwe wergir ji ber cenga helbestê soresgerekî bê hedan herdem dixwaze.