Ayhanê BÊRTÎ


 

Pirtûka Pîroz - ZEBÛR Û ÎNCÎL

 

“Pirtûka Pîroz Zebûr û Încîl” bi çapeke nû û kurdiyeke rewan û herikbar li Stenbolê careke din hate wesandin. Pirtûka ku ji hêla Ayhanê Bêrtî ve, li zimanê kurdî hatiye wergerandin...


350 rûpel, kurdî

Wesanxaneya do, stenbol

Wergera Kurdî: Ayhanê Bêrtî

 


Pirtûka Pîroz Zebûr û Încîl” bi çapeke nû û kurdiyeke rewan û herikbar li Stenbolê careke din hate wesandin. Pirtûka ku ji hêla Ayhanê Bêrtî ve, li zimanê kurdî hatiye wergerandin, ji hêla Wesanxaneya Do’yê ve hatiye wesandin.


Pirtûka dabasa mijarê bi van hevokên rûhanî destpê dike:


“Mirov tenê bi nên najî; lê bi her gotina ku ji devê Yahowa derdikeve dijî. (Meta 4:4)”

“Tam bikin û bibînin Yahowa çiqas qenc e! Xwezî bi wî kesê ku xwe spartiye wî! (Zebûr 34:8)


Wergêr, di amadekariya pirtûkê de serî li wergerên kevin ên zimanê germanî daye û bi gelek wergerên zimanên din re jî daye rûberkirin. Navê wergerên zimanê germanî yên ku Ayhanê Bêrtî ji bo wergerê wekî çavkanî bi kar aniye, di pêveka pirtûkê de di nava tebelayan de hatine dayîn. Ji bilî vê wergerê, gelek nivîs û wergerên Bêrtî ku di TV, radyo û rojnameyan de hatine wesandin hene. Her wiha wergêr, “Ansîklopediya Pirtûka Pîroz” û pirtûka bi navê “Di Pirtûka Pîroz de Împaratoriya Med” ji bo wesanê amade dike.


Ayhanê Bêrtî bi ramaneke gistî li ser wergera Pirtûka Pîroz û girîngiya xebateke wisa ji bo wî bi van hevokan rave dike : « Pirtûka Pîroz cara pêsî bi zimanê îbranî, aramî û grekî hatiye nivîsîn. Wekî tê zanîn di cîhanê de pirtûka herî kevin e. Heta niha yan bi tevahî yan jî hin nivîsarên wê kêm-zêde li 2.300 zimanan hatiye wergerandin û bi mîlyaran hatiye çapkirin. Lewre ji bo min wergerandina Pirtûka Pîroz a li zimanê kurdî, kar û serefeke pir mezin e. Di wergera Pirtûka Pîroz de divê hem bêje bi heman wateyê bên wergerandin û hem jî heta ku derfet hebe hevok li gorî zimanê bingehîn (resen) bi heman siklî bêne çêkirin. Lewma bi taybetî jî di pêvejoya wergera Pirtûka Pîroz de heta niha gelek dijwarî û çetinahî derketin pêsberî min. Astengiya herî sereke di zimanê kurdî de tunebûna pirtûkeke ku mirov ji bo wergerê alîkariyê jê bistîne bû. «


Herçi sernavên nivîsarên pirtûkê ne, bêyî ku em destkarî lê bikin, ev in:


“Zebûr, Meta, Marqos, Lûqa, Yûhenna, Xweda, Isa Mesih, Hin pêxemberiyên derbarê Îsa Mesih de, Hin wergerên incilê yên ku navê Xweda yê taybet û bêhempa Yehowa tê de hatine nivîsandin, Di zimanê germanî de hin wergerên Pirtûka Piroz ên ku navê Xweda tê de hatine nivisandin, Di hin zimanan de wergerên Pirtûka Pîroz ên ku bi nav û deng in navê Xweda tê de hatine nivîsandin, di Încilê de pere, pîvan û wezin.


Pirtûk bi du nexseyan; ku yek ji wan nexseya “Deverên ku Îsa Mesîh lê geriyaye” û ya din jî, nexseya bi navê “Gerên Pavlos” hatiye temamkirin.


Wergerê pirtûkê Ayhanê Bêrtî di sala 1974-an de li navçeya Dep-ê ku jê re “Qereqoçana Dêrsimê” jî tê gotin hayiye dinyayê. Wekî ji nav jî diyar dibe ji esîra Bêrtiyan, ji Esîra Melemeran, neviyê Mehmûdê Qeyê ye. Ayhanê Bêrtî sê salan pistî dibistana amadeyî derketiye Ewropayê û ji sala 1993-yan ve li Berlîna Almanyayê jiyana xwe berdewam dike.


Ji bo têkilî û xwestinê: pirtuka-piroz@gmx.de

 

Salihê KEVIRBIRÎ


Çavkani: azadiya welêt, AvestaKurd