BANGNAMEYEK
JI BO RIZGARBÛNA BI YEKCARÎ - MA TURKOFONÎ TA KENGÎ?

Divêt em bibêjin, ku ciyê serbilindî û şanaziyê ye, ku î roj mişe nîşande û faktor diyarî me dikin, ku her rojên ku dihere, hesta neteweyî ya milletê me yê mazin û hêja ber bi ewcê ve hildikişe. Berê, me dinivîsî, kurt, î roj em dinivisînin KURD. Berê em jixweber (automatîkî) bi tirkî dipeyivîn, î roj her çend xezîna peyvên ku em nas dikin ne pir dewlemend be jî, em dîsan hewlê didine xwe, da ku em her dem bi kurmancî bipeyivin û binivîsin. Hema me di ş ûna peyva “merhebayê” de jî gotiba; beyanî baş, roj baş, êvar baş, şev baş û ev dema te xweş, hingê dilê me tam diket cih.

Lê belê, pir kes ên ji milletê me, hîna jî TURKOFON (yên ne tirk in, lê bi tirkî dipeyivin û bi tirkî difikirin) in û di belaya TURKOFONIYÊ de lewitîne û li riya jêderketinê digerin. Turkofonî ne tenê belaya serê me ye, her wisan belayek sere milletên din e jî. Lê mixabin ji her milletî bêhtir em raberê vê nexweşiya civakî bûne. Nexweşiyek welê ku, ji serdema dagîrkirina qewm û eşîrên hûn, mongol, ogûz, selçûqan vir ve ye, ku bi serê me de hatiye.

Ma qey em ê xwe ji vê belayê qet rizgar ne kin? Me bawerî heye, ku riya bi yekcarî ji vê belayê rizgarbûnê; xwerexnekirin e. Di vê meydanê de, me, xwerexnekirineke kesane gerek e. Divêt mirov weke, ku li dadgehek be û dadger ji mirovî bipirse, vê pirsê ji xwe bike:

- Tu kî yî?
- Ez Kurmanc Im.

Lê mirov temaşe dike, ku hîna piştî vê bersivdanê jî, tu bi tirkî dipeyivî, bi tirkî dihizirî, bi tirkî dinivîsî, stranên tirkî distirêyî, weke tirkan slavê didî! (merheba!!!), li gor çanda tirkî têkiliyeke axewarî û begnaz bi zayenda (genus) din re (anku bi keç û jinên kurd ên cefakar re) dikî û hîna jî, ji xwe re jî dibêjî ”ez kurd im, kurmancê baş im!”. Ma ev ne xapandin e? Ma ev ne kurmancbûnek qelp e? Ma merc û hoyên mirovbûnê ev in qey?

Ji bo ku bikaribî di rastiyê de bibî kurd, hingê divêt vê rewşê serûbin bikî û bi tirkî NE peyivî, bi tirkî NE hizirî û bi tirkî NE nivîsî. Qurretî û begnaziyên bandûrkar li ser keç û jinên cefakar ên kurdan NE kî. Gava te pêdiviyên pirsa yekê, bi vî rengî, cî bi cî kir û te xwe di reftariyê (pratîkê) de jî kire kurmanc, hingê rewş û pergala kesayetiyek a kurmancbûnê dîsan ji ber chavan derbas bike û careke din jî, ji xwe vê pirsê bike:

- Kî me ez?
- Ez Kurmanc Im.

Vêca mirov temaşe dike, ku piştî vê pirs û bersivdanê, bi tirkî Na peyivî, bi tirkî NA hizirî, bi tirkî NA nivîsî, stranên tirkî NA stirêyî, LÊBELÊ hîna jî bi tishtê tirkî dikenî, bi tiştê tirkî digirî, bi tirkî xewnan dibînî, xwarina tirkan dixwî, cilê tirkan li ber xwe dikî, hîna jî stran û klamên civata tirkan guhdarî dikî, hîna jî, gava slavê didî, dibêjî ”merheba” - silavê bi tirkî didî, di nav civatan de, ne ku te ji xwe re kiriye prensîbek lê ji bo xelk li ser te bibêjin, ku ”filan kes bi kurmancî dipeyive”, ne her car, tenê carina û loma bi kurmancî dipeyivî. Xwedî kultur û rawişteke (tebîeteke) tirkî yî. Li ser jinên kurd ên berbendkirî dîktator î. Di çanda kirîn û firotinê de, bi awayek giştî, di warê danûstandina aborî de, tirkexlaq î! Û hîna jî, ji xwe re dibêjî ”ez kurmanc im!”

