Bîranînên Nuredîn ZAZA

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa




Bîranîn

 

 

YEK JI TEKSTÊN HERÎ XWEÞ A KURDî: BÎRANÎNÊN ZAZA
Dr. Nûredîn Zaza yek ji rewþenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifþa Bedirxaniyan û nifþên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêþengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de leyîstiye, ji salên 1950 ta 1970an, nexasim li Sûriye û Libnanê, piþtevaniya tevgera rizgariya Kurdistana  Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piþtî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe, li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike. Zaza, serpêhatiyên xwe di ‘Ma vie de kurde’ (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêþîn e dikeve çapê. Þahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka kurdî ya nêzîk. Kitêb di nav weþanên Avesta de çap bûye û 152 rûpel e.


NUREDÎN ZAZA
Di sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piþtî têkçûna serhildana Þêx Seîd, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî Baþûrêrojava (Binxetê) dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdî de berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û Ronahîyê de çap dibin. Piþtî þerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe Suriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Baþûrêrojavayê Kurdistanê dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêþxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paþîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweþiya penceþêrê koça xwe ya dawî dike.


Nivîsên wî yên çapbûyî:
- Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973.
- Les Kurdes et l’accord d’Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth, travaux et jours n° 56-7, juillet-décembre 1975.
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
- Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne, 1982, çapa duwem, Labor et Fides, Genève, 1993. Bi tirkî Bir Kürt olarak yaþamým, Mezopotamya, Sweden, 1994, bi erebî, Heyatî el kurdiye ew serxet el þaab el kurdî, Dar Aras, Erbil, 2001.


Bîranîn
Nuredîn Zaza
Jiyan / Bîranîn
ISBN: 9789944382441

19.5x13, 152 rûpel

 

NÛREDÎN ZAZA

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum