BELAYEK PÎS

 

Li Kurdistanê buhustek erd nîn e ku xwîna kurda lê ne ketibe.

Bi dehhezaran, sedhezaran xort, jin, zaro, kal û mêr ji ber aboriyê pistsikestî û tam bêçare ne.

Neyar girseyên gelêrî kiriye hêsîrên li bin destê aboriyê.

Kurdek nîn e ku her roj rastî sixêf û xeberên neyarane ne hatibe.

Tapû û sened çi ne? Tapû û senedên van erdan li ser kurdan bin jî, dîsan van biyaniyên çavsor TEMAMÊ vî welatî ji xwe re dixwin.

TEMAMÊ xêr û bêrên vî welatê pirr dewlemend - çi yên li bin û çi jî yên sererdî tev ji xwe re birine.

Vî welatê ev çend dewlemend, ev çend xwes, vî welatê xwedî van çiya, van dest, van bax û bostanan, van erdên çandbar ên pirr fireh ên bi xêr û bêr, van mêrg û kaniyên bi bosahî û bereketa bêdawî, vî welatê hetavî û xorî, tev ji destê xwedî hatiye standin. Di ser de jî, jiyan ji xwedî re bi her hawayî kirine dojeha bê ser û ber. Çi hizr û îradeyek xwedî ne maye. Her tenê pejirandin û tesdîqkirina vê rewsa xirab û ev bela û negbeta pîs! Anku bi kurtî xirabiyek mazin bi ser me de hatiye.

Herê, ev xirabî ji mêj ve dest pê kiribû. Lê vê carê ew tistê ku ji me re pirr tahl û tûj têt ev e, ku me bi destê xwe pista xwe sikandiye.

Ji van hemû belayan jî xirabtir hîna maye: Xwedê giravî 'îrade'ya vî xelkî, bêbextî bi vî xelkî kiriye! Ew têkosîna mazin û ya bi rûmet, daye bi netistekî. Temamiya hêjayiyên têkosîna çend deh salan, hanîne dane destê Aysel Tugluk, Akin Birdal û çend kesên dinê, ku ew ne kurdîtiyê, ew 'türkiyelilik'ê diparêzin. Amanca wan a dawîn ew e ku kurdan di nav "Türkiye ulusalligi içerisinde kürtleri eritmek, yok etmek" e. Bi kurtî: wan nirx, hêjayî û bedelên gran ên bi dehan salan, î roj tev di avê de çûne.

Li Ruhayê, li Amedê gava Tu li mînîbusê suwar dibî, gava Tu ji dikanek, magazeyek tistek dikirî, gava Tu ji yekî rêyek dipirsî, gava Tu rastî dost, heval, meriv û mermalek xwe dihêyî, gava Tu bi zarokek mehsûm ê 7-8 salî re bi kurdî dipeyivî, wisan ecêbmayî li Te temase dikin. Tu dibêjî qey zimanê kurdî zimanek xerîb e, ne zimanê Ruha, Mêrdîn û Amedê ye.

Li vir divê serboriyek xwe ya li Çêrmugê bahs bikim. Li nav hemama Çêrmûgê min li ber curnê serê xwe bi wê ava volkanîk a sulfurîkê disûst. Germahiya avê 49 kert (derece) bû.

Min xwast sûseyek koka-kolayê ya 2 lîter ji xwe re peyda bikim, da ku wek xelkên li wir, ez jî pê ji kaniyê ava sar bihênim û birêjim nav curnê û ew germahiya bilind a wê ava volkanîk a di nav curnê de kêm bikim û avê bikim sîlogerm. Ez çûm ber derî û min ji dergevanî pirsî:

- Ji xêra dêbavê xwe, we koka-kolayek daba min.

- ?

- Ez dixwazim kolayek 2 lîter ji xwe re bikirim. Koka-Kola!

- Sen ne dîyîsen? Sen türkçe bilmîsen? Anku: Tu çi dibêjî? Ma tu bi tirkî ni zanî?

- Na.

Pasê min ji xwe re got ev xort ji sedî sed bi dimilkî dizane, loma ni kare bi kurmancî bipeyive. Min vê carê bi dimilkî jê re got:

- Heger zehmet nê ben Tu mi ra yo koka-kola biar! Ez yo koka-kola-y 2 lître wazen. Û min perên hûr dirêjî wî kirin.

- Hooooooh! Bununla hayatta anlasamam! Yaho sen türkçe bilmisen? Türkçe konussana be adam! Anku: Haho! Bi Xwedê ez bi vî re ni karim bidim û bistînim. Çima Tu bi tirkî ni zanî? Bi tirkî bipeyive kuro!

Min ji nêzîkî ve li ruyê vî dergevanê serrût temase kir. Min dît ku ev dergevan yekê ruh û serçavê wî, ta ser pozê wî bi kêrê hatibû jêkirin. Yekê beredayî bû. Ji ku derê ew hanî bûn û kiri bûn dergevanê hemamê, mirov bas fêm ne dikir.

Min bi kurdî berdewam kir û gote wî:

- Ez bi tirkî jî dizanim, lê, ma ne ev memleket kurd tê de hene, ne wisan e heyran? Ma tu bi kurdî ni zanî? Ez çima bi tirkî bipeyivim?

Bi dengê me re, çend kesên dinê hatin li ser serê me kom bûn. Pasê ew bi tirkî got:

- Ka ji vî re kolayek bînin û pereyên wî jî TAM jê bistînin! 4 miyon û nîv!!!

Ez pirr hêrs bûm. Pistî ku kola hat, min perê wê ne da û ez ketim di hundirû de. Min kola da çend zarokên li ber hewzê û min ji wan re got 'ji xwe re vexwin!' Bi qasê 10-12 zaro li dora min civiyan û ew kola 2 lîter a di nav sûsê de, ji destê hev revandin û di nav çend kêliyan de ji xwe re tev vexwarin.

Min bi wê sûsa vala a koka-kolayê, ava sar kire nav curnê û bi wê ava sîlo-germ pê serê xwe sûst. Ez li yêkê li ber curna nêzîkê xwe rûnistî zivirîm û min gote wî:

- Bi Xwedê hûn qehreman in. Hûn çawa bi vê ava 50-derece germ dikarin serê xwe bison?

Min dît ku wî bi tirkî bersiv da û got:

- 'Yox, qirxdoqiz!' Anku: Na, 49 kert (derece)!

Min serê xwe hejand û ez derketim ji derve de. Ez hatim ber sekuya cilan, ku cilê xwe li ber xwe kim, min dît ku yekê nelihev û kirêt ku ji dev û ruyê wî diyar e ku mongol e yan li mongolan diçe li wir e. Ew nîv-tazî û canê wî ji ber pirça li ser lasê wî xuya ne dikir, bi çend xortan re ketiye guftûgoyê. Xuya bû ku yan serkirdeyê polîs yan jî leskerî bû. Ji wan re bi tirkî digot:

- 'Xwedê ji îsrafê hez na ke. Gava min pêwîstî ne be, çima ez ê ji otomobîla dewletê re bibêjim were serwîsê bike, min bibe vir û min bibe wir. Ez amîr im jî dîsan ez ni karim vê bikim. Bi Xwedê gerek hûn jî vê bifikirin. Her car hûn ji bo çeyiya dewletê bilivin!'

Pê re min dît ku dergevanê kêrlipozketî yê tirkîaxêv tevlî yekî din kete hundirû û bi destê xwe min nîsanê yê din da û bi tirkî got:

- Ha ev e ha. Jê du qat bigre! 4 milyon û nîv - di sûna 2 milyon û du sed û bîstûpênc hezar! Ev cezayê wî ye!

Wê gavê serkirdeyê tirk serê xwe rakir û ji kêlekê ve li min temase kir. Min pantolonê xwe li ber xwe kiri bû, bi tenê jora lasê min tazî ma bû. Min dît ku ev serkirde li bazê deq-deqkirî (tatû) yê li ser milê min ê rastê temase kir û ji wan re got:

- Yaho bû adam Sahîn be! Anku ev kes baz e. Axiftina xwe berdewam kir ji min bi tirkî pirsî:

- Tu ji ku derê yî? Min bi înglîziya amerîkî bersiva wî da:

- I bag you pardon! I don't speak Turkish. I am from Sweden. Li min bibore ez bi tirkî na peyivim. Ez ji Swêdê me.

Ew jî bi înglîziyek bas bersiva min da û bi înglîzî gote min:

- Nexwe wisan ha? Futbolciyek bi navê Johansson ji Swêdê ez nas dikim. Hatibû Stanbolê, me li wir hev nas kir, got.

Min jî hema ji qestî navek got:

- Kîjan Johansson? Gelo tu ji Anders Johanson re dibêjî, ne?

Vêca ew bi tirkî bersiva min da:

- Vay ölmüsüne rahmet! Yes Anders yes, evet.

- Hingê min cilê xwe temam li xwe kir û pêlavên xwe kir lingên xwe û gava ez ê derkevim derve, min li hêla wî temase kir û min bi destnîsaniyan gote wî:

- Good by!

Vêca ew dergevanê mirazkor ê li ber derî, dîti bû ku ez bi serkirdeyê tirk re bi înglîzî dipeyivim, bi rû û rawistek nerm ji min bexsîs xwast. Min pereyên sûsa kolayê 2 milyon û 225 hezar bi tenê kire nav destê wî û min li wî ruyê wî yê kirêt jî temase ne kir û min pista xwe da wî û ez çûm.

Min qet dengek din jê ne bihîst.

Li navbera Amed û Sêwregê, li kenarê riya papûr, bi qasî 4 - 5 qereqolê qoriciyan hene. Li navebra Sêwreg û Qeregêçiyê 9 - 10, li navbera Qeregêçî û Wêransarê jî 2-3 û li navbera Erxenî û Çêrmûgê jî dîsan nêzî 10 qereqolên van kurmên darê hene. Li her deverên ku qereqola leskerî lê hene, alayek tirk ya pirr mazin û fireh li ser darekî dirêj û bilind li ba dibe.

Ji civata kurdan a berê hema qet tistek çê ne histine. Rewsa jinan ji berê jî grantir û xirabtir bûye.

Cotika tirkbûnî û îslamiyê, jin tam kirine bin pê. Jin wek mal û milk e di bin destê peya de. Bi her hawayî dihêne bikarhanînê. Li hundir û li derve. Karê ku bi jinan ne kin nîn e. Lê, keda wan ne ji bo wan e - wek keda têkosîna me kurdan, keda jinan jî tev di avê de diçe.

Li tevaya Kurdistanê tevgerek mafparêz a jinan ji binî nîn e. Heyfa van xwusk û dayikan, van qîzên xort ên bedew. Tev de bûne berxê nêr ketine ber kêr.

Tevaya civatê ji bo sehkirina norm û realîteyên li ser kurdbûniyê, li ser têkosîna serbestî, demokratî û mafan, li ser însanetiyê, mirovayetiyê, bi yekcarî û ji binî guhên wan hatiye girtin. Ta êvarê jî tu bahsa maf û hêjayiyan bikî, kes ne guhdar e. Heger guhdar bin jî, fêm na kin ku tu çi dibêjî.

Van zarokên reben ku li kuçe û kolanan tev bêxwedî ne, di ser de jî temamê wan bi jahriya tirkbûniyê hatine lewitandinê. Rewsa wan agir bi kezeba mirovî dixîne.

Evana tev ji bin serê vê belaya pîs derdikeve, ku ev bela zemanek kevin ji nîvê Asyayê bi rê ketiye û hatiye bi me lewitiye.

Heger kurd kurd bin, ew ê vê belayê ji mala xwe biqewitînin.

 

07-08-2007

Bavê Barzan

Dumahîk heye