Na! kurmanciyek a welê jî me na vêt! Navê vî mirovî, bixwazî – nexwazî TURKOFON e – ne kurd! Ev xalên li jor jimartî, pêwîst e bête guherandin û ev mirovê, ku ji kok û binyad de kurmanc e, divêt carek a din ji xwe bipirse:

- Ma ez turkofon im?
- Na Divêt Ez Kurmanc bim!

Hingê tu:

- her dem bi kurmancî dipeyivî,
- her dem bi kurmancî dihizirî,
- her dem bi kurmancî dinivîsî,
- her dem bi kurmancî distirêyî,
- her dem xewnên xwe bi kurmancî dibînî,
- her dem bi rawişt û tebîeta kurmancî dirabî û dirûnî.
- di çanda kirîn û firotinê de êdî ne tirkrawişt û xapînok î,
- rêz û nirxê jinên bindest êdî baş dizanî,
- li ser êş û birîna kûr a milletê xwe yê jar jî, çi ji destê te were dikî û di vî warî de paş de NA mînî.

Ev in merc û doxên kurmancbûnê, yên herî bingehîn.

Ne ku tu bi her ş êweya jiyanê bi tirkî rabî rûnî, ta dirûb û qiyafeta (şekl û şemala) te jî weke ya tirkan be. Hingê mirov ni kare ji te re bibêje, ku tu kurmanc î. Tu û kurmancîtî hûn ji hev pir dûr in. Tu ji ew doza bilind û pîroz a rizgarî û tolestandina milletê xwe, gelek a dûr î. Tu turkofonek bêkok û bêbinyad î.

- Ta, tu bi kurmancî ne peyivî,
- Ta tu bi kurmancî ne hizirî û bi giyan û rawişta kurmancîtî ne dî - ne stînî,
- Ta tu ji bo doza pîroz a millî xwedî hest û helwêst ne bî, tu ji bilî turkofonek - ji kok û reh veqetandî - ne tiştek din î!

Te çend pirtûk nivîsîbe jî, te çend sal şoreşgerî kiribe jî, ta te chend sal ji bo dozê li zindanên dijminan raza bî jî – tu hîna jî xwedî çanda tirkî yî, tu weke tirk î – ne weke kurmanc û te xwe ji belaya turkofoniyê hîna rizgar ne kiriye! Ji lew re NIRX Û HÊJAYIYÊN NETEWEYÎ DI NAV ZIMÊN DE HONANDÎ Û LÊKIRÎ NE. Ma ne ”serokê” me yê herî "bilind", "serokê netewî”, ku bi salan li derveyî welêt ma, lê dawiya dawî, tirkîaxêfiya wî, ew teslîmî tirkan ne kir? Tu bi salan di axeftina tirkî de israr bikî, fermo tirkî te dibe xweînkarkirin û teslîmiyetê. Wî em tev xapandin. Di nîvê salên 1990î de, gava mamoste Îsmaîl Besîkçî li ser vê mijarê PKK rexne kir û got "divêt Zimanê Kurdî li her qada jiyana têkoşînê bête bikarhanîn" û gava çi bersivek erînî (musbet) li ser vê rexneyê ji PKKê ne hat, hingê me fêm kir ku rewş pir a dijwar e. Tu bi ziman û hêjayiyên millî yên tirkan rabe-rûne û bibêje ev ji bo rizgariya kurdan e. Li vir tiştê ku hev bigire nîn e. Mirov yan tirk e yan jî kurmanc! Tu bi her şêweya xwe, weke tirkan bî, tu tirk î. Tu bi her şêweya xwe, weke kurmancan bî, tu kurmanc î. Ji vê matematîkê hêsantir matematîk nîn e.

Ev her sê pirsên xwe ji xwe bike û xwe berdad (muhakeme) bike. Dawiyê tu wê ciyê xwe bibînî. Heger tu turkofon bî, riya xwe biguherîne û vegere ser reh û koka xwe. Lewra li dunyayê ji bêkokbûn û ji bêesilbûnê bêrûmettir, tiştek din nîn e. Ev nexweşiyek e di rewşa derûnî (rûhiyetî) ya sosyal-psîkolojîkiya girseyî, ya kesayetiyê, ku li cîhanê tenê li Tirkiya îroyîn peyda dibe. Tirkiya îroyîn karxaneya (fabrîka) hilberîn û berkêşana (üretim) kesayetiyên turkofon e. Tevnê asîmîlasyonê ye. Civata Tirkiyê ev heştê sal in, ku bi berdewamî li ser endamên ji milletên kevin ên Anatoliyayê ramyariya (polîtîkaya) veristin û sirrîn û jêbirina kesayetiyê bi rê ve dibe, ku her yek ji welatiyê xwe bike dûvikê îdeolojiya fermî ya turkofoniyê û kemalîzmê. Di rastiyê de, piraniya tirkên î roj balkaniyên jixwedeçûyî ne. Turkofonê herêma Balkanê ne. Yûnan in, sirb in, bulgar in, kurd in û ereb in, lê ziman û kultura wan tiştek e, ku î roj me nav lê daniye û jê re gotiye ”tirk”. Li civata tirkan temaşe bikin, heger we di kolanekê de, ji hezar mirovî tirkek peyda kir, hingê werin bibêjin ew der Turkistan e. Ji hezar mirovî, ji hezarî mirovek (0001) tirkê ji milletên Asya Naverastî ye. Yên mayî, hemû ji milletê Balkan in, ku osmaniyan ew bi zora şûrê guherandin ser misilmanî û tirkbûnê. Ma dirûbê Silêman Demîrel bi ya tirkên Asya Naverastî dikeve? Dirûbê Ecewît, Turkêş, Erbakan, Çiller, Özal, Yilmaz û Erdogan? Kî ji van ji Asya Naverast e? Belku Turkeş, lê bi misogerî ne yên din.

Di riya doza xwe ya kurmancbûnê de, heger ne bi rojek du roj be jî, hergîz rojek nêzîk de, tu wê bi serkevî. Ji lewra:

Ji şaristaniya li welat û milletê me kevintir, ji çanda li Kurdistanê kevintir, kêm welat û millet li cîhanê hene. Ma ne zaniyarên cîhanê, hêdî hêdî bi riya zaniyariyên nûjen, bi analîza DNA'yê gelek rastî ne derhanîn ber ronahiyê? Ma kî dikare van tiştan veşêre êdî? Bi riya arkeologiyê, çi derhanîbûn ser ruyê erdê, tev kiribûn malê li ser ermen, suryan, fars, ereban û ta li ser tirkan jï! Lê î roj, Teknologiya Agehdariyê (IT), derfet û mecal na de van qelpezaniyan. Ew tehta ku tirko li ser rî, baranê zû de ye, ku şûştiye. Dem ne ew dema berê ye. Gava lêkolînerên almanî, sala 1997'ê bi hêza analîza DNA'yê derhanîn meydanê, ku di dîroka mirovayetiyê de, çandin cara yekemîn li ser Kurdistana Mêjûyî hatiye kirin, ev rastî na yête veşartin. Lê dîsan jî tirk vê rastiyê şêwandin û cilqandin, navê xwe li ser danîn û ji xwe re kirine mal. Di vê dokumentê de, Navê Kurdistanê bû ”Başûra Rohelata Tirkiyê”, Navê bajarê dîrokî yê pir kevn û navdar ”Amîda” bû ”Diyarbakir”, Navê Çiyayê Reşî Şewitî jî bû ”Karaca Dag” !

Lê belê, kî çi dike bila bike, rojek wê ev rastî xwe bi hêztir nişanî milletê cihanê bide. Ew ê di rojek nêzîk de, nav û çanda milletê kurd, yek ji şîrîntirîn kultura milletên cîhanî be, ku stran û xwarinên kurdî li ser lêvên nîvê welatiyên dunyayê be û nîvê din ê dunyayê jî pir bi hijmekarî navê kurd bihênin ser lêvên xwe û cil û bergên kurdî, şal û şapikên kurdî li bejna xwe girêbidin. Ji lew re ji welat, ji ziman û ji çanda milletê kurd kevintir kêm welat, ziman û çand li dunyayê hene. Ev in dewlemendiya me: Bi kok û rehbûna cografya welat û milletê me, mezinbûn û canfedakariya milletê me. Dewlemendiyên ser û binerdiya xaka Kurdistanê. Ma ji van erdem û dewlemendiyan mazintir çi yên dî hene li ser ruyê erdê? Ma ev ne ciyê serbilindahî û şanaziyeke mazin e?

Bila her dem bijî, di kar û xebata rizgarî û azadiyê de, milletê me dilsoztir û fedakar e.

Her çî rêber û rewşenbîrên me yên mirî, rehmet li gora wan be. Em li ber yadaşt û bîreweriya wan bi rêzdarî serî diçemînin, lê yên zindî, divêt piçekî bi hêztir li ser van pirsan bihizirin, da ku xurttir bikevin pêşiya nifşên nuh, ku pêşeroja me bêhtir ronahî bibe.

Em bi vê NAMEYA VEKIRÎ, ji rêberên me, vê pirsê dikin: Mazin û xurt kî ye? Dijminê tirk, ku bêkok û bêbinyad û dirr û nemafdar e? Yan jî milletê me yê bi kok û binyad, ku çi kêmasî û qusûrek nişan ne daye di fedakariya xwe ya ji bo rizgarî û azadiyê de? Welatê me yê dewlemend û mazin ku hema-hema bê ser û bêber e û xwedî çandak bêsînor e. Ji vana yê mazin û bi hêz kî ne? Tirk? Yan Kurdmanc?

Ta kengî? Ta kengî ev zilm û zora li ser vî milletê birîndar? Ta kengî ev bêdengî, koledarî? Ta kengî dostaniya yekalî bi dijminî re? Ta kengî dostanî bi qessabî re? Ta kengî hestiyê ber lingê segan bî? Ta kengî em turkofon bimînîn? Ma ta serteserî û ebediyetê?

Çend gotinên naskirî ji ”RÊBERÊ” me yê NAVDAR:

- Abd-ul-Turk, Tolehildêrê derewîn, gotiye ”li nik min evîniya kurdayetiyê nîn e”, ”Ez ji tirkek bêhtir tirk im!” ”Dayika min jî tirk e”, ”Ez amade me ku ji Tirkiyê re xizmetê bikim”, ”Ez ji dayika ŞEHÎDAN tikaya lêborînê dikim”, ”Ez kemalîstê demokrat im” û hwd. Ta ç êrî me kurdan tevan kir û got ku "Kurdistan kerxane ye"!

Şabaş bo van nav û peyvên mezin! Ev milletê di nav vê tariya şikencekar û celladî de bêzarmayî, li ronahiyekê digere, û xwedê giravî, ”rêber” û ”mazinên” wî jî, bi celladê wî re hempa û hemşehrî ne! Bravo! Hezar bravo ji vî serokê re!

Milletperwerî, ronahiya azadiya milletî ye. Heger me hebûya rêkxistinek kollektîf a demokrat, durust û milletperwer, î roj hergîz em jî dadgerê ax û welatê xwe bûna.

EM BI VÊ SEDEMÊ BANG LI HEMÛ RONAKBÎRÊ VÎ MILLETÎ DIKIN, KU JI XWE RE NAVGÎNA (WASITEYA) ŞERÊ RIZGARIYA JI BINDESTIYA TIRKIYÊ, JI NÛ VE BI RÊ BIXE!

XEBATKARÊN WELATPERWER Û REWŞENBÎRINO! KESÊN DURUST ÊN DI NAV PKK-KADEK û KONGRA-GEL DE! WERIN NIK HEV Û JI NÛ VE DEST BI DAMEZIRANDINA RÊXISTINEKE MILLÎ – DEMOKRATÎKÎ BIKIN! ME NAVGÎN Û MAKÎNEYEK DIVÊT, KU EM XWE JI NAV VÊ BÊDADIYÊ RIZGAR BIKIN. ME SÎGORTAYEK JI MILLETÊ KURD RE DIVÊT!

De rabin! Hemû bibin yek û hezeke durust a milletperwer bihênine holê! Da ku em dagîrkeran tev ji ser axa xwe ya pîroz bimalin! Gava me ew ji ser axa welatê xwe derhêna, hingê jî em hesabê ji wan bixwazin! Dewleta tirk, ew çend xwîna zar û zêrç, xort û ciwan, kal û pîrên me ên bêsûc û bêguneh rijandiye, ku em ew hezar û yek car dijwartir mehkûm û ceza bikin. Nerx pir biha ye tirko!

Zaniyar û zaniyarî pir bi başî fêm kirine , ku NIRX Û HÊJAYIYÊN RASTEQÎNÎ YÊN NETEWEYÎ DI NAV ZIMÊN DE HONANDÎ Û LÊKIRÎ NE. gava tirk "zimanê xwe" dipeyivin, ew bi peyvên ji zimanê kurdî, erebî û farisî dipeyivin. Ji lew re ye ku ew ji nirx û hêjayiyên resen ên tirkbûniyê bêpar in. Tirkên resen li Asya neverast in, ne li Anatoliyayê. "Tirkên" li Anatoliyayê vê jî ni zanin.

Tirk î roj di televîzyonê de bi zimanê kurdî pesn û propagandaya kemalîzmê dike. Ma armanca me ev bû? Ma me ev çend êş û elem ji bo vê kanala televîzyonê hat kişandin? Divêt mirovên millethez, demokrat, durust vî tiştî ne pejirînin. Heger tirk bi biryara xwe jî, Kurdistanê li cih bihêle û ji welatê me derkeve, divêt dîsan em ew ne bexişînin, nerxa xwîna zaro û xortên xwe yên bêsûc û bêtawan bixwazin. Tole û heyfa van kesên bêguneh li erdê ne hêlin. Gava xwîna ew şehîdên dilpak li erdê be, gava dengê wan ên teze wisan bi zelalî bête guhê me, ma çawa em bi wî destê bi xwîn bigirin bihejînin?

Gotinek li kurdmanciya gewr heye, dibêjin: ”ked li ber bayê ket, chû!” Gelo ji ber çi sedemê ev gotin bi bîra me ket? Me bawerî heye ku piraniya we bersivê baş dizanin. Her dem milletê me yê mezin û hêja, xwîna xwe weke avê dirijîne, ku hema piçekî azadî ji xwe re bi dest bixe. Ji bo xwe bigehîne armanca azadiyê, xwe her dem gorî dike. Lê mixabin dema nêzîkî azadiyê dibe, hin kes, weke manga qerr, lingê xwe li satila ş îrî dixin û şîrî dirijînin erdê û riya azadiyê dûrtir dikin.

Zemanê serok-meroktiyê chûye. Dem dema demokratî û Birêvebiriniya Demokratiya Pêkve (kollektîf) ye. Zû dem winda ne kin, bi rêkevin, da ku em çetirek (shemsiye) ji bo hemû kurdên milletperwer, demokrat û têkoşer ava bikin. Ma qey chi yê me ji filistîniyan kêm e?

- Bi hêviya, di nav refên hêzên milletperwer ên durust de hevdîtinê, bimînin di xweşiyê de!



2004-07-31

----------------------------------------------------------
sh= ,s

ch= ,c