Malmisanij

Cemîlpasazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî

 

 

Kitêba Malmîsanij, Cemîlpasazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî niha kurmancîya wê ji alîyê Wesnaxaneya Vateyî çap bûye

Kitêba lêkolîner û zimanzanê kurd Malmîsanij a bi navê Cemîlpasazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî ku pêsî bi navê Dirabakirli Cemilpasazadeler Ve Kürt Milliyetçiligi ji alîyê Wesanxaneya Avesta çap bibû, niha kurmancîya wê ji alîyê Wesnaxaneya Vateyî çap bûye. Kitêb 488 rûpel e û ji alîyê Rosan Lezgîn bi kurmancîyeka sade û standard hatiye wergerandin.

Besek ji kitêbê wisa ye:

“Di sala 1936 de li ser bahaneyên ku mufetisê gistî yê yekem Abidin Özmenî nîsan didan gelek kurd ji herêmê û ji Diyarbekirê hatin derxistin û bo deverên wekî Deryaya Res, Ege û Trakyayê hatin surgûnkirin, herwisa, bi awayekî mecbûrî li wan deveran hatin îskankirin. Di salên berî van surgûnkirinan de bona ku rêveberiya dagîrker li Kurdistanê bastirîn bi cî bibe hindek amadekarî hatibûn kirin. Bi kurtî naveroka arîseyê ev bû: Ji jor ve “nasnameyeka neteweyî” hatibû tesbîtkirin. Dihat xwestin ku ev nasname bi çi awayî dibe bila bibe bête pesendkirin. Plan û proje bona vê yekê dihatin danîn, bona vê yekê dihatin bikaranîn. Li gorî vê mijarê xebatên “zanistî” jî pabendane dihatin kirin. Wekî mînak, di çarçoveya teorîyên li gorî amancên siyasî yên tesbîtkirî de, nivîskariya tarîxê ya pabend û xebatên zimanî dihatin teorîzekirin; bi taybet di vî warî de mînakên falsîfîkasyonê yên nedîtî çêdibûn. Me li jorê gotibû Dezgeha Tarîxa Tirk (berê, Komeleya Tedqîq û Tarîxa Tirk bû) û Dezgeha Zimanê Tirkî (berê, Komeleya Tedqîqa Zimanê Tirkî bû) jî bi salan di vê çarçoveyê de hatine bikaranîn.

Dema ku nasnameya fermî li nasnameyên ciyawaz dihat ferzkirin, ji bo vê amancê, darê zorê jî tê de, metodên curbicur dihatin bikaranîn. Surgûnkirin yek ji van metodan bû. Bona ku em rewsê bastir têbighên, em çav li çend belgeyên fermî bigerînin. Wekî mînak, wezîrê navxweyî yê Komara Tirkiyeyê, li sala 1930 di gistînameyekê de ku mohra “gelek nihênî û ji bo kes e” lê daye de wisa dibêje:


“Divê neyê jibîrkirin ku cil û berg, stran, kelepor, govend û dab û nêrîtên civakî jî hestên nîjad û neteweyî her tim zindî dihêlin û peywendiya civakê bi rabirdûya wê re çêdikin. Ligel ziman divê ev dab û nêrîtên ne li gorî daxwazê jî xirab û zerarmend bêne dîtin û kirêt bêne nîsandan, çi carî neyête daxwazkirin û nehêlin ku bi wêrekî dest biavêjin vî karî, di her firsendê de kovîbûn û bêrêziya wan bête teshîrkirin, wekî eyb û sermekê bêne nîsandan. Nav û mexlesên wan kes û malbatên ku bi wî zimanî diaxifin divêt bi nav û mexlesên tirkî bêne guhartin û her cara ku delîve bi dest ve were divêt li tomargehên nufûsê bêne rastkrin û çi carî wekî bi navê bosnak, çerkez, laz, kurd, abaza, gurcî, tirkman, tatar, afsar, pomak neyên gotin, divê navê gundên ku bi wan zimanan hatine binavkirin bêne guhartin. Divê hîç rê neyête dayîn ku wekî gundê çerkez û hwd. navên ciyawaz bêne gotin û divê em wan û nistecihên dora wan fêrî zimanê tirkî bikin, divê em wisa bikin ku ew di nav mala xwe de jî bi tirkî biaxifin û wisa bikin ku bikaribin ji dil û can bibêjin, ‘ez tirk im’. Bi kurtî, zimanê wan, dab û nêrîtên wan bikine tirk, herwisa tirkkirina wan, bi bext û dîroka tirkayetiyê ve girêdayîna wan karekî neteweyî û girîng yê her tirkekî ye.””

 

 

Malmîsanij, di sala 1952 de li Pîran a Diyarbekirê hat dinyayê. Xwendina seretayî li gundê xwe, ya navîn li Pîranê, lîse li Diyarbekirê û ya bilind jî li Anqereyê temam kir. Li Unîversîteya Sorbonnê û li Unîversîteya Upsalayê besa zimanên îranî xwend. Li Unîversiteya Göteborgê di besa kitêbxanegêrî de master kir. Li Unîversîteya Linköpingê, besa perwerdeya gel xwend. Di nav lijneya redaksiyona kovarên Tîrêj, Hêvî, Armanc, Çarçira, Wan û Çirayê de cih girt. Serredaktoriya kovara Vateyî dike.

Di rojname û kovaran de gelek gotarên wî hatine wesandin. Kitêbên wî yên wesandî ev in:

· Yüzyilimizin Baslarinda Kürt Milliyetçiligi ve Dr. Abdullah Cevdet, 1986

· Ferhengê Dimilkî-Tirkî, 1987

· Herakleîtos, 1988

· Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992), 1992 (Malmîsanij & Mahmûd Lewendî)

· Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, 1991

· Folklorê Ma ra Çend Numûney, 1991

· Abdurrahman Bedirhan Ve Ilk Kürt Gazetesi Kürdistan sayi: 17 ve 18, 1992

· Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri Içindeki Yeri, 1993

· Cizira Botanli Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi Dernegi’nin Tutanaklari, 1994

· Kird, Kirmanc, Dimili veya Zaza Kürtleri, 1996

· Ferhengekê Kirdkî-Pehlevkî-Kurmanckî, 1997

· Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, 1998

· Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund, villkor, betydelse, 1998

· Ilk Legal Kürt Ögrencgi Dernegi Kürt Talebe-Hêvî Cemiyeti, 2002

· Diyarbekirli Cemilpasazadeler ve Kürt Milliyetçiligi, 2004

· Pîre û Luye, 2004

· Rindê Kincan Xo ra Dana, 2004

· Rindê Heywanan Nas Kena, 2004

· Rindê Baxçeyê Kaloyî de, 2004 (Malmîsanij & Mehmet Uzun)

· Rindê Vana Ê Min a, 2004 (Malmîsanij & Mehmet Uzun)

· Rindê û Keyeyê Xo, 2004 (Malmîsanij & Mehmet Uzun)

· Gotibûn ku, 2006

· Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayimciliginin Dünü ve Bugünü, 2006

· The Past and the Present of Book Publishing in Kurdish Language in Turkey and Syria, 2007