Baran Rizgar

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Berhemên Nivîsevan'î

 

Baran Rizgar kî ye?
 
Baran Rizgar an Mehmet F. Önen, kurê Mahmûdê Zîyayê Mehmed Axa û Ruqya Emer ji binemala Olic (Colo) ya eþîra Ebasan e; di 1957an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiye dinyê. Piþtî perwerdeya bilind di sala 1988an de bi armanca xebat û lêkolînên ziman û zimanzanî li Brîtanyayê bicîh dibe. Wek encama van xebat û lêkolînên xwe di 1993an de amadekirina ferhenga Kurdî-Îngilîzî, Îngilîzî-Kurdî diqedîne û vê ferhengê li gel pirtûka xwe ya bi navê Uygulamalý Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî li Londonê dide weþandin. Dûre pirtûka xwe ya Dersên Kurdî bi zimanê Îngilîzî - Learn Kurdish amade dike û wê jî dîsa li Londonê di 1996an de dide weþandin. Ji van berheman, Uygulamalý Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî li Tirkîyê di 2005an de di nav weþanên Doz de careke din tê weþandin.

Baran Rizgar jibilî amadekirina van berheman bi deh salan li Londonê li xwendegehên fermî û komelan, mamostetîya zimanê Kurdî kiriye, dersên Kurdî dane. Her weha ji bo nasandin, belavkirin û di sazîyên fermî de bicîhkirina Kurmancî xebat kiriye, û wek encama van xebatên dûrûdirêj nuha li Brîtanyayê gelek þaredarî û sazîyên dewletê di nav weþanên xwe de cîh didin Kurmancî, weþanên xwe werdigerînin Kurmancî û bi awayekî fermî wergêrên Kurmancî bikar tînin.

 

Malpera Taybet a Nivîsevan'î
http://www.baranrizgar.co.cc

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum